Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe

  • rojane
  • 15:38 30 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Di danişîna ewil a doza Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî yên girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ku tên darizandin, parêzeran li dijî daxwaza biryara “veşarî” ya wezaretê diyar kirin ku kêliya ku biryara veşarî bê dayîn divê ku dadgeh ji dozê vekişe. 
 
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ku girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi vê helwesta xwe çavê xwe li tecawiza li zarokê hat kirin re girtibû. H.K.G. di sala 2020'î de gilî kiribû lê ser bûyerê hatibû giritn û di cotmeha 2022'yan de hatibû aşkerakirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan, Kadîr Îsteklî ku Yusuf Ziya Gumuşel di 14'ê kanûna 2022'yan de hatin binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. Danişîna ewil a dozê îro li li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Beriya danişînê avahiya edliyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û bariyer danîn ber edliyê. Ji bo şopandina danişînê gelek nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û bi sedan kes hatin ber edliyê. Beriya danişînê ji hêla Jin bi Hev re bi Hez in daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Malbat, mêr, cemaet îstîmar dikin, dewlet jî sûcdaran diparêze” û gelek pankartên din hatin vekirin û her wiha dowîz hatin hildan. 
 
'ÎKTIDAR BERSÛCAN DIPARÊZE
 
Beriya danişînê endama Jin bi Hev re bi Hêz in Cemîle Baklaci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew ê her bibin şopdarê odzê û got sazî û dezgehên cemaweriyê jî hevkarên tawanbariyê ne. Baklaci da zanîn ku îktidar îstîsmaran û bersûcan diparêze. 
 
Piştî daxuyaniyê kesên dozê dişopandin derbasî avahiya edliyê bûn. 
 
WEZARETÊ XWEST KU DOZ ‘VEŞARÎ’ BIMÎNE 
 
Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ku daxilî dozê bû duh daxwazname daye dadgehê û xwestibû ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî were girtin û danişîn girtî bên kirin û derbarê dozê de biryara qedexeya weşanê bê dayîn. Gelek rojnamevan, jinên aktîvîst û siyasetmedarên xwestin dozê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bilî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya yanik û parlamenteran kesî bernedan hundir. 
 
Li korîdora edliyê demek dirêj nîqaş hatin kirin. Di danişînê de parêzeran daxwaza eywanek mezintir kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Li ser israra parêzeran, heyeta dadgehê biryar da ku danişîn li Bloka C’yê were lidarxistin. 
 
Parêzeran di danişînê de li dijî daxwaza biryara veşarî ya Wezaretê beyanên xwe pêşkêş kirin. 
 
 POLÎSAN FAÎL PARASTIN 
 
Piştî saetan şûnve bersûc ango faîlên bûyerê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî anîn eywana danişînê û H.K.G. jî neanîn eywana danişînê. Balkêş bû ku gelek polîs û leşkeran bersûcan diparast. 
 
DIJÎ BIRYARA ‘VEŞARÎ’ RABÛN
 
Parêzeran li dijî daxwaza biryara “veşarî” ya wezaretê diyar kirin ku kêliya ku biryara veşarî bê dayîn divê ku dadgeh ji dozê vekişe. Lê heyeta dagehê bersiva daxwaza parêzeran neda. Parêzeran bertek nîşanî rewşê dan û gotin, “hûn qanûnan dieciqînin” û heyeta dadgehê protesto kirin. 
 
Piştre li ser israra parêzeran, serokê dadgehê qeyda SEGBÎS’ê vekir û bil ez û bez doznameyê xwend. Serokê dadgehê ragihand ku diya H.K.G., Fatma Gumuşel a bersûc ku ji dozê tê darizandin ji ber bêhnvedanê tev li danişînê nebûye. 
 
Pişt re parêzerên gelek baroyan ku tev li danişînê bûbûn axivîn û beyanên xwe derbarê dozê de anîn ziman û gelek parêzeran xwest tev li danişînê bibin. Piştî beyanên parêzeran tê payîn ku heyeta danişînê biryarê eşkere bike. 
 
Piştî daxwazan dozger mutala xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de daxwaza danişîn girtî berdewam bike kir. 
 
Heyeta dadgehê 5 deqiqe navber da û biryara xwe aşkera kir. Dadgehê daxwaza parêzerên bersûcan qebûl kir û eywana danişînê da valakirin. Biryara dadgehê bi çepikan hat protestokirin. 
 
Danişîn piştî saet 16.30’an ji raya giştî û beşdaran re girtî berdewam kir. 

Sernavên din

14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir HATE NÛKIRIN
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê