Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku redkirina hevdîtina bi şandeya CPT’yê re ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve tê wateya helwesta wî ya li hemberî şert û mercên tê de tê ragirtin û wiha got: “Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin, dê aloziyên heyî bi dawî bibin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev zêdetirî 20 meh in jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzerên bi daxwaza hevdîtinê tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” tên redkirin. Li gel malbat û parêzeran, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û biraziyê Ocalan Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Omer Ocalan ji ber ku ev 20 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê bersiva serlêdanê neda. 
 
Şandeya CPT’yê ku di navbera dîrokên 20-29’ê îlonê de hatibû Tirkiyeyê, çû serdana Îmraliyê û ragihandibû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13’ê cotmeha 2022’yan de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtineke rû bi rû kirin û dan zanîn ku CPT’yê derheqê şert û mercên Ocalan de agahî parve nekirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor agahiyên ber destê wan, di dema serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr jî bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin. 
 
‘MIN JI BO ÇARESERIYÊ SERLÊDAN KIR’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz da zanîn ku piştî hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, tu agahî ji Abudllah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Ev rewş jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Birêz Ocalan, ji bo gelê kurd û gelên Rojhilat kesayetekî girîng e. Agahînegirtina ji wî, di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vedike. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan, veguherî tecrîda civakî. Rêya çareseriya bidawîkirina tecrîda civakî jî bi guftûgoya bi birêz Abdullah Ocalan re û azadiya wî ya fîzîkî re pêkan e. Lewma jî weke jineke siyasetmedar a kurd, min daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re kir.”
 
'HELWESTEKE LI DIJÎ ŞER E’
 
Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser nederketina Abdullah Ocalan a hevdîtina bi CPT’yê re û ev nirxandin kir: “Heke birêz Abdullah Ocalan derneketibe hevdîtina bi CPT’yê re ku raste rast ji pergala Îmraliyê berpirsyar e, ev nîşan dide ku xwedî helwest e. Ev helwest jî li dijî pergala hiqûqê ya Îmraliyê, pergal tecrîdê û şerê ku roj bi roj kûr dibe ye. Pergala tecrîdê nîşan da ku CPT êdî saziyeke serbixwe ya navneteweyî nîne. Ketiye pozîsyoneke ku berjewendiyên Tirkiyeyê diparêze. Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li hemberî gelê kurd e. Kûrkirina tecrîdê, asta dijminatiya li kurdan nîşan dide. Polîtîkaya pişaftin û tunehesibandinê ya Komara Tirkiyeyê ku ev sed sal e didome, êdî veguheriye polîtîkaya tesfikirin û tunekirina kurdan û tunekirina destkeftiyan wan. Bi tecrîdê re jî bingeha vî şerî amade dikin. Her ku tecrîd giran dibe, şerê li Kurdistanê girantir dibe. Heke dengê birêz Ocalan were bihîstin ev rewşa şer dikare bi dawî bibe.” 
 
PERGALA RÊVEBIRINÊ YA AKP’Ê: TECRÎD
 
Di berdewamê de Aydenîz, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê bûye pergala rêvebirinê ya AKP’ê û wiha pê de çû: “Lewma jî li Rojhilata Navîn rê li ber krîzên piralî vedike û gelên herêmê her tim li dijî hev di pozîsyona şer de ne. Li hemberî krîz, alozî û pergala kapîtalîzmê, perspektîf avakirina pergala demokratîk a birêz Abdullah Ocalan heye. Bi vê perspektîfê dikare krîzên heyî bên bidawîkirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bûye hêvî. Ev perspektîf, li Rojava teşe girtiye. Dixwazin bi vê tecrîdê re rê li ber bigirin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk a birêz Ocalan ji bo gelan nebe hêvî. Bi bihîstina dengê birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî re dikare ev krîzên piralî tevek jî bên bidawîkirin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Pêvajoya di navbera salên 2013-2015’an de jî mînaka vê ye. Lewma divê tavilê pê re hevdîtin bên kirin.” 
 
‘BI SIYASETA ŞER BER BI HILBIJARTINÊ VE DIÇIN’
 
Aydenîz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthiltdariya AKP’ê bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê nîşan da ku êdî tiştekî bide civakê nema ye. Şerê ku bi meha ye li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin bes nekir ku niha jî êrişî Rojava dike. Ji bilî şer, xwîn û hêsiran tiştek di destê wan de nameye ku bidin civakê. Bi şer û nîjadperestiyê hewl didin xwe li ser pêyan bigirin û wisa ber bi hilbijartinê ve biçin. Li kîjan deverê destkeftiyeke kurdan hebe, hewl didin wir tune bikin. Ev sed sal in ev polîtîka tê ceribandin. Çareserî ne şer û tecrîd lê rê li ber vekirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û perspektîfa wî ye. Her kesê ku daxwaza demokrasiyê dike divê li dijî polîtîkaya tecrîdê derkeve û têkoşîna xwe mezintir bike.” 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne