Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin

img
WAN -  1’emîn Dadgeha Cezayên Îdareyê ya Wanê, biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya têkildarî Regulator û Projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê betal kir. 
 
Regulatora Zîlanê û projeya Santrala Hîdroelektirîkê (HES) a ku dihat xwestin li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê were çêkirin, bi biryara dadgehê hate sekinandin. Têkildarî projeya ku Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceyranê hewl dida ava bike, Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî Lêkolîn û Pêşxistinê (ÇEVDER) û Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê doz vekiribû. Di dozê de biryar hate dayîn. 
 
Dadgehê biryara Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku ji bo projeyê digot “Hewcehî bi Nirxandina Bandorên Hawirdorî nîne” betal kir. 
 
Endamên ÇEV-DER û Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê ev du sal in têkoşîna hiqûqî didin û têkildarî neyîniyên ku dê proje rê li ber veke bi awayeke şênber pêşkeşî dadgehê kirin. Di rapora kesê pispor de hat destnîşankirin ku bandorên hawirdorî baş nehatine nirxandin û ev yek derhiqûqtî ye. 
 
Dadgehê jî diyar kir ku di mijarên hîdrolojî, berhemên avê, arkeolojî, flora û faunayê de nêrînên kesên pispor nehatine girtin, bandorên neyînî yên projeya HES’ê baş nehatine nirxandin û biryara betalkirinê da.