Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'

  • rojane
  • 09:02 14 Nîsan 2024
  • |
ÊLIH - Zarokê 17 salî ku polîsan îşkence lê kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.  
 
Li Êlihê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijarinên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Êlihê bi dest xist. Piştî pîrozbahiyên di 4’ê nîsanê de, polîsan ciwanê bi navê Suleyman Ç. ê 17 salî bi îşkenceyê binçav kirin. Polîsan bi qebzeya çekê ji 3 cihên cuda sere Suleyman Ç. şikandin. Der barê Suleyman Ç.de di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê de bêyî hincet rapor nehat amadekirin. Suleyman Ç. ewilî birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê pişte re jî sewqî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hate kirin. Tevî ku rapora muayeneya edlî ya tunebû jî dozger bi daxwaza girtinê Suleyman Ç. sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Êlihê kir. Dadger jî bêyî rapora edlî, biryara girtina Suleyman Ç. da. 
 
RAPORA BI LEZ Û BEZ
 
Kirariyên derheqê Suleyman Ç. de li gorî prosedûrên hiqûqê nehatin kirin û ev yek jî bû sedem ku Suleyman Ç. ji deriyê girtîgehê vegere. Îdareya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bêyî rapora edlî, girtina Suleyman Ç. qebûl nekir û vê carê jî bi awayekî lez û bez raporekî muayeneyê hate amadekirin.  
 
Parêzerê Suleyman Ç., Yunus Bagiş ji rêveberiya girtîgehê re da zanîn ku ew nikarin bêyî rapora edlî muwekîlê wî têxin girtîgehê. Bagiş, da zanîn ku bi ser vê yekê bi awayekî lez û bez der barê Suleyman Ç. de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê raporek hate amadekirin. Bagiş, diyar kir ku midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgerî derveyî kanûnê kirarî kirine û anî ziman ku ew ê giliya polîsên ku darb kirine, bijîşkên ku rapor nedane, dozgerê bêyî raporê bi daxwaza girtinê sewq kirî û dadgeha biryara girtinê daye bike. 
 
BI SERÊ JI 3 CIHAN VE ŞIKESTÎ Û BÊYÎ RAPOR HATE GIRTIN
 
Bagiş, bi bîr xist ku piştî pîrozbahiyan polîsan bi ava şid mudaxile li girseyê kir û wiha axivî: “Kesên di temenê zarokan de bûn girtin û li wan dan. Yek ji van jî muwekîlê min e. Serê wî ji sê cihan şikandin û ew birin nexweşxaneyê. Li vê derê kirarî nayê kirin û wî dibin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Li gel ku serê wî şikestibû, nexweşxaneyê rapor neda. Bi vî awayî wî dibin TEM’ê. Me li vê derê pê re hevdîtin kir û îşkenceya lê hatiye kirin jê bihîst. Dema ku ew sewqî dozgeriyê hate kirin me mijara raporê anî ziman. Lê belê dozgerî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Me li vê derê jî daxwaza raporê kir. Lê belê dadgeh xwest were girtin. Piştî girtinê birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê got ku bêyî rapor ew nikarin têxin (Suleyman Ç) girtîgehê. Bi ser vê yeke bi awayekî lez û bez li nexweşxaneyê raporekî amade kirin. Li gel van tiştan muwekîlê min xistin girtîgehê û piştre jî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Ji ber li Êlihê girtîgeha zarokan nîn e, ew sewqî vê derê kirin.” 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN’
 
Bagiş, destnîşan kir ku bêhiqûqiya bi binçavkirinê dest pê kiriye bi girtinê dom kir û axaftina xwe wiha domand: “Me tevahiya pêvajoya bêhiqûqiyê belge kir. Em ê bi belgeyên binpêkirinê yên di deste me de, kesên di vê pêvajoya bêhiquqiya zincîrî de cih girtine gilî bikin.” 
 
ÊZEBÊHIQÛQTIYÊN HATINE KIRIN
 
Bagiş, daxuyand ku tevî der barê muwekîlê wî de tu delîlên şênber nîn in jî hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Hinceta girtina wî ‘Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê sûc kiriye.' Wekî tê zanîn ev hinceta girtinê hatibû betalkirin û bi pakêta darazê ya 8’emîn careke din ev made xistin dewrê. Muwekîlê min dema belavbûnê de xistine wesayîta polîsan û îşkence lê kirin. Ev tişt tevî ku di nav tu çalakiyan de nebû û dema diçû mala xwe, hatin jiyîn. Hewldaneke êrişê ya li dijî rayedar û malê  cemaweriyê nîn e. Di nava dîmenên nav dosyeyê de jî nîn e. Ev ji hêla me û dozgeriyê ve jî hate lêkolînkirin. Yek delîl jî nîn e lê belê bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Ev bêhiqûqî bû rêzebêhiqûqtî." 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

29/04/2024
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin