Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê

img
AMED - Di dema xebatên viyadûkê yên li navçeya Pasûsê re de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê ya dîrokî. 
 
Di dema karê çêkirina viyadûkê ya 9’emîn Midûriyeta Herêmê ya Rêbejeyê ya Amedê de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt pira dîrokî ya Geliyê Goderneyê. Midûriyeta Herêmê ya Rêbejê li nêzî gundê Geliyê Goderneyê ya Pasûrê xebatên viyadukê ya bi dirêjiya 700 metreyan ku dê navçeyên Farqîn, Hezro, Lice yên Amedê û navçeya Gimgimê ya Mûşê girêdayî hev bike da destpêkirin û di dema xebatan de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt pira dîrokî ya Geliyê Goderneyê. 
 
Ji ber ku zirar gihişt pira dîrokî, rê ji hatin û çûnê re hate girtin. 
 
Pira dîrokî navê xwe ji gundê Geliyê Goderneyê digire û li ser Çemê Sarimê ye. Pira dîrokî ku navçeyên Pasûr, Farqîn û Hezroyê girêdayî hev dike, di serdema Abdulhamîtê Duyemîn de hatiye çêkirin. Mîmariya pira behsa xeberê dişibe Pira Malabadiyê ya li Farqînê. Pir, ji kevirên li bakurê gund ên bi awayeke taybet hatine amadekirin hatiye çêkirin.