Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn

img
ŞIRNEX - Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, havîn û zivistanê didome. Endamê Komîsyona Hawirdorê ya DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku desthilatê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û got: “Tenê di 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn.”
 
Qirkirina li dijî xwezaya Kurdistanê hatiye destpêkirin didome. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku Kurdistanê weke qada rantê, bi kar tîne xwezaya herêmê wêran dike. Birîna daran ku bi tevlibûna leşker û cerdevanan re li Herêma Besta, Çiyayên Cudî, Gabar û Çelênimêja ên bi ser Şirnexê ve hatiye destpêkirin bênavber didome. Darên ku li ser navê lêgerîna neftê û madenê tên birîn dibe sedema bertekên gel. Li herêma Gabarê ku ji hêla hin şîrketan ve lêgerîna neftê heye gav bi gav tê qûl kirin. Li Cûdî jî ji hêla şîrketa Bolunmez ve ku aydê karmendê AKP’yî Suleyman Bolunmez e lêgerîna madenê heye. Her wiha li herêma Kato jî lêgerîna neftê destpêkiriye û hate zanîn ku li Besta jî gelek dever ji neftê û madenê re hatine rezerve kirin. Li herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Darên ku tên birîn, li kamyonan tên barkirin û dibin derveyî bajêr difiroşin. Li herêma Botanê ev 4 sal in bênavber birîna daran û talankirina xwezayê didome. Der barê mijarê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê ku di komîsyona hawirdorê ya partiya xwe de cih digire nirxandin kir. 
 
Mehmet Zekî Îrmez
 
‘TU SERDEMAN QETILKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ NESEKINÎ’
 
Îrmez, diyar kir ku dewletê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û wiha axivî: “Qirkirina xwezaya Kurdistanê polîtîk e. Qirkirina xwezayê girêdayî pirsgirêka kurd e. Çawa ku çand, ziman û erdnigariya kurd tê tunekirin, xwezaya Kurdistanê jî bi heman rêbazî bi şêwazeke polîtîk tê talankirin. Ne ku çend sal e ev talankirin berdewam dike, beriya 30 salan, di salên 90’î de jî dema ku gund dihatin valakirin ewilî xwezaya Kurdistanê dîsa dihat hedef girtin û şewitandin. Dîsa daristanên Kurdistanê dihatin talankirin û wêrankirin. Ji ber hêzên ewlekariyê desthilata xwe serdest bike di erdnigariya Kurdistanê de yekemîn xweza bi awayekî hov hate qetilkirin. Ti serdeman qetilkirin û talankirina xwezayê nesekiniye. Ji sala 2018’an vir ve êdî ne tenê şewitandina daristanan, bi awayekî derveyî hiqûqê û mevzuatê dar jî tên birîn. Bi hezaran kes bi sedan motorên darbirînê li Besta, Gabar û Cûdî û li her deverên Botanê ev 5-6 sal in daran dibirin. Hem di medyaya civakî de û hem jî li van deveran bi awayekî vekirî tê dîtin.”
 
‘DI 3 SALAN DE JI SEDÎ 8 DARÊN HERÊMÊ HATINE BIRÎN’
 
Îrmez, di berdewamiya axaftina xwe de got ku desthilata heyî xwezaya Kurdistanê qurbanî bazirganiyê dike û wiha got: “Di nav 3 salan de ji sedî 8 darên herêma Botanê hatine birîn. Piştî sê salan jî ev birîna daran didome. Bi taybetî di demsala havînê de ev birîna daran bi destê hin hêzên pergalê û hin hêzên girêdayî pergalê ji derveyî hiqûqê didome. Her çend niştecihên herêma me li dijî birîna daran derbikevin û qebûl nekin jî bi awayekî keyfî tevdigerin û darên vî gelî dibirin. Cihên ku dar û daristan lê zêde daran dibirin. Nabêjin ku ev dar dara maziyê ye an jî dara fêkî ye çi dar bikeve pêşiya wan dibirin. Van darên ku dibirin jî li kamyonan bar dikin û ber bi bajarên Riha û Dîlokê ve dibin. Niha jî em di demsala zivistanê de ne lê belê ev birîna daran nayê sekinandin. Dibe ku piçek kêm bibe lê qet nesekinî ye. Cihê ku destê wan digihijê li wir daran dibirin. Dîsa ev talankirin û qirkirina xwezayê berdewam dike. Ji derveyî wê jî ji ber ku di bin erdê de lêgerîna neftê heye desthilata AKP'ê û MHP'ê lêgerîneke mezin daye destpêkirin. Deverên weke Gabarê, Cûdî û herêma Kato jî di nav de li neftê digerin. Bi ser navê lêgerîna neftê talankirina xwezayê heye. Ev şîrketên ku tên vê derê lê digerin hemû derfetên xwe bikar tînin. Rê vedikin û li gel vekirina van riyan talaneke mezin dest pê dike. Şeniyên herêmê li dijî vê jî bi bertek in. Lê mixabin ji ber ku zagona di erdnîgariya me de zagona mêtingeriyê ye ti kes guh nade daxwazên niştecihên herêmê. Ji ber wê jî weke DEM Partiyê em ê pêşberî vê talanê bisekinin û heta dawiyê jî li cem gelê xwe cih bigirin. Pêşberî wê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
 
‘BESTA JI NEFTÊ Û MADENÊ RE TÊ REZERVEKIRIN’
 
M. Zekî Îrmez, da zanîn ku herêma Bestayê jî hate desteserkirin û gelek deverên wê ji maden û neftê re hatine rezervekirin û wiha domand: “Di heman demê de li herêma Bestayê jî ku lêgerîna madenê lê heye binerd derek nemaye ku nehatiye rezervkirin. Gelek şîrketan gelek aliyên Bestayê desteser kirine û lêgerîna madenê dikin. Ew metirsiya me heye ku di demên pêşiyê de talaneke gelek mezintir çêbibe. Ji ber wê jî rezerv kirina Bestayê metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Li vê herêmê gelek gund hene û heke ku ev daristan neyên tunekirin bi mîlyonan sewalên biçûk û mezin bi rehetî dikarin xwedî bikin. Heke ku pêvajoyeke aşitiyê pêk bê hezaran welatî dê biçin ser gundên xwe bijîn û sewalkariyê bikin. Ji ber wê jî rezervkirina herêma Besta ya ji madenê re metirsiyeke mezine.” 
 
'DIVÊ KU LI DIJÎ QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ DENG DERBIXÎNIN'
 
Îrmez, got ku li dijî qirkirina xwezaya herêmê hewcehî birêxistinkirina bertekên civakî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne tenê bi lêgerîna neftê di heman demê de bi madenê jî hemû der û çiyayên me kun û qul kirine. Bi vê jî sînordar namîne û gundên gel îstîmlaq dikin. Heke ku li dijî vê talana xwezayê dengek xurt nêyê derxistin dê xwezaya vir bi giştî tune bikin. Ji ber wê banga me ji gel re heye ku pêşberî vê talanê bisekinin. Çawa ku li Rojavayê Tirkiyeyê xwezaparêz li dijî qirkirina xwezayê derdikevin divê ku li dijî qirkirina xwezaya Botanê jî dengê xwe derbixînin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût