Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye

img
ÊLIH - Çemê Êlihê ji bo erdnîgariya Êlihê wekî çavkaniya debar, av, oksîjen û çavkaniya nebatan e. Lê ji ber rayedarên dewletê tedbîran nagirin, di çem de kanên xîzê tên kolan û fabrîqetorên li pîşesaziyê hemû berhemên sanayê di nava çem de vala dikin. Qirêjkirina çem, siberoja çem dixe talûkeyê. 
 
 
Çemê Êlihê ji bo debara gelê Êlihê û sewalên herêmê çavkaniya av, nebat, hewa û oksîjenê ye. Jiyan li dora Çemê Êlihê ava bûye. Lê di salên dawî de ji ber rayedar tedbîran nagirin, gelek şîrketên kar di nava çem de kanên xîzê vedikin. Dîsa gelek karsaz û pîşesaz ên li pîşesaziyê (sanayê) kar dikin, hemû berhemên fabrîqeyan kom dikin û li nava çem vala dikin. Ji ber berhemên pîşesaziyê li nava çem rodikin û ava laxim û loxeran devî diherikînin nava çemê Êlihê, ava çem her ku diçe qirêj dibe û kêm dibe. Berhem û bermahiyên wekî plastîk, hesin, moloz, xweliya komirê û gelek bermahiyên din ên li hundirê çem tên rokirin hem avê qirêj dike û hem jî çavkaniya oksîjen û nebatan tevan dixe talûkeyê û jiyana li dora çem geş dibe, her ku diçe hişk û zuha dibe. 
 
Şaredariya Êlihê ku ava loxerê berdide Çemê Êlihê avê qirêj dike. Ji ber av qirêj dibe gelek zindiyên ku di çem de dijîn jiyana wan dikeve talûkeyê. Aktîvîstê Ekolojiyê Huseyîn Akil, anî ziman ku Çemê Êlihê yek ji çavkaniyên herî girîng ên jiyanê ye û wiha got: "XWediyên fabrîqeyên ku li Herêma Pîşesaziya Organîzê (OSB) hemû berhem û bermahiyên zêde davêjin ava çemê Êlihê. Ji ber vê yekê ava çem hem qirêj dibe û hem jî jahrînî dibe. Gelek sewalên di nava avê û derdora avê de dijîn ji ber qirêjiyê dimirin û herêmê terk dikin. Akin, anî ziman ku ava Çemê Êlihê ji bo gelê Êlihê pir girîng û jiyanî ye û wiha got: "Nêzî 115 km di nava axa Êlihê re derbas dibe. Ev ji bo gelê Êlihê pir bi qîmet û mihîm e. Divê rayedar destûr nedin ava çem qirêj bibe û lazim e çem biparêzin û ava çem paqij bikin:" 
 
MA / Fethi Balaman