Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin

  • rojane
  • 09:10 24 Gulan 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Hevserokê ÎHD'a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin got, ew ê kesên ku gef lê xwarine tim nerihet bike. 

Kesekî di 15'ê Gulanê de telefonî Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Coelemêrgê Yûsûf Çobanoglû kiribû û gotibû: "Em ê te û yên wekî te ji holê rakin. Em ê elemanên rêxistinê yên wekî te berhev bikin. Navê te ji navendê ragihandin, hindik ma." 
 
Gelek derdoran bertek nîşanî vê gefê dan. Çobanoglû ji bo kiryar bên dîtin û pêvajoya hiqûqî bê birêvebirin serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê da û xwest kesên gef lê xwarine bên cezakirin. 
 
Çobanoglû anî ziman ku kesên telefonî wî kiriye bi sewteke "mafyayî" gef lê xwarine û got, xwest kiryar rojek berî rojekê bên dîtin û darizandin. Çobanoglû bilêv kir ku Waliyê Colemêrgê wekî waliyê salê hatiye bijartin û got: "Ev gef, li hemû parêzvanên mafan hatiye xwarin. Gelo dê walî ji bo van gefxwarinan çi bike, em bi meraq li bendê ne. Hêvîdar im wekî yên din nebe kiryar nediyar. Ger kiryar neyên dîtin û neyên cezakirin dê ev gefên bi mirinê bidomin." 
 
‘CIVAKA DEMOKRATÎK JI HOLÊ TÊ RAKIRIN'
 
Çobanoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava gelek saziyan de hêzên paramîlîter hene û ev hêz cesaretê ji "polîtîkaya bêcezatiyê" digirin û gefên bi vî awayî dixwin. Çobanoglû destnîşan kir ku ew ne ehlê tahdeyê ne û dixwazin ev neheqî bi rêyên hiqûqî bên cezakirin. Çobanoglû di dewama axaftina xwe de wiha axivî: "Em dixwazin civak bi awayekî ewle bijî. Em dixwazin her kes di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de xwe îfade bike. Mixabin gava em zimanê aştiyê û mafê mirovan diparêzin bi mirinê gef li me tên xwarin. Em bang li van derdorên gefxur dikin; em ê tim zimanê aştiyê, li dijî îşkenceyê rûmeta mirovan biparêzin. Ne ez ne jî hevalên min dê tu carî serî li ber van gefan nexwin. Em dixwazin di civakeke demokratîk de bijîn, lê bi gefên bi vî rengî civaka demokratîk ji holê tê rakirin." 
 
‘LI PARÊZVANÊN MAFAN HATIYE XWARIN'
 
Çobanoglû anî ziman ku ji ber xebatên wan ên li dijî binpêkirinên mafan gef li wan hatine xwarin û wiha got: "Saleke ez bi awayekî çalak di bin banê ÎHD'ê de xebitim. Heya niha bi vî awayî gef li min nehatibûn xwarin û bi mirinê gef li min nehatibû xwarin. Li bajêr tu hisûmetek min ne bi muwekîlekî/ê re ne jî bi kesekî/e din re heye. Ez ê ku heya niha qet gef li min nehatibûn xwarin, ji ber ku parêzvaniya mafên mirovan dikim gef li min hat xwarin. Em li vî bajarî li hemberî binpêkirinên mafan ên di warê hawirdor, mulkiyet, mafê jiyanê û îşkenceyê de têdikoşin. Dibe ku ev kes ji ber van xebatên me nerihet bûbin. Me gelek caran feraseta rantxur, bûyerên mirinê û bûyerên mafên jiyanê binpê dikin bi raya giştî re parvekirin. Dibe ku ev kes ji ber vê nerihet bûbin. Ez wisa difikirim ku ev gef ji ber vê hatiye xwarin. Ev gef di şexsê min de li hemû parêzvanên mafên mirovan hatiye xwarin." 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
 
Çobanoglû destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dîrokên cuda de gelek parêzvanên mafên mirovan bi êrişan re rû bi rû mane û wiha pêde çû: "Lê divê em van gefan û êrişan bi rêyên hiqûqê berteref bikin. Ger em di vî warî de ne xwedî biryar bin mixabin dibe ku di pêş de em bi bûyerên êşbar re rû bi rû bimînin. Em natirsin, em ê tu carî ji aştiyeke birûmet û jiyaneke birûmet tawiz nedin û paş de gav neavêjin. Dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin, lê gava em xebatên xwe dikin em xwe didin ber her barî. Em ê derdorên bi vî rengî tim nerihet bikin û em ê tu carî dev ji parêzvaniya mafên mirovan bernedin." 
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN'
 
Çobanoglû anî ziman ku di dema AKP-MHP'ê de binpêkirinên mafan her diçin zêdetir dibin û got: "Di warê hikûmetê de halê me ne tu hal e. Ger ji hezar payên bûyerên li Tirkiyeyê parek tenê jê li dewletên din biqewimiyana dê hikûmet îstifa bikirana. Lê mixabin li cem me tiştekî wiha tune ye. Gava mirov li daraza sedsalaî ya komarê, li siyaseta wê û partîkên hikûmetên wê mêze dike dibîne ku rêza ji bo nêrînên din qet tune ye. Karneya mafên mirovan Tirkiyeyê qet nebûye karneyek baş. Binpêkirinên mafan zêde dibin. Gava em li rapor û dosyeyên DMME'yê mêze dikin, li cîhanê herî zêde Tirkiye û Rûsyayê maf û PMME'yê binpê kirine." 

Sernavên din

14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir HATE NÛKIRIN
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê