'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'

img
RIHA - Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ku yek ji kesên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan nas kiriye diyar kir ku wî di aktîvîteya “Şeva Rojhilat” de Ocalan nas kiriye û wiha got: “Serok axivî û qala Kurdistanê kir, axaftina wî bandor li ser min kir. Wê rojê min zanî ku ez kurd im û Kurdistan heye. Ji wê rojê ve ez di nava têkoşînê de me.”
 
Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi komploya navneteweyî di 9’ê Çileya 1998 de ji Suriyeyê derket û di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bi ser komploya navnetewî ya li dijî Ocalan re 24 sal derbas bûn. Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyeyê de di bin tecrîdeke giran de ye. Gelê kurd û hezkiriyên Ocalan li dijî tecrîda girankirî li qadan bertekan nîşan didin û daxwaza azadiya fizikî ya Ocalan dikin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) tekildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan daxuyandin ku ew dê heta 4’ê Nîsanê bernameyên cûr bi cûr li dar bixin û di 4’ê Nîsanê de jî wê ber  bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye ve bi girseyî bimeşin. 
 
Yûsûf Berk (Apê Ûsiv), jî her sal tev li çalakiyên Meşa Amarayê dibe û tevî temenê xwe yê pîr jî bi salan e pêşengekî çalakiyan e. Berk, ku yek ji kesên Ocalan nas kiriye û her sal di nava çalakiyên 4’ê Nîsanê de cih digire ji ajansa me re axivî. 
 
HEVNASÎNA WÎ Û OCALAN
 
Berk anî ziman ku wî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan cara ewil di aktîvîteya “Şeva Rojhilat” de naskiriye û wiha qala wê rojê kir: “Di sala 1969 de ez bi mevanî çûm Stenbolê û li mala siyasetmedarê kurd Fevzî Şeyhanlioglû mam. Wê salê jî komeke xwendekarên zanîngehê li navçeya Beyoglûye Şeva Rojhilat li dar xistin. Ez jî vexwendibûm wê şevê, cara ewil min Serok li wê derê dît.  Wê şevê li wir Eyşê Şan kilam digotin. Mûsa Anter û Ferîdûn Yazar jî li wir bûn. Ez kurd bûm lê min nedizanî, ez weke biyaniyan li wir bûm. Min nedizanî ‘Şeva Rojhilat’ çi ye çima li dar dixin. Pişt re komeke xwendekaran ji Enqereyê hatibû, Serok Apo jî li pêşiya kome bû. Dema Serok ket hûndir hemû xwendekaran bi coş ew pêşvazî kirin.”
 
‘JI WÊ ROJÊ VE DI NAV TÊKOŞÎNE DE ME’
 
Berk, diyar kir ku wî bi nasîna Ocalan re zaniye ku kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê rojê pir bandor li ser min bû, bi nasîna Serok re min zanî ku ez kurd im û mafê kurdan jî heye. Erê ez kurdî diaxivîm û ez kurd bûm lê min nedizanî, tu zanebûna min jî nebû. Lê dema Serok axivî û qala Kurdistanê kir bandor li ser min kir, min zanî ku ez kurd im û Kurdistan heye. Ji wê rojê ve ez di nava têkoşîne de me.”
 
‘SEROK WÊ DERKEVÊ Û KURDISTAN Ê AZAD BIBE’
 
Berk di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku roja Ocalan hatiye girtin ew pir xemgîn bûye û wiha pê de çû: “Dema min bihîst Serok hatiye girtin ez pir xemgîn bûm. Pir zora min çû, ez pir giriyam. Niha çend sal derbas bûn. Ez bi hevî me Serok dê derkevê, Kurdistan ê azad bibe û em jî dê rizgar bibin. Şikandina tecrîda li ser Serokatî jî di destê me kurdan de ye. Heta tecrîd hebe û Serok Apo di girtîgehê de be Kurdistan jî azad nabe.”
 
‘HEVIYA ME SEROK E’
 
Berk, tekildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan destnîşan kir ku ew her sal di 4’ê Nîsanê de diçe Amarayê û wiha pê dê çû: “Her sal 4’ê Nîsanê ez diçim Amarayê û li mala Serok rûdinim. Serok Apo li cem me nebe jî bi ruhê xwe her tim di nav me de ye û ruhê me jî li cem wî ye. 4’ê Nîsanê ji bo me roja Kurdistanê ye. Heviya me Serok e. Heta Serok dernekeve çareserî nabe. Serok derkeve çareserî jî wê bibe û em jî dê rizgar bibin.”
 
‘BILA HEMÛ KURD WERIN AMARAYÊ’
 
Di dawiya axaftina xwe de Berk wiha banga tevlibûna çalakiya meşê ku wê di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve bê li darxistin kir: “Bila hemû kurd werin Amarayê. Amara cihê gelê kurd e. Di 4’ê Nîsanê de jî derd û daxwaza me berdana Serok e. Em dixwazin bi saxî Serok di nav xwe de bibînin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir