Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin

img
MEREŞ - Gundê Çoçelî yê kurdên elewî yê bi ser navçeyê Bazarcix a Mereşê bi talankirina xwezayê vê rû bi rû hatiye hiştin. Şêniyên gund bertek nîşanî fabrîqaya çîmento û kana keviran ên li nezî gund hatine avakirin dan û xwestin ev febrîqa ji gundê wan bên rakirin. 
 
Xwezaya gundê Çoçelî yê navçeya Bazarcix a Mereşê tê talankirin. Li ser rê ya Mereş û Dîlokê li cihekî kîlometreyek dûrî gund kana keviran a Holdînga Sanko ya çîmento û şîrketa KÎPAŞ a çîmento hatiye avakirin û li nav erdên gund xebatan dikin. Şêniyên gund ji ber toz û dûman û teqîna dînamîtan bêzar bûne. Xaniyên gundiyên ku di 6'ê Sibatê di erdhejê de hilneweşiyan ji ber teqîna dînamîtan bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ne. Tevî bertekên şêniyên gund jî xebatên fabrîqayan berdewam in û cihên ku fabrîqe lê hatine bicihkirin jî gelek daristan hatine qîrkirin. Herî dawî jî li 350 metre dûrî gund di nav zeviyên zeytûnên gundiyan de bi rapora ÇED'ê şîrketa ECO ya enerjiya santral a biyokutleyê hat avakirin. Piştî ku şêniyên gund ji bo sekinandana xebatên vê santralê serî li dadgehê dan heta encama dadgehê diyar nebe xebatên santralê ku hê dest pê nekiribûn hat rawestandin.  
 
Şêniyên gund ku em li gund bi wan re axivîn ji ber teqîna dînamîtan a fabrîqeyan û toz û dûmanê gilî û gazînên xwe anîn ziman û xwestin ku ev fabrîqeyên nêzî gundê wan bên rakirin. 
 
FEBRÎQE DIBIN SEDEMA NEXWEŞIYAN
 
Ji welatiyên ku em li taxê bi wan re axivîn Dune Çoçeli (49) diyar kir ku fabrîqe nêzî 16 sal in dixebitin û tevî giliyên şêniyên gund jî xebatên fabrîqeyan berdewam dikin. Çoçelî anî ziman ku fabrîqe zirareke mezin didin zeviyên çandiniyê û wiha got: “Êdî ne zerzewat û ne jî fêkî li baxçeyên me şîn dibin. Ji ber dînamîtên fabrîqeyan xesareke mezin didin xaniyên me. Di erdhejê de xaniyên me ev qas zerar negirtin. Mergên ku sewalên me lê diçêriyan niha tije toz û dûman in, êdî cihekî ku sewal jê biçêrên jî nemaye. Li derdora gund, hundirê xaniyên me tev di nav toz û dûmanê de ne."
 
Çoçelî bi domdarî bi lêv kir ku ji ber xebatên fabrîqeyan nikarin li gund derkevin derve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber wesayitên kar ên fabrîqeyan em êdî nikarin li derdora gundê xwe jî bigerin. Her der wesayit in. Her tim çop li wan kargehan tê şewitandin. Ji ber dûmana wan em tev nexweş bûne. Nexweşiyên wekî bronşît û astim li me hemûyan peyda bûne. Ji bo rawestandina xebatên santralê dadgeh hê berdewam dike. Heke piştî biryara dadgehê ev santral jî bikeve meriyetê wê deme li vî gundî jiyan nabe. Em dixwazin ev fabrîqe li derdora gundê me bên rakirin. Malên me bi xetereya hilweşandinê re rû bi rû ne.”
 
'EM DIXWAZIN FEBRÎQA BÊN RAKIRIN'
 
Ji şêniyên gund Şîrîn Mete (45)jî destnîşan kir ku ji ber teqîna dînamîtan toz û dûmana fabrîqeyan di nava gund belav dibe û ev tişt gotin: "Beriya ku ev fabrîqe bên avakirin rewşa me ya tenduristiyê baş bû. Baxçeyên me berhemdar bûn. Lê niha her tim toz li ser zeytûnên me heye û baxçeyên me tiştekî hilnaberînin. Bi şev li derve bêhneke xirab li nava gund belav dibe. Hem zerareke mezin dide xwezayê hem jî mirovan. Em dixwazin ev kargeh ji cihên ku mirov lê dijîn bên derxistin. Li dijî fabrîqeyan me gelek çalakî jî li derxistin û bertek nîşan dan lê tiştek bi destê me nehat."
 
'XANIYÊN ME XESAREKE MEZIN GIRTINE'
 
Zeynep Sicakyuzê (80) jî der barê zirara fabrîqeyan de bi lêv kir ku xaniyên wan ên ku di erdhejê de hilneweşiyan niha ji ber dînamîtên fabrîqeyan bi xetereya hilweşandinê re rû bi rû ne û wiha pê dê çû: "Yek erdhêj yek jî ev dînamît wê van xaniyan bi ser me de hilweşînin. Em dixwazin ev fabrîqe ji gundê me bên rakirin." 
 
Şêniya gund a bi navê Elîf Bîaç (51) jî xaniyê xwe yê ku ji ber teqîna dînamîtan xisar girtiye nîşanî me da û wiha bertek nîşanî fabrîqeyan: "Heke em ji vir derkevin em ê bi ku ve biçin. Lê bi neçarî li vir in. Xaniyê me ji ber teqîna dînamîtan a fabrîqayan tev xesar girtine. Em dixwazin ev fabrîqe ji derdora gundê me bên rakirin. "  
 
MA / Mahmût Altintaş