Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan diyar kirin ku dê meşa demokrasiyê bi serkeftina 14’ê Gulanê tacîdar bikin û wiha gotin: “Em rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin.”
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di civîna Partiya Çep a Kesk de axivîn ku Beyannameya Hilbijartinê hate eşkerekirin. Buldan û Sancar diyar kirin ku ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê. 
 
‘ME XWE LI BER ZEXTAN NETEWAND’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi gotina “Em li vir in” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Me li hemberî zilmê serê xwe netewand, me xwe li ber zextan netewand, me meşa xwe ya di vê rêyê de bi vî awayî domand û vaye em li vê derê ne. Belê, em hîn bûn bê ka dê li dijî kompas û hîleyan çawa rêyeke din ava bikin. Me kevneşopiya têkoşînê dewr girt. Me ev rê vekirin, meşiyan û xwe gihand vê derê. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û li dijî polîtîkayên şer, red û înkarê em li vê derê ne. Li dijî nefret û sorkirina dijmminatiyê, em bo aştiya mezin li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin! Li dijî kesên mirinê pîroz dibînin, em ji bo parastina jiyanê li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. Hêza siyasî ya faşîst, xwe bi desteserkirina heqîqetê û belavkirina derewan xweyî dike. Em ji bo parastina heqîqetê li vê derê ne. Ji bo bi hev re di rêya heqîqetê de bimeşin em li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin. Li dijî hemû zext û zordariyê, ji bo bi kesên bindest, kesên keda wan tê xwarin, kesên li derve hatine hiştin û ji bo li gel hemû baweriyan bin em li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin. Li dijî tehekûma navendparêz, ji bo avakirina demokrasiya herêmî em li vê derê ne; ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk a li ser esasên hemwelatiya wekhev û azad em li vê derê ne, em ê bi hev re biguherînin. Ji bo li dijî tirsê wêrektiyê mezin bikin em li vê derê ne. Em li dijî tirsa axaftinê, li dijî tirsa xwebûnê li vê derê ne û em ê hemû dîwarên tirsê bi hev re biguherînin. Li dijî dîktatoriyê ji bo avakirina demokrasiyeke xurt em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. 
 
EM JI BO GUHERANDINÊ TÊN
 
Ji bo pêşîlêgirtina HDP’ê bi hezaran astengî derxistin, kompas çêkirin, her carê serî li rêbaza zextê dan lê belê mirada wan hasil nebû. Soza me hebû û me got ku ji bo hêza gelên xwe di sedsala nû de veguherînin navenda avakirinê dê hemû tevdîran bigirin û me girtin. Em di bin dara Çep a Kesk de hatin ba hev û niha li vir in. Li gel tevahiya tifaqa xwe em ji bo guhertinê tên. Ji bo guherandina pergala xwezayê talan dike, jinan dike kole û ciwanan dîl digire em li vir in; ji bo pêşerojê bi hev re di bin sîwana komareke demokratîk, wekhev û azad de ava bikin em li vê derê ne. Em bi biryar in, bihêz in û xwedî îradeyeke mezin in. Di serî de parlamento, ji bo di qada siyaseta demokratîk de nûnertiyeke piranîparêz ava bikn em tên ba hev û hev hembêz dikin. Bi destên hev digirin, me mil daye milên hev, bi hev re dimeşin û dê teqez bi ser kevin. Bila rêya me vekirî be.” 
 
BULDAN: SERDEMEKE NÛ YE
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî beşdar bi kurdî silav kir û ev tişt anî ziman: “Îror, ji bo demokrasiyê rojeke girîng e. Em, îro li vê derê bingeha serdemeke nû, rojên bihêvî û xweş bi hev re di deynin. Danezana me, bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê ye. Manîfestoya têkoşîna azadî, aştî, edalet û jiyana nû ye. Bêguman em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Me tevahiya astengiyên li pêşiya me hatine derxistin, hemû bend, zext û kompas hilweşandin, li ber xwe da û wisa xwe gihand van rojan. Em ê bi hev re bi ser kevin. Li hemberî hewldanên astengkirina siyaseta me ya demokratîk, me her tim rêyên nû vekirin. Me, têkoşîna xwe xurtir kir û bi hev re xwe gihand vê derê. Yên ku li hemberî siyaseta me kompas çêdikirin tu carî bi ser neketin lê me serkeftineke mezin bi dest xist. Me tu carî gelê xwe, gelên xwe bê alternatîf nehişt. 
 
MÎRASA TÊKOŞÎNA BIRÛMET E
 
Me vebijêrkên xwe zêde kirin! Me tifaqên xwe mezin kirin. Yek ji me bû hezaran kes, bi hezaran ji me bûn milyonan kes. Em ji bo gelê xwe yê ku hewl didan bêhnê lê biçikînin bûn bêhn, ji bo mazlumên ku dixwestin dengê wan qut bikin bûn deng! Weke jinan em bûn Jin, Jiyan, Azadî ku di her 8’ê Adaran de li qadan olan dide! Li dijî zilmê, em di Newrozan de bûn vejîn! Di 1’ê Gulanan de em bûn berxwedana birûmet a kedkaran! Têkoşîna birûmet a Pîr Seyîd Rizayan, Denîzan, Mahîran, Mazluman, Kemalan, Mehmet Sîncaran, Orhan Doganan û Denîz Poyrazan bû pisûlaya me û me ew têkoşîn dewr girt. Em ê heta dawiyê xwedî li wê mîrasê derkevin. 
 
EM Ê BILÊTA AKP’Ê BIBIRIN
 
Belê, dema komar dikeve sedsala duyemîn; em tam di erefeya qonaxeke dîrokî de ne. Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma ye! Hilbijartin dê bibin destpêka serdemeke nû û destpêka guherînê. Di heman demê de em ê di 14’ê Gulanê de bilêta pergala AKP-MHP’ê ku faşîzmê hildiberîne bibirin. Ez li vir careke din dibêjim; em ê di 14’ê Gulanê de dawî li rejîma AKP-MHP’ê bînin. Êdî gihiştin dawiya rê. Em ê wan têk bibin! Em ê Tirkiyeyê ji vê tariyê rizgar bikin. 
 
EM BIHÊZTIR IN Û DÊ BI SER KEVIN
 
Em ê meşa mezin a demokrasiyê ku di 7’ê hezîranê de dabû destpêkirin, di 14’ê Gulanê de bi serkeftineke mezin a demokrasiyê tacîdar bikin. Divê hemû kes jê bawer be ku em ê teqez vê guhertinê pêk bînin. Bila her hemwelatiyeke me ji hêz û îradeya xwe bawer be. Ji ber ku em niha bihêztir in, em mezintir in! Bawer bikin em ê bi ser kevin! Belê, vaye em tên! Bi tifaqa xwe re, bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi Tifaqa Kurd re em tên. Em bi gelên Tirkiyeyê re tên. Em bi jinan re tên! Em bi ciwanan re tên. Bi rengên xwe, bi zimanên xwe, bi baweriyên xwe em tên. Em ji bo guhertinê tên. Ji bo ku tiştên aydê xwe, ji bo mafên xwe yên hatin xespkirin bigirin em tên. Em ji bo mezinkirina destkeftiyên xwe û ji bo zêdekirina mafên xwe tên. 
 
NAVÊ VEBIJÊRKÊ ÇEP A KESK E
 
Me li dijî kompas û dozên girtinê, vebijêrkek ava kir. Me rêyeke nû vekir! Vaye navê wê vebijêrka nû jî Çep a Kesk e. Me, Rêya Sêyemîn bi rêya Çep û Keskê re kir yek û veguherand rêya hevpar a bi milyonan kesên guherînê dixwazin. Fîkriyata HDP’ê ya li ser vê xakê aj dayî, me bi meşa serkeftinê ya Çep a Kesk re kir yek. Em niha jî jibo destpêkeke nû ya li Tirkiyeyê tên. 
 
DI PIRSGIRÊKA KURD DE ÇARESERÎ
 
Ji bo ku zimanê şer, kîn û dijminatiyê li ser vê xakê tune bikin, ji bo rêsana zimanê aştiyê û avakirina jiyaneke birûmet, em tên. Ji bo bidawîkirina polîtîkayên rd, înkar, zext û tecrîdê û ji bo di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên li ser vê erdnîgariyê bi rêyên demokratîk, guftûgo û muzakereyan çareser bikin em tên. Ji bo avakirina xeta aştiya mayînde ya ku ji Tirkiyeyê belavî hemû herêmê dibe, em tên. Ji bo azadiya zimanên me yên dayikê, ji bo peymaneke civakî ya li ser esasê wekhevî û azadiya hemû bawerî û nasnameyan, em tên. Ji bo dermankirina hemû birînên xwe yên civakî, ji bo avakirina feraseta edaletê em tên. 
 
Ji bo ku di sedsala duyemîn de heqîqet derkeve holê û ji bo hevrûbûnê em tên. Ji bo ku yek jineke din kêm nebe, ji bo wekhevî û azadiya jinan em jin tên. Ji bo ku ciwan xwedî gotin û rayeya biryardayînê bin, ji bo avakirina demokrasiyeke ciwan em tên. Ji bo mezinkirina nanê li ser sifreya xwe, ji bo mezinkirina heqê kedê û edaleta civakî em tên. 
 
EM Ê SED PARLAMENTERAN BI DEST BIXIN
 
Ji bo bidawîkirina çerx û kora nelirêtiyê ya ku roj bi roj vî welatî hîn bêhtir xizan dike, ji bo ku çavkaniyan li xwediyên wê yên rasteqîn vegerînin, ji bo bi awayeke wekhev li her kesî belav bikin em tên. Ji bo ku zîhniyeta darbekar a li îradeya gelên me qeyûm tayîn kirî, ya ku mafê bijartin û hilbijartinê xesp kirî bişînin sergoya darbekaran em tên. Ji bo ku bi hev re rengê sindoqan û Meclisê veguherînin rengê Çep a Kesk em tên. Weke ku hûn jî dizanin, armanca me ya parlamentoyê ew e ku 100 parlamenteran bişînin. Wer in em bihara guherînê ya Çep a Kesk û bihara demokrasiyê bînin ba hev. Wer in em bi hev re bi gelên me mezin bidin qezenckirin. Bila rêya we û rêya me vekirî be.” 
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin