‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'

img
STENBOL - Li qadên Newrozê yên Stenbol û Bûrsayê welatiyan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Daxwaza me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye." 
 
Newroza îsal ku bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hat pîrozkirin û diyarî kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin, li Herêma Egeyê bi beşdarbûna bi sedhezaran hat pîrozkirin. Li qadan ku ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes Newrozê pîroz kir, daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan olan da. 
 
Kesên beşdarî Newroza Stenbolê û ya Bûrsayê bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
LI DIJÎ ŞER LI QADA NEWROZÊ BÛ
 
Bulent Altin ê 50 salî ku beşdarî Newroza Stenbolê bû, diyar kir ku ji 6 saliya xwe ve beşdarî pîrozbahiyan dibe. Altin anî ziman ku ji bo Newrozê ew û dêya xwe rêyeke dûr meşiyane û got ku gava gihîştine qadê bi astengiya polîsan re rû bi rû mane. Altin anî ziman ku ew dixwazin li erdnîgariyeke zordestî lê tune û aştî û biratî lê heye Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Beriya her tiştî em aştiyê dixwazin. Em ji bo ji şer, neheqî û zordestiyê re bêjin na li qada ne." 
 
DÊ HESAB BÊ PIRSÎN
 
Kadriye Altûn a 80 salî jî anî ziman ku ji ber erdhejên Mereşê bihêrs in û wiha domand: "Em hatin ku Erdogan serobino bikin. Em her sal tevî zarok û neviyên xwe tên qada Newrozê. Ên li herêmên erdhejê piranî kurd û elewî bûn. Erdogan bi vê dizanibû, lewma mudaxile nekir. Em pir bihêrs in. Erdogan dê hesab bide vî gelî. Ev perpitînên wî yên dawî ne. Di serî de gelê kurd, her kes bila pişta partiyên aştîxwaz bigirin. Zarokên me hemû an di girtîgehan de ne an jî di bin axê de. Ez jineke kurd im, serbilind im. Wekî bi sedan dayikên kurd, ev dewlet deyndarê min e jî. Ez hatim heqê xwe wergirim. Êdî bes e." 
 
AGIRÊ LI DIJÎ ZALIMAN HAT VÊXISTIN
 
Alî Demîr ê 72 salî ku tevî neviyên xwe hat Newrozê, destnîşan kir ku ji bo ji zilma li hemberî gelê kurd re bibêjin "na" hatine qadê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Newrozê, agirê ku li dijî zaliman tê vêxistin. Newroz îsal di serî de Ocalan, bila bibe wesîleya hemû girtiyan. Ocalan 24 sal in di girtîgehê de tê tecrîdkirin. Êdî em vê zilmê qebûl nakin, em dixwazin Ocalan azad bibe." 
 
AZADÎ JI BO OCALAN
 
Selahattîn Çelebî ku bi kincên kurdî û alayên Partiya Çepgir a Keskan hat qada Newrozê, ev tişt anî ziman: "Înkar û qirkirin li nasname û çanda me tê ferzkirin. Lê rojên ronî li benda gelê kurd in. Ji lew re kurd roj bi roj bi pêş ve diçin û her ku bi ser dikevin azadî nêz dibe. Em her sal tên qada Newrozê û serîhildana kurdan û bindestan diqîrin. Îro jî em di serî de ji bo Ocalan û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên din hatin qadê. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye. Peyama me ya herî girîng ev e. Em aştiyeke mayinde û azadiyê dixwazin." 
 
Sûlan Kaya jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye pîrozbahiyê û wiha axivî: "Em dixwaziun Ocalan azad bibe û nasnameya me û zimanê me bê naskirin." 
 
Nîgar Guler ku ji ozbekistanê ye got: "Ji bo piştgiriyê bidim têkoşîna gelê kurd hatim. Ez aştî û azadiyê ji bo tevahiya gelan dixwazimç Newroz pîroz be." 
 
Şefîk Gulerê ozbekistanî jî got: "Çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin." 
 
JI NEWROZA BÛRSAYÊ
 
Ercan Erdogmûş ku beşdarî Newroza Bûrsayê bû wiha got: "Sedema hatina min, ji ber ku ev roj roja serîhildan û berxwedanê ye. Em ê bi ruhê Newroza 2023'yan tecrîdê bişikînin." 
 
Şerîf Duz jî anî ziman ku qada Newrozê ji aliyê bindestan, karker û kedrana hatiye tijekirin û got: "Li pêşiya me hilbijartin heye. Di 14'ê gulanê de rayên me ji bo HDP'ê ne." 
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin