Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn

img
WAN - Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê di rapora xwe ya têkildarî 7 girtîgehan amade kiriye de cih da gelek binpêkirinên mafan û bang kir ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn. 
 
Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di nav de rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkere kir. Rapora ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê digire nava xwe, li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya baroyê hate aşkerekirin. 
 
‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’ 
 
Yek ji parêzerên OHD’ê Medenî Gur, da zanîn ku li girtîgehên di meha sibatê de serdana wan kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. Gur, bal kişand ku pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye û got: “Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman heqan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mewzûata hiqûqî ye.” 
 
Gur, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Gur, bi lêv kir ku ji bo ev mesele bi rêyên demokratîk û aştiyane de bên çareserkirin jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bicihanîna pergaleke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adil ve girêdayî ye. Gur, ji bo rakirina tecrîdê di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên netewî û navnetewî kirin ku bikevin nava ‘liv û tevgerê’. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Gur, binpêkirinên mafan ên ji wan re hatine ragihandin wiha rêzkirin: 
 
* Li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin,
 
* Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê îaşeyî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê,
 
* Ji bo girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê vîtamîna B1’ê gelekî girîng e, li hin girtîgehan ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn,
 
* Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetî ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda.”
 
 
 
 

Sernavên din

15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG’ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN