Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger

img
DÊRSIM - Têkildarî 10 RES’ên tê plankirin li Pilemûriyeyê bên çêkirin daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku heke ev proje pêk bê dê rê li ber ziyanên jêneveger veke. 
 
Ji bo 10 Santralên Enerjiya Hewa (RES) ku Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Mermerê ya Mîna Marble dixwaze li gundên Seteriye, Mezra Silêmanu, Hacili, Gocanage û Zimagê yên navçeya Pilemûriya ya Dêrsimê çêbike. Ji bo vê projeyê dê îro civîna Nirxandina Bandora Hawirî (ÇED) bihata lidarxistin. Lê ji ber ku welatiyan civîn protesto kirin û tev li nebûn, nehat lidarxistin. Parêzerên gundiyên ku RES’ê naxwazin têkildarî nelidarxistina civînê girtek girtin. 
 
Lijneya Parastina Bajar a Dêrsimê beriya cvînê li pêşiya Mala Çand û Bîrê ya Cemal Sureyya ya Şaredariya Pilemûriyeyê daxuyanî da. Keya û şêniyên gundan û hevşaredar tev li daxuyaniyê bûn. 
 
DÊ ZIYANÊ BIDE SEWALKARIYÊ
 
Keyayê gundê Gocanageyê Îsmaîl Tutal diyar kir ku qada ku hewl tê dayîn proje lê bikeve meriyetê mêrg in û heke ev proje pêk bê dê ziyan bigihije sewalkariyê. Her wiha Tutal, da zanîn ku derheqê de 135 rûpelên ÇED’ê hatine amadekirin lê qet qala mêşvaniyê nehatiye kirin.  
Tutal, wiha domand: “Li qada behsa xeberê cureyên gihayên endemîk jî hene. Heke ev proje pêk bên, dê ziyaneke jêneveger bigihije welatiyan û hawirdorê. Lewma mimkin nîne em qebûl bikin. Ji bo proje nekeve meriyetê, banga me li raya giştî û rayedaran ew e ku piştgiriyê bidin me.”