Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye

  • rojane
  • 09:01 11 Nîsan 2024
  • |
ŞIRNEX - Şaredariya Deştadarê 3 salan di destê qeyûm de û 5 salan jî di destê AKP’ê da ma. Herî dawî jî DEM Partiyê bi dest xist. Hevşaredarên bajarokê dan zanîn ku dema ketin şaredariyê dîtin ku AKP’iyan maseya okeyê danîne. 
 
Xelkê bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezex a Şirnexê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeyeke ji sedî 53’yan namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîme Îlçin û Fahrettîn Akman weke hevşaredarên xwe hilbijart. Şaredarî 3 salan ji hêla qeyûm û 5 salan jî di bin rêveberiya AKP’ê de bû. 
 
Ev 8 sal bûn vîna xelkê bajarokê hatibû xespkirin û ji bo xizmeta gel tu gav nehatine avêtin. Rêyên bajarokê xerabe ne û bi taybet jî di demsala zivistanê de di nava heriyê de dimînin. Lewma xelkê bajarokê bi derfetên xwe ji keviran rê çêkirin. Di demekê ku xelk xistina vî halî de derket holê ku qeyûm û şaredarê AKP’î li şaredariyê ji xwe re maseya okeyê çêkirine û cihê razanê amade kirine. 
 
Wesayîtên meqamê yên şaredariyê nînin û tenê traktorek, kemçeyek û wesayîteke çopan heye. Lê ji ber ku demekî dirêj nehatine bikaranîn, jengî bûne. Di heman demê de ji ber ku ev 4 meh in deynê şaredariyê yê ceyranê nehatiye dayîn, li gel faîzê wê ev deyn bûye 600 hezar TL. 
 
Hevşaredarên bajarokê yên DEM Partiyî dixwazin dest bi xizmeta gel bikin lê ji ber ku hem bûdçeya şaredariyê kêm e û hem jî tu makîneyên ku pê kar bikin tune ne, sekinî ne. Hevşaredaran gotin ku gundên Tilêla, Kovex û Herbakê li benda xizmetê ne û ji bo ku bikarin xizmetê bikin, banga piştevaniyê li şaredariyên din kirin. 
 
‘RÊ TENÊ HETA ŞAREDARIYÊ HATIYE ÇÊKIRIN’
 
Hevşaredar Fahrettîn Akman diyar kir ku AKP’ê di van 8 salan de tu xebat nekiriye. Akman, da zanîn ku rêyên taxan tune ne lewma xelk tiştên xwe bi pişta xwe dibin malê. Akman, wiha domand: “Ji ber alîkarî û piştevaniyê, spasiya ciwan, jin û xelkê bajarokê dikin. Şaredariya bajarokê 3 salan qeyûm û 5 salan jî AKP'ê birêve bir. Çawa me qezenc kir û em ketin şaredariyê, me texrîbateke mezin dît. Xuya bû ku tu xizmet nehatine kirin. Ne rê hatine çêkirin ne jî kevirên parkeyê hene ku em çêbikin. Her der di nava tozê de ye. Rê, tenê ji ketina navçeyê heta şaredariyê hatine çêkirin. Ji wir û şûnde xizmet tune ye. Tu xizmet ji gundên girêdayî bajarokê re jî nehatine kirin.” 
 
'TRAKTOREK TENÊ HEYE EW JÎ XERABE YE’
 
Bi domdarî Akman anî ziman ku ji bo bikarin bixebitin û projeyên xwe pêk bînin, pêdiviya wan bi piştevaniya şaredariyên din heye. Akman, wiha pê de çû: “Bajarokê me biçûk e û pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Wesayîtên me yên cenaze û agirkujiyê tune ne. Tenê traktorek li pey xwe hiştine lê ew jî naxebite. Lê projeyên me hene. Em dixwazin ji bo ciwanan atolyeya cil û bergên kurdî vekin. Di vê atolyê de de em ê bi giştî 18 kesan têxin kar. Em ê pirsgirêkên avê û binesaziyê jî di demekî nêz de çareser bikin.” 
 
‘ŞAREDARÎ VEGUHERANDIYE HEWŞA OKEYÊ’
 
Di berdewamê de Akman destnîşan kir ku AKP’iyan avahiya şaredariyê weke qada keyfê bi kar anîne û wiha derbirî: “Tevî şertên nebaş jî em ê projeyên xwe pêk bînin. Bi amûr û alavên heyî kirina xizmetê zehmet e. Lewma em banga alîkariyê li şaredariyên din dikin. Şaredarê AKP’î ev der veguherandiya hewşa okeyê. Me maseyên wan ên okeyê yên li şaredariyê rakirin û em ê vê derê bikin cihê xîzmetê.” 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR
 
Hevşaredar Halîme Îlçîn jî anî ziman ku AKP’iyan şaredarî weke cihê lîstikê bi kar anîne û tu xizmet nekirine. Îlçîn, got ku dê cihê weke lîstina okeyê hatiye bikaranîn bikin pirtûkxane û herî dawî ev bang kir: “Em ê rêyên bajarokê çêbikin û ji bo çareserkirina veguhestinê pêdivî bi otobûsekê heye. Ji bo xizmetê pêdiviya me bi alîkariyê heye. Bi taybet jî daxwaza min ji hevşaredarên me yên jin ew e ku di vê pêvajoyê de me bi tenê nehêlin û piştevaniya me bikin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 
 

Sernavên din

30/04/2024
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’