Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû

  • rojane
  • 09:05 12 Nîsan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu destnîşan kir ku encamên hilbijartinên herêmî nîşan dan ku polîtîkayên desthilatê ji hêla gel ve nehatine qebûlkirin û anî ziman ku têkoşîna Wanê li AKP’ê paş de gav da avêtin, ji bo muxalefetê jî bû ezmûnekî baş. 
 
Desthilata AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de tevî bajarên mezin gelek şaredarî winda kir. Piştî têkçûna mezin ev demeke pêjn ji AKP’ê dernakeve û polîtîkayên AKP’ê yên rojên pêş dê çawa be pir tê mereqkirin. Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu der barê encamên hilbijartinan, polîtîkayên muxalefet û desthilatê de axivî. 
 
Aksoyoglu ji bo têkçûna desthilatê nirxandina “qezaya trafîkê” û ji bo serkeftina muxalefetê jî pênaseya “lihevkirina bajar” kir. Aksoyoglû, wiha domand: "Partiyên muxalefetê di hêla rêveberiyên herêmî de nîşan dan ku dikarin bibin alternatîfa desthilatê. Lê belê desthilat şûna li xwe vegere, bêhtir pê li xazê dike. Ji hêla muxalefeta civakî talûkeyeke wiha heye; hilbijêrên ku guh nedane daxwazên ‘Reîs’, dikarin rasterast bere xwe bidin ‘Reîs’ jî. Dibe ku encamên hilbijartinên herêmî derbasî hilbijartinên giştî nebe. Çendekî hilbijêran difikirin ku şûna ‘Reîs’ pê li frenê bike, pê li xazê dike. Ez difikirim ku dê desthilat di hilbijartinên giştî de lêgerînên çareserkirina van tiştan de be.” 
 
‘HILBIJÊRÊN AKP’Ê BÛNE DU PARÇE’
 
Aksoyoglu anî ziman ku divê têkçûna desthilatê tenê bi xwe vekişandina hilbijêrên AKP’ê nayê pênasekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên hatine jiyîn ji hêla muxalefetê serkeftin e. Tevgera kurd li dijî polîkaya qeyûm jinûve xwedî li şaredariyên xwe derket. Ev yek serkeftinek e. Lê belê divê em serkeftinê zêde mezin nekin nexwe em ê rastiyê baş nebinin. Li aliyekê bandora polîtîkayên ewlehiyê û hilbijartinên di bin şert û mercên zextan de hatine kirin heye li aliyê din bandora paşdeçûna jiyana aborî û civakî ya çîna navîn heye. Hilbijêrên AKP’ê bûne du parçe. Aliyek qet neçû ser sindoqan, aliyê din piştgirî da CHP’ê û Partiya Yenîden Refahê (YRP). Divê ev dane baş bên hesapkirin.” 
 
‘WANÊ DESTHILAT LI PAŞ XIST’
 
Aksoyoglu da zanîn ku ji bo rewşa di hilbijartinên herêmî derketiye holê, di hilbijartinên giştî jî were bidestxistin, divê çepa navendî û tevgerên çepgir û sosyalîst ji xwe re qadekê vekin û wiha pê de çû: “Divê Amed, Wan, Edene, Îzmîr cuda cuda werin nirxandin. Çima li Îzmîrê deng kêm bûn an jî li Edene û Mêrsînê bandora endamê ku kurd jî dixwazin dê çawa be divê were lêkolînkirin. Heke rexneya vê yeke xurt were kirin, dibe ku muxalefet ji vê pêvajoyê xurt derbikeve. Taybetî jî hewldana xespkirina Wanê sînorên desthilatê da diyarkirin û ev pir girîng e. Muxalefeta ku ÎYÎ Partî ne di nav de bû ezmûneke baş da. Ev helwest dê polîtîkayên qeyûm û sînorên desthilatê diyar bike. Hatina muxalefetê ya ba hev û hişyarkirina civakê dê nîşan bide bê ka desthilat çiqas lewaz e. Divê di van mijaran de paş de gav neye avêtin. Coşa lihevkirina bajar li Wanê dom kir. Heke ev yek were domandin dê karibe di vir de serkeftinek were avakirin.”
 
‘AKP DÊ GUHERÎNÊ DI NAVA XWE DE BIKE’
 
Di berfirehiya nirxandinên xwe de Aksoygolu da zanîn ku li gel encamên derketine, desthilat dikare polîtîkayên xwe hişktir jî bike û ev tişt gotin: “Mudaxileyên Sûriyeyê û herêmên kurdan ji hêla raya giştî ve zêde nayê erêkirin. Desthilat hewl dide bi lêgerîna petrola Behre Reş û gengeşiya Egeyê sor bike û ji vê derê polîtîkayeke ewlehiyê derxe û bala raya giştî bide van aliyan. AKP ji bo desthilata xwe bidomîne neçare e ku pêvajoyekê bide destpêkirin. Hemû geşedan nîşan didin ku Erdogan neçar e ku di politikaya xwe de guherînekê çêke. Lê belê ez di vê guherînê de îhtîmala nermbûnê nabînim. Heke nerm bibe dê gelek hevsengî ji hev veqetin. Pariyên wek MHP, HUDA PAR û Partiya Yekitiya Mezin (BBP) hene ku destûr nadin nermbûnê û dê karibin valahiya ji AKP’ê çêdibe tije bikin. AKP dê guherînê di nava xwe de çêbike.”  
 
Di dawiya axaftina xwe de Aksoyoglu diyar kir ku divê muxalefet bêhtir nêzîkî hev bibe û wiha derbirî: “Li welat pirsgirêka kurd heye. Di rêveberiya herîmî de ev yek nehat dîtin. Tenê lihevkirina bajar û li çend cihan hevdîtin pêk hatin. Lê belê pêdivî bi zêdetirê heye. Li gel vê yeke divê di mijara pirsgirêka kurd de bêhtir wêrek were tevgerîn. Ez ê bale bikeşim ser rapora bi nav û deng a pirsgirêka kurd a SHP’ê. Heke partiyek hebe ku dem bi dem karibe li hember hin derdorên civakê bisekine, partiyeke demokratik ku van pêvajoyan bide pêşiya xwe û bimeşe, di hêla civaka Tirkiyeyê de dema asteke nû dê were.”  
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

30/04/2024
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’