Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be

img
ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, hewceye şert û mercên wî werin amadekirin û wiha got: “Divê muxalefet baş bizane, micid be û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta ev sed sale berdewam dike de israr bikin dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li Eywana Werzîşê ya Enqereyê bi tevlibûna bi hezaran kesan didomîne. Di kongreyê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “HDP gel e û gel li vê derê ye” tên berzkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê partiyî û beşdarên din bi coşeke mezin silav kirin. Ji muxalefetê heta desthilatdariyê, di kongreyê de peyam dan gelek derdoran. 
 
Dema ku hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ji eywanê diçûn, ciwanan pêşî lê girt û bi hev re wêne kişandin. Ciwanan Demîrtaş û Turk bi çepikan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana HDP’ê” oxir kirin. Her wiha li derve jî dayikan Demîrtaş û Turk bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” oxir kirin. 
 
BIRAYÊ OCALAN LI EYWANÊ BÛ 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî hatibû kongreyê. Dema navê Mehmet Ocalan hatî xwendin, eywana kongreyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. 
 
Di heman demê de pêkhate û tifaqên HDP’ê jî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî axivî.  Di dema axaftina Ozturk de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
BILA LI VÊ EYWANÊ BINIHÊRIN
 
Berdan Ozturk axaftina xwe bi kurdî kir û wiha got: “Ev demekî dirêje ku êrişên li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan didomin. Hewl didin encamekî bi dest bixin û kurdan tesfiye bikin. Bila niha li vê eywanê baş binihêrin bê ka kî tune bûye. Gelê me li gel gelên Tirkiyeyê dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Gelek bedel dan lê ji nasname, çand û zimanê xwe tawîz neda. Rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd diyar in. Ji bo ku destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan tune bikin, çi tişta ji destê wan tê kirin. Başûr dagir kirin û amadekariyan dikin ku êrişî Rojava bikin. Li her qadê êrişî kurdan dikin. Lê belê em encama van êrişan îro bi krîzên aborî û siyasî dibînin. Sedema vê ne hêzên derve lê zîhniyeta we ye ya dijminatiyê li kurdan dike ye. Lewma divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.” 
 
DIVÊ MUXALEFET MICID NÊZ BIBE 
 
Herî dawî jî Ozturk bal kişand ser tecrîda li îmraliyê û axaftina xwe wiha qedand: “We bi tecrîdkirina birêz Ocalan re biryara şer dan. Krîza aborî ya heyî jî encama tecrîd û şer e. Tişta rast a ku divê were kirin ew e ku tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo ku birêz Oalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, divê şert û mercên guncav bên amadekirin. Her wiha divê birêz Ocala ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe. Divê muxalefet jî baş bizane, micid nêz bibe û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta xwe ya sed salên berê de israr bike, dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir be.” 
 

Sernavên din

16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin