Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin

img
MÛGLA - Yek ji dildarên Înîsiyatîfa Avê Gongor Erçîl jî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka tîbûnê ya li Mûglayê tehsîskirina çavkaniyên avê ya ji bo santralên termîk  e û got ku ger dest ji vê rewşê bê berdan, dê pirsgirêka ava vexwarinê ya bajêr çareser bibe.
 
Li Mûglayê ji ber kanên keviran û santralên termîkê qadên daristanan tên texrîbkirin. Her wiha bikaranîna nebaş a çavkaniyên avê bajar mehkûmî tîbûnê dike. Di van salên dawî de bi kêmbûna baranê re asta ava Bendava Ataturkê ya Marmarîsê ji sedî 90'î daketiye ji sedî 60'î. Li Bendava Geyikê ku di 30'yê Îlona 2019'an de rêjeya dagirtina wê ji sedî 75 bû, ev rêje daketiye ji sedî 16'an; Rêjeya dagirkirina Bendava Mûmcûlarê ku ji sedî 49 bû, daketiye ji sedî 10'an. Ev rewş dibe sedem ku pirsgirêka tîbûnê her roj zêdetir bibe. Bi taybetî di mehên havînê de ji ber ku nifûsa Bodrumê zêde dibe pirsgirêka avê jî rû dide. 
 
Ji dildarên Înîsiyatîfa Avê ya Muglayê Gongor Erçîlê der barê pirsgirêka avê ya li bajêr û pêşniyazên çareseriyê de axivî.
 
'AV TAHSÎSÎ SANTRALÊN TERMÎKÊ TÊ KIRIN'
 
Erçîl diyar kir ku ji ber ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) avê tehsîsî santralên termîkê dike bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin û got ku av wekî sermayeyê tê bikaranîn. Erçîl destnîşan kir ku av mafê hemû zindiyên xwezayê ye û bi taybetî jî mafê mirovan e û got ku di encama polîtîkayên hikûmeta navendî û Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê de av hatiye bazirganîkirin.
 
Erçîl wiha got: "Li aliyê din di Mijdara 2023'yan de Dîrektîfa Avê ya bi îmzeya Serokkomar Erdogan hat weşandin. Lijneyên Koordînasyona Avê yên Bajêr dê bên avakirin. Em difikirin ku ev dê bibe sepaneke ku dê tevkariyê li bazirganiya avê bike. Em vê yekê qebûl nakin. Divê em bi hev re ji bo çarenûsa avê biryarê bidin."
 
REWŞA LI ÎKÎZKOYÊ
 
Erçîl bal kişand ser wê yekê ku Mûgla bajarekî di nava du çeman de ye û got ku tevî vê yekê jî bendavên Mûglayê ziwa bûne. Erçîl diyar kir ku MUSKÎ ku îştirakeke Şaredariya Bajarê Mezin e bi mantiqeke şîrketî tê birêvebirin û wiha got: “Dîsa DSÎ çavkaniyên avê yên li Yataganê tehsîsî Santrala Termîk a Yatagan kir. Bi taybetî pirsgirêka tîbûnê ya Bodrumê derketiye asteke ku nayê veşartin. Dîsa li Îkizkoyê gel bi rojan bê av man. Bi hinceta ku pêdiviya Îkizkoyê bi Santrala Termîk a Yenîkoyê heyû bê av hat hiştin. Pirsgirêk ev e."
 
Erçîl diyar kir ku santral çavkaniyên binerd û sererdê qirêj kirine û diyar kir ku li Kapubagê depoya çopê ya Santrala Termîk a Yataganê heye.                                                                                                                                                                                                                    
 
Erçîl destnîşan kir ku projeyên DSÎ yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê terxan kirine dê nebın çare û wiha got: "Li Datça û Bozburunê projeyên dawerivandina avê hene. Ev projeyên bazirganiyê ne. Projeyên ku ava Sandras û Koycegîzê dibin Bodrumê jî hene. Pêdivî bi van tune ye. Li Tirkiyeyê di çarçoveya Projeya Xurtkirina Guhertina Avhewayê de, ev der yek ji 4 bajarên pîlot e lê tê gotin ku li vir pirsgirêka avê tune ye. Jixwe ava ku didin santralên termîkê, milyonek şêniyên Mûglayê dikarin pêdiviyên xwe dbaîn bikin." 
 
MA / Tolga Guney