Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin

img
MUGLA - Biryara îstîmlaqkirina lezgîn a ji bo 190 parselên li derdora daristana Akbelen a Mîlasê hatibû dayîn, hate betalkirin. 
 
Di 11’ê adarê de bi biryarnameya bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin, ji bo 190 parselên li derdora Daristana Akbelenê ya Mîlas a Mûglayê biryara îstîmlaqkirina lezgîn hate dayîn. Biryara behsa xeberê dîsa bi biryarnameya bi îmzeya Erdogan hate betalkirin. Biryara nû ya ji bo îstîmlaqkirina eraziyên di nava sînorên Îkîzkoy, Çamkoy û Karacahîsar a Mîlasê, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.