DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û partiyiyan got ku dê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin. 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên heremî yên 31’ê Adarê demekî kin ma û DEM Partî li her bajar, navçe û bajarokan derî bi derî digere. 
 
MÛŞ
 
DEM Partî li Mûşê mal bi mal digere, li her deriyêkî dixe. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li bajarokê Dûgnûkê bi namzetên hevşaredariyê Aşan Ateş û Agît Çetîn tev li xebatên hilbijartinê bûn. 
 
Şandeya DEM Partiyê li pêşiya buroya hilbijartinê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û çepikan hate pêşwazîkirin. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Milazgirê Kemal Ozel bal kişand ser têkoşîna bi salan e dom dike. Ozel, da zanîn ku gelê kurd gelekî têkoşer e û anî ziman ku dê gelê kurd di 31’ê Adarê de hêza xwe nîşanî desthilat û muxalefetê bide. 
 
‘EM Ê TIŞTÊN AYDÊ XWE DÎSA BISTÎNIN’
 
Piştre namzeta hevşaredariyê Aşan Ateş axivî û got ku dê li dijî kesên şaredarî talan kirine di serî de li Dûgnûkê,  li gelek navendên Kurdistanê bibin bersiv. 
 
Namzetê hevşaredariyê Agît Çetîn jî anî ziman ku ew ê di meha adarê ya têkoşîn û berxwedanê de bi ser kevin û wiha axivî: “Em ê rê nedin partiyên rant, talan û diziyê. Tevgera kurd a bi salan e di her qadekê de têdikoşe dê bersivê bide her kesî.”
 
Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê xeteke têkoşîn û berxwedanê heye û got ku ew ê vê têkoşîn û berxwedanê heta 31’ê adarê bidomînin û dê 1’ê nîsanê jî serkeftinê pîroz bikin.
 
‘EV HILBIJARTIN AZADIYA KURDISTANÊ YE’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî da zanîn ku ew li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û ev tişt got: “Bi salan e gelê kurd ji bo ziman, nasname û hebûna xwe têdikoşe. Daxwazên me ev in lê desthilat tim bi şer, çek û mirinê bersivê dide me. Roj hat zimanê me, roj hat xwezaya me, roj hat xwişk û birayên me qetil kirin. Me serî netewand. Em ji kevneşopiyeke ku serî natewîne tên. Em êdî derew û lîstikên desthilatê dizanin. Ev hibijartin wekî azadiya gelê kurd û Kurdistanê xuya dike û em bi vê hesasiyetê nêz dibin.” 
 
Şande pîştî hevdîtina gel çû serdana esnafên Milazgirê, li pirsgirêk û pêşniyarên esnafan guhdarîkirin û çareseriyên xwe vegotin.
 
ŞIRNEX/GUNDIKÊMELÊ
 
Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û namzetên hevşaredariya bajarokê şahiya gel hat lidarxistin. 
 
Ûysalê diyar kir ku her rayek aşkerekirina pêşerojê ye û wiha axivî: "Hevalên me yên girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji birêz Ocalan bistinîn. Îro li Başûrê Kurdistanê jî dixwazin ku operasyonekê li dar bixin. Ji ber wê yek raya ku hûn bidin wateya wê pir girîng e. Her raya ku em bidin dê bersiva herî xurt be. Em dibêjin em li vir in, em aştî û azadiyê dixwazin. Lêbelê vê daxwazê jî bi awayekî exleqî dixwazin. Ji ber wê divê ku em bizanin ku her raya ku em didin ji bo Hewlêr, Kobanê, Şirnex û Amade ye. Ji bo tifaqa me ye. Ji ber wê em ê wê rojê xwedî li dengên xwe derkevin. Banga me ji hilbijêrin ji derve re jî heye werin xwe bigînin hevalên me, wê rojê raya xwe biavêjin.” 
 
Piştî axiftinan govend gerandin û piştre jî dikandarên bajarokê hatin ziyaretkirin.
 

Sernavên din

27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin | HATE NÛKIRIN
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne