Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!

img
WAN - Serokê ÎMO ya Wanê Mihaîl Atîk diyar kir ku qeraxa Gola Wanê bi kevir û betonê hatiye tijekirin û bal kişand ser wê yekê ku avahiyeke qaçax tê çêkirin. Atîk, got ku dê gilî bikin. 
 
Li navçeya Artemêtanê perava Gola Wanê ya ku Otela Meritê lê ye mehek e bi kevir û betonê tê tijekirin. Li gel îtîrazên saziyên sivîl û welatiyan jî xebatên tijîkirinê berdewam dikin. Lijneya Koordînasyona Bajêr a Odeya Yekitiya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Baroya Wanê di 28'ê mijdarê de serî li Şaredariya Artemêtanê da û xwestin dawî li vê kiryarê bê anîn. Piştî gilîkirinê şaredariyê nivîs ji baro û TMMOB'ê re şand û diyar kir ku avahiya navborî avahiyeke qaçax e û dê ji bo mohrkirina avahî û cezakirinê tevbigerin. 
 
Serokê Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Wanê Mihaîl Atîk diyar kir ku divê înşeata tê kirin bê rawestandin û avahî bê hilweşandin û got ku wan giliyê vê yekê kirine. 
 
Mihaîl Atîk 
 
‘LI DIJÎ MEWZÛATA ÎMARÊ YE'
 
Atîk, anî ziman ku agahiyên destpêkê ji raya giştî re hatine ragihandin ew e ku wekî tadîlateke qismî hatiye nîşandan û got ku xwediyên Otela Merît a ku niha înşaet lê tê kirin, ji bo nûkirin û xurtkirinê serî li şaredariyê dane. Atîk wiha got: “Heke destûr hebe û pêwîstî bi xurtkirina avahiyan hebe teqez dikare bên nûkirin û tamîrkirin. Lê belê, di encama çavdêriyên me de, me fêm kir ku pêvajoyeke avakirineke nû heye. Bingeheke nû tê danîn û li ser bingehê avahiyek berfireh tê çêkirin. Piştî ku me ferq kir me ji şaredariya pêwendîdar re name şand. Ji ber ku xebatên li wir tên kirin ne tenê qanûnên peravê, di heman demê de qanûna îmarê jî û planên parastina Gola Wanê jî binpê dike. Ne tenê di warekî de, di 6-7 waran de binpêkirin heye." 
 
‘QAÇAX E LÊ NEHAT SEKINANDIN'
 
Atîk, bal kişand ku di encama nivîsa wan de ji şaredariyê re şandine şaredariyê bersiva wan daye ku avahî bê ruxset e û avahiyeke dereqanûnî ye û got ku şaredariyê ji wan re gotiye dê înşaetê rawestîne û dozê bide destpêkirin. Atîk, anî ziman ku piştî ku şaredariyê name şand jî avahî dewam dike û wiha got: “Me dîsa çavdêrî kir. Xebatên înşaetê hê jî dewam dikin. Xebatek bi lez heye û avahî her ku diçe bilind dibe. Şaredarî, dibêje ew li gorî xala 32'yan tevdigere. Ger li gorî xala 32'yan wiha kiribin nexwe çima avahî nehat mohrkirin? Divê biryara mohrkirinê ragihînin mitehîd û xwediyê milk. Ji bo wê derê divê demildest dema hilweşandinê bê destpêkirin. Divê avahiyek ku mewzûata peravê, golê yan jî îmarê binpê dike bê xerakirin. Lê me fêhm kir ku mudaxele nehatiye kirin û xebatên înşaetê hê jî dewam dikin.”
 
DÊ GILÎ BIKIN 
 
Atik, anî ziman ku ew ê giliyê vê înşaetê bikin û got ku ew ê êdî bi rêya darazê vê rewşê bişopînin.
  
Atîk anî ziman ku avahî ji aliyê qeyûm û hin şîrketên taybet ve bi zanebûn tên firotin an jî ji bo îmarê hatine vekirin û wiha got: "Eger îro em li dij dernekevin û midaxale nekin, wê bi hevkariya qeyûm û şirîkên rantê qadên hêja yên bajêr wêran bibin."