Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê

  • rojane
  • 10:26 24 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên serdest vîna êzdiyan tune dihesibînin û bi “Peymana Şengalê” dixwazin artêş û rêveberiyek nû ava bikin û ev hêz dixwazin xwe bigihînin çavkaniyên binê erdê û armanc dikin ku pêşkêşî bazara dinyayê bikin. 
 
DAIŞ’ê piştî Sûriyeyê di 8’ê Hezîrana 2014’an de êrişî Mûsûlê kir û ew herêma jê re Nînova tê gotin dagir kir. DAIŞ’ê hem li Iraqê hem jî li Sûriyê gelek axa bi xêr û ber ku hem li ser axê û hem li bin erdê dewlemend e desteser kiribû. DAIŞ’a hov di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişên giran bir ser navend û warê qedîm ên êzdiyan Şengalê. Bi destpêkirina êrişan re hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê ji Şengal û derûdora wê reviyan û civaka êzdî bi tenê û li dijî êrişên hovane yên DAIŞ’ê bêparastin hiştin. Di êrişên bêserûber ên DAIŞ’ê de 5 hezar jinên êzdî hatin qetilkirin, nêzî 10 hezar kes bi tevî jin û zarokan ve revandin. Bi sed hezaran welatiyên êzdî neçar man ji ser mal û milkên xwe koç bikin û ketin ser rêya pênaberiyê. Êzdiyan van êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê wek Fermana 74’emîn bi nav kir. 
 
YEKÎNEYÊN XWEPARASTINÊ 
 
Bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê re hêzên HPG, YJA-STAR’ê, YPG’ê û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û gihîştin hawara êzdiyan. Van hêzan xwe gihand sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê û korîdora rizgarkirinê ji Çiyayê Şengalê ber bi Rojava ve vekirin. Bi sed hezaran êzdî di vê korîdorê de birin cihên bi ewle û wan ji qetlîamê rizgar kirin. Hê di 2014’an de êrişan berdewam dikir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat damezrandin. Pişt re jî Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzdîxanê hat avakirin. Bi vê terza artêşbûnê re di dîrokê de cara yekem bû ku êzdiyan hêzên xweparastinê ava kirin. Ev hêz bi awayên kordîneyî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan. 
 
XWESERIYA DEMOKRATÎK 
 
Di rojên giran ên ku hê êriş li ser Şengalê berdewam dikirin, di 14’ê Çileya 2015’an de bi vîna civaka êzdî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) damezrandina xwe ji cîhanê re ragihand. Piştî ragihandina Meclisa Xweser di 14’ê Mijdara 2015’an de hêzên kurdan Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar û paqij kirin. Xelkê li Şengalê ji nû ve dest bi pêvajoya avakirinê kir. Ewilî malên xwe, kolanên xwe û qadên jiyanê ava kirin. Dûre êzdiyan di warê ewlehî, çadn, parastin, aborî, dîplomasî û polîtîkayê de xwe bi rêxistin kirin û li dijî cure êrişan bi xwe bi xwe hêza xwe ava kirin û xwe parastin. Li ser vê yekê HPG’ê di 1’ê Nîsana 2018’an de daxuyanî da û ragihand ku êdî Şengal azad bûye û êdî dê parastina wir ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve bê kirin û hêzên xwe ji wir vekişand. 
 
PDK’Ê XWESERIYÊ NAS NEKIR 
 
Hêzên PDK’ê ku di kêliya DAIŞ’ê êrişî Şengalê dikir xwe diavêtin qaseyên kamyon û kamyonetan direviyan, bi hezaran êzdî bi qetlîamê re rûbirÛ hiştin. Roja ku Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li serê Çiyayê Şengalê daxuyanî da û vê îdiayê kiribû: “Pêşmergeyan Şengalê rizgar kir. Ji bilî pêşmergeyan tu hêz tev li operasyonê nebû.” Berê axa Şengalê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de cihek bi nîqaş bû. Piştî Xweserî li Şengalê hat ragihandin, Barzanî ji bo ku hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê bike her tim bang dikir. PDK’ê îdia kir ku xweseriya li Şengalê “ne rewa ye” û di 3’yê Adara 2017’an de êriş bir ser bajarokê Xanesora Şengalê. PDK’ê ji van êrişan tu encam bi dest nexist û dîsa Şengalê kir hedef û bang li artêşa Iraqê kir ku bikeve Şengalê. 
 
‘PEYMANA ŞENGALÊ’ 
 
Tirkiye û Amerîkayê fişaran li hikûmetên Bexdayê û Hewlêrê kirin û di encama vê yekê de di navbera Bexda û Hewlêrê de di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin. 
 
3 xalên bingehîn ê vê “Peymanê” wiha ne: 
 
1-RÊVEBERΠ
 
* Dê kesek serbixwe ji bo Şengalê wek qeymeqam were bijartin. Divê tu astengiyên vî kesî li hemberî qanûnan nebin û dê ev esas were girtin. 
 
* Piştî diyarkirina qeymeqam dê di navbera her du aliyan de (Baxda-Hewlêr) komîsyonek hevpar were avakirin û meqamên îdarî yên li herêmê di ber çavan re werin derbaskirin. 
 
2- EWLEHΠ
 
* Tenê dê polîsên xwecihî, Musteşariya Ewlehiya Netewî û Serwîsa Îstîhbarata Netewî ji ewlehiya navçeyê berpirsiyar bin û hemû hêzên din ên çekdar (Asayîş, YBŞ û YJŞ) dê ji Şengalê bên derxistin. 
 
* Ji bo hêzên ewlehiya navxweyî were destekkirin, dê hêzek ewlehiyê ya ji 2 hezar û 500 kesan pêk were bê avakirin. Dê di navbera vê hêzê de dabeşkirina wezîfeyê bi awayek adilane were kirin û rewşa koçberên li kampan dijîn li ber çavan were girtin. 
 
* Li Şengalê û derdora wê PKK û hêzên bi ser PKK’ê ve dê dawî lê bê anîn. Dê destûr ji tu hêzek girêdayî PKK’ê re ku bi rola xwe rabe re neyê dayîn. 
 
3 - JI NÛ VE AVAKIRIN 
 
* Ji bo ji nû ve avakirina navçeyê dê komîsyonek hevpar ji aliyê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were avakirin. Dê ast û armancên vê komîsyonê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê û Waliyê Nînovayê ve bê diyarkirin. 
 
* Her wiha dê komîsyonek mijarên îdare û ewlehyê di cih de bişopîne û kontrol bike were avakirin. 
 
Bi vê “Peymanê” re hat xwestin ku Şengalê bibin beriya pêvajoya fermanê ya 2014’an. Êzdî ji roja ewil ve li dijî vê “Peymana” ku îradeya wan nas nake derketin. 
 
MALBATA BARZANÎ DI HER FIRSETÊ DE ŞENGALÊ DIKE HEDEF 
 
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftinek xwe de gotibû, “Şengal ne fermî ye. Li dijî qanûnan e.” PDK di her kêlî û firsetê de Şengalê hedef dide nîşandan. Ev çend sal in Tirkiye bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê dike. Tirkiyeyê di 23 û 25’ê Tebaxa 2020’yan de êrişî Şengalê kir. Tu encam nehat bidestixstin. Li ser banga PDK’ê ewilî xendekên 3 metre kûr û 3 metre fireh hatin kolandin, ev nebes bû niha jî bi qasî dirêjahiya 250 kîlomtereyî û bi bilindahiya 3 metreyî û firehiya 75 santîmetreyî dîwar di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de tê lêkirin. 
 
Li aliyekî çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de berdewam dike li aliyekî jî bi navtêdana PDK’ê li ser fermana Serokwezîr Kazimî, artêşa Iraqê di 2’yê gulanê de êrişî Şengalê kir. Di navbera artêşa Iraqê û hêzên Asayîşa Êzdîxan, YBŞ û YJŞ’ê de şerên giran qewîmî. Xelkê Şengalê li dijî êrişan rabû û êriş di 4’ê gulanê de hatin sekinandin. Li ser rawestandina êrişan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyanî da û bang li hikûmeta Iraqê kiribû: “Em destnîşan dikin ku Peymana Şengalê were sepandin. Divê berpirsiyariya dikeve ser milê hikûmeta Iraqê bi cih bîne.” Bi vê daxuyaniyê re carek din Şengal hedef hat nîşandan. 
 
DIXWAZIN XETÊN ENERJIYÊ BIXIN KONTROLA XWE 
 
Sedema ku Amerîka, Enqere, Hewlêr û Bexda naxwazin Meclisa Xweser a Şengalê nas bikin ew e ku dixwazin herêmê bixin kontrola xwe û dixwazin raste rast xwe bigihînin çavkaniyên enerjiyê. Bi bahaneya xwegihandina çavkaniyên bin erdê re dixwazin Şengalê dagir bikin û ji ber vê yekê ye ku artêşa Iraqê her tim navtêdanê li artêşa xwe dike ku êriş bikin. Bi şerê Ûkraynayê û Rûsyayê re krîza gaza xwezayî li tevahiya dinyayê belav bû. Di serî de Îngîlistan gelek welatan çav berdaye çavkaniyên binerde yên li Mûsûl û Kerkûkê. Navtêdana PDK’ê ya li dijî Şengalê didome û li herêmê hê jî hêzên artêşa Iraqê sekinîne. 
 
 

Sernavên din

09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin