Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e

img
WAN - Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik bal kişand ser texrîbata ekolojiyê ya li Kurdistanê û got ku çareseriya pêşîlêgirtina vê texrîbatê, xwedîderketina li paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocaln e. 
  
Rûxandina ekolojiya Kurdistanê di demên dawî de zêde bû. Kurdistan, ji hêla avê ve erdnîgariyeke dewlemend e û gelek çem û rûbarên wê hene. Li ser van çem û rûbaran jî Santarlên Hedroelektrîk (HES) û bendavên ewlehiyê tên çêkirin. Hêj hinek bendav û HES jî tên çêkirin. Bi vê yekê re çavkaniyê avê yên li Kurdistanê tên tunekirin. Her sal bi hinceta ewlehiyê bi sedhezaran dar tên birîn û daristan tên tunekirin. Her wiha ev daristan bi hinceta baregehên leşkerî û “rêyên ewlekariyê” tên tunekirin. 
 
Hevserokê Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêşvebirina Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) Alî Kalçik têkildarî polîtîkayên qirkirina ekolojiya Kurdistanê ya di meriyetê de axivî. 
 
QIRKIRINA EKOLOJÎK 
 
Kalçik, got ku li Kurdistanê di bin navê “ewlekariyê” de bi destê dewletê qirkirina ekolojiyê tê kirin û diyar kir ku gefekî mezin li ser xwezaya Kurdistanê heye. Kalçik, da zanîn ku divê ev qirkirin ji du aliyan ve were nirxandin û ev tişt anî ziman: “Ya yekemîn, wêraniya ku kapîtalîzma hov bi xwe re tîne ye. Ya duyemîn jî qirkirina ekolojiyê ya di bin navê şerê taybet de li Kurdistanê tê kirin e. Li her devera cîhanê şewatên daristanan çêdibin lê li Kurdistanê daristan bi destê dewletê tên şewitandin. Weke mînakekî şênber; li gundê Orencîk ê Çiyayê Katoyê li ser 2 doniman kalekol hate çêkirin. TSK’ê ji bo vê qereqolê nêzî 100 hektarên daristanê tune kir. Bi heman awayî di nava 3-4 salên dawî de li Cudî, Gabar û Kato daristan bi destê dewletê tên şewitandin û birîn. Li tu deverekê cîhanê tiştekî wiha nîne.” 
 
‘BENDAVÊN EWLEKARIYÊ’
 
Bi domdarî Kalçik anî ziman ku li her deverên cîhanê bendav ji bo avdayîn û enerjiyê tên çêkirin û wiha pê de çû: “Lê Kurdistanê ji bo ewlehiyê tên çêkiri,n. Her wiha li her devera cîhanê rê tên çêkirin. Lê li Kurdistanê bi hezaran qadan di bin navê ewlehiyê de rê tên çêkirin, daristan tên tunekirin û xweza tê qirkirin. Ev yek jî talûkeyeke mezin li ser hevsengiya ekolojiya Kurdistanê çêdike û texrîb dikin.” 
 
‘DIXWAZIN WISA LI ERDNÎGARIYÊ BIKIN KU NEMA KESEK BIKARE LÊ BIJÎ’ 
 
Kalçik, diyar kir ku armanca ji vê polîtîkaya qirkirina ekolojiyê ya bi destê dewletê tê meşandin ew e ku wisa li Kurdistanê bikin ku nema kesek bikare lê bijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi polîtîkayên kapîtalîzma hov re êdî mercên ku mirov qala ekolojiyê bike nema ne. Weke mînak; li Geliyê Zîlanê HES hate çêkirin. Ev HES û bikaranîna wê dane destê kesekî ji derve ku dijminê kurdan e. Ev kes bêyî ku tu pîvanan nas bike enerjiyê hildiberîne. Her wiha gelek bendav ne ji bo enerjî û avdanê, ji bo ku xwediyên wê jê kar bikin hatine çêkirin. Anku niha li Kurdistanê sepanên pir zirav ên wehş ve tê birêvebirin.” 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ QIRKIRINA EKOLOJÎK BISEKININ’ 
 
Kalçik, anî ziman ku rêya çareseriya pêşîlêgirtina vê qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Mercên me yên jiyanê yên li Kurdistanê êdî xwedî pênaseyekî nînin. Niha li dijî xwezaya Kurdistanê texrîbateke mezin heye. Heke em rê li ber vê rewşê negirin, dê li Kurdistanê hişkesalî, bêavî û bêberhemdariya axê dest pê bike. Dê bike ku zindiyên li xwezaya Kurdistanê tune bibin. Lewma divê em paradîgmaya birêz Oalan bixin meriyetê. Divê her kes xwedî li vê paradîgmayê derkeve. Em jî dê ji bo vê têbikoşin.” 
 
MA / Hakan Yalçin