Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin

  • rojane
  • 10:28 6 Kanûn 2022
  • |
COLEMÊRG - Rojnemevan Nedim Turfent ku piştî 7 salan ji girtîgehê derket, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Bêdengî wekî jehrê ye. Divê em ev bêdengiya li hemberî endamên çapemeniya azad û jehra li ser wan ji holê rakin.” 
 
Nedîm Turfent, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, piştî 7 salan di 29'ê Mijdarê de Girtîgeha Qereqoçanê ya Xarpêtê ya Hejmar 1 a Tîpa K'yê derket. Rojnamevan Turfent behsa rewşa girtiyên nexweş, girtina rojnamevanan û 7 salên xwe yên di girtîgehê de kir. 
 
Turfent da zanîn ku di sala 2012'an de li DÎHA'yê dest bi rojnamevaniyê kiriye û heta sala 2015'an edîtorî kirî ye û got ku piştî "pêvajoya çareseriyê" ku di 2015’an de bi dawî bû, li Colemêrgê dest bi nûçegîhaniyê kiriye. Turfent bilêv kir ku, li herêma Colemêrgê rojnamevanî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bûye wê demê û wiha got: “Ev rewş li hemû cîhanê wiha ye. Ev pêvajo, ji bo rojnamegerên li herêmeke şer û pevçûn hinekî dijwartir e. Sala 2015’an ji bo me rojnamegeran saleke dijwar bû. 
 
ROJNAMEGERÎ HAT HEDEF GIRTIN
 
Rojnamegerên ku nûçeyên der barê welatiyên herêmê de çêdikirin jî di heman demê de bı hedefgirtina esker û polîsan rû bi rû diman. Bi taybetî jî piştî ku min nûçeya bi ser navê ‘Hûn ê hêza Tirkan bibînin’ û gelek nûçeyên dîtir çêkirin ez hedef hatim girtin. Her wiha di wê pêvajoyê de, ji ber ku me binpêkirinên mafên mirovan, welatiyên ku mal û taxên wan dihatin wêrankirin, şewitandin, hilweşandin û welatiyên sivîl ên li bajêr dihatin qetilkirin anîn zimên, em ji aliyê esker û polîsan ve hedef hatin girtin. Helbet di wê pêvajoyê de wekî çav û guhê gel, me nûçeyên xwe nivîsîn û ew xistin rojeva raya giştî. Nûçeyên ku me çêkirin wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.” 
 
‘GEFÊN MIRINÊ LI MIN HATIN KIRIN’
 
Turfent anî ziman ku wê demê gelek malperên medyaya sanal yên wekî "JÎTEM"ê bi kuştinê gef lê xwarine û ev tişt anîn ziman: “Em xebatkarên çapemeniya azad û çapemeniya kurdî, cesaret û helwesta xwe ya bi rûmet ji Apê Mûsa digrin. Çi qas astengî hebin jî em tu carî dest ji heqîqetê bernadin. Ger bedelên mezin bên dayîn, em amade ne ku wê bedelê jî bidin. Me ev tişt roja ewil da ber çavan. Bi vê biryar û baweriyê dê pênûsa me di destê me de be û em ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Pêvajoya darizandina min, bi rastî jî rewşeke trajîkomîk bû. Eşkere bû ku beriya dadgehê biryarek hatiye dayîn. Di pêvajoya binçavkirinê ya ewil de plan dikirin ku min winda bikin û piştî ku ev yek pêk nehat, biryara windakirinê ya nediyar hat guhertin û ez bi rêya darizandinê hatim cezakirin û ez şandim girtîgehê. Ev biryara cezakirinê pêşiya ku ceza li min bibirin, li salona dadgehê bi awayekî trajîkomîk hat xwendin. Di dema darizandinê de jî hêmaneke sûcî ya berbiçav tune bû. Ger dosyeya min li bajarekî din ê Tirkiyeyê bûya, bawer dikim ku dê biryara beraetê jî bihata dayîn. Ez di wê baweriyê de me ku dadwer û dozgerên ku min didarizandin jî ji ber biryarên siyasî û ji ber zextan biryareke wisa girtin. Ez wisa difikirim ku ji ber sedemên siyasî cezayên wisa giran der heqê min de hat dayîn.” 
 
PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ
 
Turfent behsa serpêhatiya xwe di dema binçavkirinê de jî kir. Turfent wiha behsa wê rojê kir: “Piştî çend rojên qedexeya li kolanên Geverê hatibû îlankirin, em bi wesayîta xizmekî xwe diçûn Wanê. Di têketina bajêr de pêşiya me bi wesayîtên zirxî hat girtin. Di dema binçavkirinê de, çendî min got 'ez rojnameger im' jî polîsan em asteng kirin û gotin ‘ger hûn ji wesayîtê peya nebin em ê we gulebaran bikin.' Dema em ji wesayîtê peya bûn, dest bi êrîşê kirin. Min li ser piştê danîn erdê û destên min ji paş de kelepçe kirin. Dest bi lêdanê kirin; bi sîle, kulm, mist û pehînan li min xistin. Bi rastî jî çend kesên rûpoş ku di nav wan de bûn û min fêm kir ku ev hêzên tevgera taybet in, bi deqeyan li pişta min xistin û li ser pişta min xwe hildavêtin. Di dema binçavkirinê de jî ez ji aliyê polîsan ve rastî îşkence û şîdetê hatim. Her çi qas min diyar kir ku ez rojnamevan im jî ji min re gotin ‘Em dizanin ku tu rojnamevan î û em jî li te digeriyan. Armanca me ev e û em jî vê armancê pêk tînin.’ Çek spartin serê min û karta çapemeniyê ya aîdî DÎHA'yê danîn ber serê min, çek spartin serê min û wêne girtin.” 
 
Turfent anî ziman ku piştî bi saetan rastî îşkence û tundiyê hatiye, wî li wesayitek zirxî siwar kirine û birine Mîdûriyeta Polîsan a Wanê û tiştên li vir hatine serê wî wiha bi lêv kir: “Heya ku ez birim Şaxa TEM'ê ya WAnê jî tundî û îşkence ya polîsan di wesayita zirxî de berdewam kir. Min xwest ku ez bi parêzer, malbat û serdozger re hevditinê bikim. Lê mixabin ev daxwazên min hemû hatin redkirin û gotin min tenê armancan wan ev e ku min bibin Geverê.  Bi rastî min xwest ku hêj ez nebirîme Geverê, ew tehdîda li min dihat kirin û biryara kuştina der heqê min de ji bo ku bikeve fermîyetê ez binçav im û min bê serşûn nekin. Mixabin careke din ev daxwazên min hemû hatin taloqkirin. Dema ku yê min bibirana Geverê, parêzerên ku ji bo kesekî din hatin emniyetê hîn bûn ku ez li wir im.
 
XWESTIN KU SER ÎŞKENCEYÊ BINIXUMÎNIN
 
Piştî hevdîtina min a bi parêzeran re, min zanî ku ji ber ku pêvajoya binçavkirinê veguheriye prosedureke fermî, êdî nikarin tiştekî cuda pêk bînin. Dema min ji parêzeran pirsî yê min bibin ku derê, polîsan got bêyî rapora tenduristiyê ya ji nexweşxaneyê yê min rasterast bibin Geverê. Min ev rewş qebûl nekir û min israr xwe ya ku min bibin nexweşxaneyê domand. Daxwaza min a nexweşxaneyê piştî israr û nîqaşan hat qebûlkirin û ez birim nexweşxaneyê. Piştî ku ez çûm nexweşxaneyê, polîsek bi min re hat cem doktor û got, ‘Pêwîstî bi rapora tenduristiyê nîn e, li sîstemê bar neke.’ Min qebûl nekir, min ji doktor re got ku ez rojnameger im û ger muayeneyê neke ez ê giliyê wî bikim. Paşê doktor min muayene kir û rapora îşkenceyê da min.” 
 
‘POŞET XISTIN SERÊ MIN Û XWESTIN MI BIKUJIN’
 
Turfent diyar kir piştî rapora nexweşxaneyê wî birine Geverê û got ku dema wesayît gihîştiye herêma Gozaldereyê sekiniye û wiha domand: “Em li pê 3 seyarên zirxî ketin rê. Dema em gihîştin vê derê, wesayît sekinî û poşetekî reş xistin serê min. Destê min kelepçe kirin û min wisa peya kirin. Danê şevê bû, dinya tarî bûbû, ez birim binê çiyayekî. Dema poşet di serê min de bû, çendî ne zelal bû jî min polîsên li hemberî xwe didîtin. Bi rî bûn û kesine bejndirêj bûn. Dema ez birim binê çiya çend caran gule berdan hewayê. Li vir tim û tim digotin, ‘Em ê te bikujin.’ Nêzî 15 deqîqeyan di navbera xwe de nîqaş kirin û gelek telefon jî ji wan re dihat. Di telefona dawî de min digotin, ‘Temam baş e em ê Nedîm bibin Geverê.’ Di vê esnayê de çi qewimî ez nizanim, lê biryara xwe guherandin û ez li seyarê sîwar kirim û ber bi Geverê ve birim. Di rê de tiştekî balkêş hebû; polîsan bi têlefonên xwe nûçeyên ketibûn rojêvê dixwendin. Û nûçeya ku hatibû nivîsandin ‘Nedim li ku ye?’ û “Rojnameger Nedîm winda ye” hatibûn weşandin nîşanî min dan. Dema nîşanî min dan, min got 'baş e, êdî nikarin tiştekî bi min bikin. Haya gel hemû yê pê heye û buye rojev' û ez rehet bûm. Min wê demê ferq kir ku di mijarên wiha girîng de, bê rola medyaya sanal û avakirina raya giştî çi qas girîng e. Ez dema gihîştîm Geverê,  Rêveberê TEM'a Geverê ji min re got, ‘Ji ber te li ser me zexteke giran heye.’ Piştî îfadeya min ku rojekê dewam kir, ez li wir hatim girtin.” 
 
PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ Û GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Turfent, behsa rojên li girtîgehê jî kir û rewşa girtiyên nexweş wiha ragihand: “Li girtîgehê hevalên me yên nexweş hebûn. Gelek hevalên me yên nexweş hene ku 25-30 sal in di girtîgehê de ne. Wekî mînak; li Girtîgeha Qereqoçanê girtiyekî nexweş heye ku di 45 saliya xwe de hatiye girtin û 30 sal cezayê xwe qedandiye, lê nayê berdan. Rewşa wî nebaş e, nikare bi tena serê xwe bijî. Nexweşiyên wî yên pir giran hene. Dema em li girtîgehan dinêrin hejmara girtiyên nexweş pir zêde ye. Dema ez girtiyên nexweş dibînim şerm dikim qala girtina xwe bikim. Îsal çend girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Pirsgirêka girtiyên nexweş ne siyasî, wijdanî ye. Ev rewşa heyî, şerma partiyên siyasî û desthilatê ye. Divê li ser rewşa girtiyên nexweş bê sekinandin. Beriya ez bikevim girtîgehê ev mijar di rojevê de bû, lê 7 sal derbas bû hê jî tu gav nehatine avêtin. Divê hemû endamên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan vê rewşê binirxînin û xwerexnedayîna xwe bidin. Ji bo êdî tabût ji girtîgehan dernekevin, divê ji ber pêkanînên xwe rexneyê li xwe bigirin.”
 
GIRTINA ROJNAMEGERAN
 
Turfent da zanîn ku zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûne û wiha got: “Beriya ez neketibûm girtîgehê zext û zordarî hebûn û ev pêkanîn wekî roja destpêkê hê jî didome. Berê dem bi dem hejmara rojnamegerên girtî kêm dibû, lê niha du qat zêde bûye. Tenê çend meh berê 25 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Pêvajoya hilbijartinê li pêşiya me ye, beriya vê pêvajoyê, desthilatdariya siyasî ji ber ku naxwaze deng û îmajeke cuda li herêmê derkeve, siyasetên bi vî rengî dimeşîne. Bi kurtasî hewl dide ku rêya xwe û eniya xwe paqij bike, naxwaze dengê gelê kurd û daxwazên wê were bihîstin. Divê hemû rojnamevanên muxalîf ên ku li ber kiryarên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bêdeng dimînin, baş zanibin ku tiştên diqewimin wê weke bûmerangê vegerin û li wan jî bikevin. Dema ku dengê xebatkarên çapemeniya azad tê tepisandin, dozaj û çarçoveya çewisandinê jî gav bi gav mezin dibe û digihîje her kesên li Tirkiyeyê. Xebatkarên çapemeniyê yên di kanal û saziyên muxalefetê de dixebitin divê vê rewş û rastiyê di ber çavan re derbas bikin.”
 
‘BÊDENGÎ JEHR E’
 
Turfent, bibîr xist ku bi sedan rojnameger niha di girtîgehan de ne û di dawiyê axaftina xwe de ev tişt bilêv kirin: “Ji bo hevalên me yên niha di gîrtîgehan de ne, divê hemû sazî û rêxistinên çapemeniyê demlidest bikevin nava liv û tevgerekê. Bi saya piştgiriya ji bo min hêzeke mezin bi dest kest, lê divê ev ne tene ji bo min, divê hîn bêtir ji bo hevalên me yên girtî bê kirin. Ez dixwazim ev cudakarî û newekhevî bi dawî bibe. Li gorî min şerm û xelet e ku bêdengiya li hemberî xebatkarên çapemeniya azad hê jî didome. Ev bêdengî hêzeke pir cuda dide desthilatdariya siyasî û bi awayekî xurttir ber bi kedkarên çapemeniya azad ve tê meşandin. Ji ber vê bêdengiyê roj bi roj polîtîkayên zext, tundî û bêdengiyê zêde dibin. Bêdengî jehr e. Pêwîst e bêdengî û jehra heyî ya li ser çapemeniya azad were tunekirin û ji holê bê rakirin. Di vî warî de pêwîst e hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên neteweyî û navneteweyî bi lezgînî tevbigerin û bi hemû rojnamevanên berxwedêr re hevkariyê bikin. Xebatkarên çapemeniyê yên ji bo hemû mafên mirovan têdikoşin divê destê xwe bidin hev û piştgiriyê mezin bikin. Ger em bixwazin van rojên reş ji holê rakin, divê rojek berî rojekê dev ji helwest û tevgerên xwe yên heyî berdin û têkoşînê mezin bikin.” 
 

Sernavên din

25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn