Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û wiha bang li partiyên muxalefetê kir: “Divê em li dijî şer, aştî, azadî, ked û rûmeta xwe biparêzin.  Her dudiliyeke di vê mijarê de, dê bi kêrî polîtîkaya desthilatdariyê bê. Em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal bin. Divê kesek nekeve xefika desthilatdariyê.”
 
Hevserokê  Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Ji krîza aborî heta krîza NATO’yê, êrişên li dijî siyasetê û Doza Kobanê di gelek mijaran de nirxandin kirin. Sancar, ji ewil qala Qirkirina Çerkesan kir û got ku yek ji trajediyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ne. Sancar, destnîşan kir ku ew bi daxwazên gelê çerkes re ne. 
Mîthat Sancar, diyar kir ku piştî pandemiyê, dinya niha jî bi karesatên nû re ri bû rû ye û wiha got: “Qada vê ya herî mezin jî şer û xwebiçekkirin e. Piştî ragihandina pandemiyê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), agirbesta kûrewî ragihand. Lê mixabin kesekî bi vê bangê nekir. Endamên konseyê jî di nav de, di van mehên dawî de li seranserî cîhanê dewlet xwe bi çek dikin û ketine pêşbirka pevçûnan. Polîtîkaya dagirkeriyê ya Rûsyayê û şerê li dijî Ûkraynayê li holê ye. Israra xwebiçekkirin û berfirehkirinê ya NATO’yê jî rewşa heyî xerabtir dike. Em dibêjin ku polîtîkaya şer û xwebiçekkirinê dê bi xwe re bêhtir mirinên sivîlan, xela û pirsgirêkên ewlekariyên şexsî û kolektîf bîne. Heke lêgerîneke ji bo îstîqrarê hebe, divê neyê jibîrkirin ku rêgeza wê ya bingehîn, polîtîkaya demokrasiyê ye.”
 
‘TIŞTA HERÎ LEZGÎN AŞTÎ YE’
 
Bi domdarî Sancar, daxuyand ku saziyên dîplomasî û demokrasiyê yên ku di dema şerê sar de ji bo pêşîlêgirtina şer hatibûn avakirin, niha hatine bêbandokirin û wiha domand: “Her ku saziyên leşkerî xurt û mezin dibin, dê saziyên dîplomasî û demokrasiyê jî qelstir bibin. Ev jî dê hem bo dinyayê û hem jî bo tevahiya gerstêrkê encamên rûxîner bîne. Niha ji bo welatê me, herêm û cîhanê tişta herî lezgîn demokrasî, aştî, îstîqrar, edalet, azadî û piştevanî ye. HDP ji bo vê perspektîfê heye. Divê kesên debara xwe ji krîz û şer dikin baş bizanin ku gel û cîhan ji wan mezintir in. Heke gelên me werin ba hev û di çarçoveya hinek rêgez û armanca de hêzên xwe bikin yek, dê bikarin pêşî li ber vê tarîtiyê bigirin. Weke HDP’ê em amade ne ku li Tirkiye, Ewropa û li seranserî cîhanê rola xwe bilîzin.” 
 
POLÎTÎKAYA DERÎAQIL
 
Di berdewamê de Sancar qala polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandora polîtîkaya şer a desthilatdariyê, weke êrişên li dijî daxwazên demokrasiyê li gel vedigerin. Rojane kes tên binçavkirin, maf û azadî tên binpêkirin, zextê li siyaseta demokratîk dikin û zimanê nefretê li dijî penaberan bi kar tînin. Şanoyên kurdî, konserên ku dê stranên bi kurdî tê de bên gotin tên qedexekirin. Em bi feraseteke derîaqil û bêwijdan re rû bi rû ne. Zîhniyeta ku hêja Apê Mûsa ji ber fîtika kurdî binçavkirî û îşkencekirî, di roja me de hêj didome û hêj mezintir dibe. Êdî hindik ma ye fîtika bi kurdî jî bibe sedema qedexe û cezayan. Ev desthilatdariye dijminatiya kurdan dike. Lê nabînin bê ka vê dijminatiyê çi bi serê desthilatdariyên din anîne. Gelê kurd her tim li dijî van zextan li ser pêya ma ye, li ber xwe da ye û xwedî li rûmet û mafên xwe derketiye. Dê ji vir û şûnde jî ji vê sekna xwe tawîz nede û van polîtîkayan têk bibe.” 
 
LI ÛKRAYNEYÊ AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN ŞER 
 
Sancar, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û wiha pê de çû: “Wî bi xwe duh got ku dê operasyonên leşkerî yên li herêmê zêdetir bikin. Divê em tevek bibînin ku dê ev hewldan gelên herêmê têxe nava pêvajoyeke din a tarî û bixwînî. Em baş dibînin bê ka helwesta wan a aştiyane ya ji bo şerê Ûkraynayê çiqas durû ye. Li wir bûye kevoka aştiyê û li Rojhilata Navîn û welatê xwe jî bûye bazê şer. Ev polîtîkaye, li ser hewldanên demorasiyê gefeke mezin e. Divê hemû kes vê rastiyê bibîne. Heke em di sekna li dijî şer de bibiryar nebin, dê tesarûfa me ya li ser jiyanên me kêm bibe û jiyanên me bikevin nava lepên çendek sermayedaran. Divê em li dijî şer, aştî, azadî, ked û rûmeta xwe biparêzin.  Her dudiliyeke di vê mijarê de, dê bi kêrî polîtîkaya desthilatdariyê bê. Em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal bin. Divê kesek nekeve xefika desthilatdariyê. HDP dê vê xefikê xera bike, yekitiya herî mezin ava bike û hemû hêzên demokrasiyê bîne ba hev.”
 
PARÊZBENDÎ BI BÎR XIST 
 
Mîthat Sancar, 20’ê gulanê roja rakirina parêzebandiyan bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina pergala niha, ew roj rojeke dîrokî bû. Pişî darbeya 4’ê mijdara 2016’an jî parêzebendî hate rakirin û plana tesfiyekirina siyaseta demokratîk ketibû meriyetê. Binçavkirin, girtin, dozên kompasê û hwd. jî li pey hev hatibûn. Me her carê got ku bi van operasyonan ne tenê HDP lê demokrasiya Tirkiyeyê û daxwaza jiyana hevpar hedef tê girtin. Roj bi roj em bi mînakên cuda mafdar derketin. Lewma divê em berê xwe bidin doza kompasê ya Kobanê. Pergala ku li wir tê avakirin, provayeke ku dixwazin Tirkiyeyê têxin qefeseke ji hesin. Mesele ne HDP lê dixwazin faşîzmê li vî welatî bi cih bikin. Heke em vê kompasê bi hev re vala ne derxînin, dê em tevek ji encamên wê yên neyînî bibandor bibin. Divê em guh nedin siyaseta tirs û xofê lê berê xwe bidin dengê kolanan, dengê ji febrîqe û ji nava gel bilind dibe. Bertekên gel ên her ku diçe mezin dibin, hêviya me geştir dike. Heke em dengên xwe bikin yek û bi hev re têbikoşin, em ê ji vê karesatê derkevin û aştiyeke birûmet pêk bînin.” 
 
Di berdewamê de Sancar da zanîn ku sedema hemû krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye. 
 
BANG LI CIWANAN KIR
 
Herî dawî jî Sancar ev tişt anî ziman: “Meseleya me ya herî esasî, xwedîderketina ciwanan a li xak û pêşeroja vî welatî ye. Pêdiviya me bi têkoşîn û wêreketiya we heye. Li gorî îstatîstîkan, ji sedî 63’yê ciwanan pêşerojeke baş bo Tirkiyeyê nabînin. Bi milyonan kes hene ku ji bo rojên geş bênavber têdikoşin. Hewcehiya van milyonan bi ciwanan heye. Em ê vê pergalê bi ciwanan biguherînin û pêşerojeke geş ava bikin. Guherîn bi destê we dibe. Em ê di 6-7’ê hezîranê de Konferansa Mezin pêk bînin. Konferansa me ya jinan bi coşeke mezin hate kirin. Em niha jî bi heman coşê xwe bo kongreya xwe ya mezin amade dikin. Em ê di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya Awarte pêk bînin. Em ê li wir nîşanî her kesî bidin ku di rêya demokrasî, azadî û aştiyê de zextên wan bi kêrî tiştekî nayên.”
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin