Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike

  • rojane
  • 15:19 11 Nîsan 2024
  • |

WAN - Xelkê Wanê ku bi berxwedana xwe destûr neda îradeya wan were xespkirin, hem serkeftina xwe hem jî Cejna Remezanê bi hev re pîroz dike. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de her 14 şaredariyên Wanê bi dest xist. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî bi rêjeya ji sedî 55 bi dest xist. Lê îktîdarê bi rêya “kêmîna siyasî” hewl da şaredariyê xesp bike. Xelkê Wanê jî li dijî vê daket kolanan û di encama berxwedana xwe de paşvegav bi îktîdarê da avêtin. 
 
Xelkê Wanê niha jî hem serkeftina xwe ya hilbijartinê hem jî Cejna Remezanê bi hev re pîroz dike. Bi boneya cejnê gelek kes çûn serdana DEM Partiyê. Em jî bi ziyaretvanan re axivîn. 
 
‘GELÊ ME JI BI PARASTINA ÎRADEYA XWE LI BER XWE DA’
 
Ji welatiyan Samî Aktî got ku xelkê Wanê ji bo parastina îradeya xwe têkoşiya lewma pir keyfxweş e. Aktî, keyfxweşiya xwe wiha got: “Ji ber ku me her 14 şaredarî bi dest xist. Ez her du cejnên gelê me pîroz dikim. Bi taybet jî bejna xwe li ber berxwedana xelkê Wanê ditewînim. Em pir keyfxweş in û mirûzê me gelek xweş e. Tu hêz nikarin rê li ber îradeya gel bigirin. Ez têkoşîna gelê me pîroz dikim.”  
 
‘KURDAN DERSA DEMOKRASIYÊ DAN CÎHANE’
 
Mehmet Koç jî wiha got: “Gelê kurd dersa demokrasiyê da hemû cîhanê. Em ewqas keyfxweş in ku nizanim çi bibêjim. Me têkoşîna demokrasiyê meşand û em bi ser ketin. Gelê me tevek pir keyfxweş e. Di esasê xwe de em du cejnan dijîn. Hemû cîhanê dît ku tu kes nikare îradeya gelê kurd xesp bike.”
 
‘GELÊ ME DIXWAZE ÊDÎ AZAD BE’
 
Omer Işik jî got ku serkeftina wan serkeftina tevahiya gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin di hilbijartinên din de şaredariya bajarê mezin bi rêjeya ji sedî 80 bi dest bixin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ji bo xwedîderketina li îradeya gel daketin kolanan. Gelê me êdî dixwaze azad bijî û xwe birêve bibe.” 
 
‘ME NÎŞANÎ WAN KESÊN DIBÊJIN KURD TUNE NE DA KA EM KÎ NE’
 
Ji welatiyan Ayşe Çelîk jî diyar kir ku dê têkoşîna wan a li dijî kesên dixwazin îradeya wan xesp bikin ji vir û şûnde jî bidome. Çelîk, got ku heke xelkê Wanê xwedî li îradeya xwe derneketibûya dê li tevahiya şaredariyên DEM Partiyê û partiyên din qeyûm bihatina tayînkirin û wiha pê de çû: “Me nîşanî wan kesên dibêjin ‘kurd tune ne’ da bêka em kî ne. Ez bejna xwe li ber têkoşîna gelê me ditewînim. Heta serkeftinê jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
‘XELKÊ WANÊ BERSIVEKE MEZIN DA QEYÛMAN’
 
Îrem Çelîk jî anî ziman ku xelkê Wanê bersiveke mezin daye qeyûman û got: “Dê êdî tu kes cesaret neke li îradeya me qeyûm tayîn bike. Vê têkoşînê lîstikên qeyûm pûç kir.”
 
‘EZ XELKÊ WANÊ PÎROZ DIKIM’
 
Guzel Erdemlî jî destnîşan kir ku wan li dijî derhiqûqtiyan li ber xwe daye û wiha pê de çû: “Ev serkeftin serkeftina gelê kurd e. Hêvîdarim ev serkeftin mezintir bibin. Dive tevahiya gelê kurd mîna xelkê Wanê dakeve qadan û daxwaza azadiya xwe bike. Cejna duyemîn a gelê me pîroz be.” 
 
‘GELÊ KURD DÊ HER TIM LI DIJÎ NEHEQIYAN DERKEVE’
 
Kadîr Çîçek jî wiha got: “Gelê kurd li her qadê xwedî li azadî û rûmeta xwe derdikeve. Di serî de ez silav û rêzên xwe ji gelê me yê li her çar parçeyan û birêz Ocalan re dişînim. Serkeftina li Wanê serkeftina tevahiya Kurdistanê ye. Heke em li dijî neheqiyê derneketibûna dê dîsa polîtîkaya qeyûm bixistina dewrê. Gelê kurd şer û rijandina xwînê naxwaze. Em naxwazin mudaxileyî mafên me yên sereke, azadî û jiyana birûmet bikin. Mixabin dewlet li dijî kurdan di şer de israr dike. Dixwaze bitirsîne û ji têkoşînê dûr bixe. Em ji tu kesî natirsîn. Heta em mafên xwe distînin jî dê têbikoşin. Bila kesek li dijî rûmet û azadiya kurdan nekeve nava hewldanan nexwe dê bersiva me mezin be. Em dixwazin aştî û hiqûqa xwişk-biratiyê li ser vê xakê mayînde bikin. Rêya gelê kurd vekirî be.” 
 
 

Sernavên din

30/04/2024
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye