Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin

  • rojane
  • 14:08 11 Nîsan 2024
  • |
img

ENQERE - Partiya Pêşerojê û CHP bi boneya Cejna Remezanê DEM Partî ziyaret kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di pîrozbahiyê de axivî û got ku divê Tirkiye pirsgirêkên xwe yên sereke çareser bike. 

Serdanên partiyên siyasî yên bi boneya Cejna Remezanê di roja duyemîn de didomin. Di vê çarçoveyê de Partiya Pêşerojê û Partiya Gel a Komarê (CHP) hatin serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Tê payîn ku Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê jî bên serdana DEM Partiyê. 
 
Şandeyên hatin Navenda Giştî ya DEM Partiyê ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamentera Amedê Ceylan Akça, Endamê Meclisa Partiyê (PM) Îhsan Seylan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê Partiya Pêşerojê Endamê Rêveber û Parlamenterê Konyayê Hasan Ekîcî û Cîgira Serokatiya Ragihandinê Nazli Ustun hatin serdanê. 
 
'PIRSIRÊKEKE DEMOKRASIYÊ HEYE’
 
Di serdanê de Parlamenterê Partiya Pêşerojê Hasan Ekîcî got ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye û ev tişt anî ziman: “Di her qadê de pirsgirêkên demokrasiyê hene. Rêya me dirêj e lê em ê demokrasiyeke rasteqîn bînin vî welatî. Ji ber nebûna demokrasiyê zirar digihije her kesî.” 
 
'AŞTIYA NAVXWEYÎ DÊ SÛDÊ BIDE AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN JÎ’
 
Piştre jî Ozturk Turkdogan axivî û wiha got: “Di esasê xwe de em dikevin serdemeke baş. Ev cejn piştî 31’ê Adarê hta. Di 31’ê Adarê de gelên me peyameke xurt a demokrasiyê dan. Hêvîdarim Tirkiye vê baş binirxîne. Em ji bo komareke demokratîk têdikoşin. Ji bo vê jî hêviya me ew e ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê bên çareserkirin û pêvajoya nû sûdê bide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê. Aştiya navxweyî dê sûdê bide aştiya Rojhilata Navîn jî. Li Tirkiyeyê êşên gelê kurd kişandin her kes pê dizane. Em naxwazin êdî êş bên kişandin. Aştî girîng e. Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya aştiya Tirkiyeyê.” 
 
'EM Ê DI 17’Ê NÎSANÊ DE LI SÎNCANÊ BIN’
 
Bi domdarî Turkdogan bal kişand ser Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê de biryar were dayîn û got ku dê li eywana danişînê ya Sîncanê bin. Turkdogan hêvî kir ku siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî bên berdan. 
 
Di şandeya CHP’ê de jî ji Cîgirê Serokê Giştî Volkan Demîr, endama MYK’a Baskê Ciwanan Armagan Akyuz û endamê MYK’a Baskê Ciwanan Batuhan Cakcak pêk dihat. Demîr di serdanê de axivî û cejn li tevahiya welêt pîroz kir. Demîr, anî ziman ku piştî hilbijartinê bihar hate welêt û hêvî kir ku ev bihar bidome. 
 
'VÎ WELATÎ PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN SEREKE HÊJ ÇARESER NEKIRIYE’ 
 
Turkdogan jî got ku ew dixwazin aştî were welat û ev tişt anî ziman: “Vî welatî hêj jî pirsgirêkên xwe yên sereke çareser nekiriye. Partiya me jî ji bo demokratîkkirina komarê têdikoşe. Di 31’ê Adarê de peyameke xurt a demokratîkbûnê hate dayîn. Weke muxalefetê em ê demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.” 
 
Demîr ê CHP’î dîsa mafê axaftinê girt û got ku ji bo gelên Tirkiyeyê bi xwişk-biratî û azad bijîn ya ku ji dest tê dê bikin. 
 
Cîgirên Hevserokên Giştî Vezîr Coşkun Parlak û Canan Çalagan û endama PM’ê Fatma Koçyîgît jî serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî didomînin. 
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?