Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin

img
COLEMÊRG - Li herêma Marunis a Colemêrgê li dijî xebatên madenê bi 4 daxwazan çalakiya nobetê hate destpêkirin. 
 
Li gundê Marunis ê Colemêrgê ji sala 2007’an ve xebatên madenê yên dibin sedema wêrankirina xwezayê didomin. Welatiyên li dijî xebatên madenê çalakiya nobetê dane destpêkirin. Şêniyên herêmê yên ji navçe û navendên derdorê hatin xwestin ku xebatên madenê yên Şîrketa Madenê ya Sedex Resourcesê dane destpêkirin bên rawestandin. 
 
40 KESAN NOBETA EWIL DEWR GIRTIN 
 
Welatiyên ji Pira Şinê ya li ser rêya bejahiyê ya di navbera navçeya Çelê û Colemêrgê de ye ber bi geliyê qada madenê lê ye ve meşiyan, li cihê ku xweza lê tê werankirin daxuyanî dan. Welatiyan daxwazên xwe ji xwediyê şîrketan re ragihandin. Komeke hate diyarkirin ku ji 40 kesan pêk tê, nobeta ewil dewr girt. 
 
Salîh Kûrt ê diyar kir ku ji ber xebatên li qada madenê mexdûr bûne, anî ziman ku kanên madenê li mêrgên wan e û got: “Ji ber xebatên me yên madenê axa me qirêj bû. Çavkaniyên me yên avê bi jehrî bûn û nikarin bên vexwarin. Qirêjiya hewayî zêde bûye û rê li ber pirsgirêkên bêhn standinê vekiriye. 
 
‘BILA DEMILDEST BÊ RAWESTANDIN’ 
 
Kûrt, bi lêv kir ku qadên çêregehan ên sewalan ji holê hatine rakirin û wiha berdewam kir: “Xwezaya gundê me ya xweşik xera bû. Tevî van pirsgirêkan şûna ku xebatên madenê bên rawestandin, bênavber didomin. Weke gundiyan tevî dehan caran serî li rayedaran da jî çareserî nehate peydakirin. Êdî hêza me ya xwe li ber bigirin nema ye. Ji bo parastina mafên gundê me û nifşên pêşerojê dixwazin xebatên madenê demildest bên sekinandin.”
 
DAXWAZ
 
Kûrt daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
* Bila xebatên kana madenê ya li qadên çêregehê yên gundê Marunisê demildest bên rawestandin. 
 
* Bila tazminata zirara ku kana madenê daye derdorê bê dayîn. 
 
* Bila qadên jiyanê yên gundiyan weke berê lê bên kirin û texrîbata xebatên madenê ji holê bên rakirin. 
 
* Bila li herêmê jinûve dar bên çandin.