DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin

  • jin
  • 10:36 27 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, bang li Wezareta Dadê kir ku ji vîna gel re rêzê bigire û wiha got: “Yên ku bi gefên girtina partiyan û tayînkirina qeyûman re şaredariyên me hedef nîşan didin, divê baş zanibin ku gelên me wê destûrê nedin vê yekê.” 

 
Hevserokên jin ên bajaran ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê û xeta têkoşînê ya polîtîk a serdema pêş binirxînin li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civiyan. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû beriya civînê têkildarî rojevê nirxandin kirin ev tişt gotin: "Pergala hevserokatiyê bi salan e ji aliyê hikûmetê ve tê xwestin bê krîmînalîzekirin. Desthilata faşîst a zayendperest bi salan e ji bo ku pergala hevserokatiyê krîmînalîze bike hewl dide civakê jî razî bike. Lê belê hilbijartinan nîşan da ku pergala me ya hevserokatiyê ji aliyê civakê ve hatiya erêkirin. Jinan di vê hilbijartinê de careke din bi awayekî zelal nîşan dan ku di jiyana bê şer, tundî û îstîsmarê de israr dikin. Wêneya îflasa polîtîkaya ku bi sextekarî, bêedaletî, bêhiqûqî û qeyûman tê meşandin derket holê. Me gelek caran got û em ê dîsa jî bibêjin. Em bi baweriya xwe, bi vîna xwe ya jinê, bi hişmendiya xwe û bi paradîgmaya xwe vê dibêjin. 
 
DIVÊ KUJERÊN JINAN CEZAYÊN KU HEQ DIKIN BIGIRIN
 
Belê, hikûmet li hemberî serkeftina ku derket holê dest bi operasyonên ferasetê kir. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin û kiryar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên berdan. Emîne Şenyaşar a ku 6 sal in Nobeda Edaletê digire, 88 roj in jî li ber Wezareta Dadê nobedê digire. Em jin carek din dengê Emîne Şenyaşar a ku ji hêla wezaretê ve nayê bihistin tînin ziman, ev erka me ye. Karê wi rêzgirtina îradeya sindoqan, îradeya jin û ciwanan e. Divê vî welatî êrişkar û kujerên jinan cezayên ku heq dikin bigirin û kuştina jinan bên rawestandin. Divê bêhiqûqiya li hemberî Fahriye Ceylan a ku 32 sal in girtiye û bi hincetên wekî 'werzişê li gorî rêgezan nake' bê bidawîkirin. Astengirina berdana 11 jinên li Girtîgeha Sîncanê bên bi dawîkirin. Kesên ku Makbule Ozer a 81 salî û Hatîce Yildiz a 75 salî bi raporên 'Dikarin di girtîgehê de bimîne' dişîne girtîgehê, rûyê ku biaxive tune ye. 
 
DEM Partî partiya jinan, ciwan, karkeran, kedkaran û xizanan e.Yên ku bi gefên girtina partiyan û tayînkirina qeyûman re şaredariyên me hedef nîşan didin, divê baş zanibin ku jin û gelên me wê destûrê nedin vê yekê. 
 
SEKNA LI DIJÎ TECRÎDÊ NE SÛC E
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk jî di nav de 11 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber ku li dijî tecrîdê û zextên li girtîgehê pêk tê ketin greva birçîbûnê 10 roj cezayê hicreyê li wan hat birîn. Li aliyekî Wezareta Dadê ya ku wezîfeya xwe pêk nayne û ji aliyek din jî jinên ku li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe didin. Em caren din Wezareta Dadê hişyar dikin û dibêjin sekna li dijî tecrîdê ne sûc e, sûc domandina rejîma tecrîdê ye û divê cezayên ku didin girtiyan bên bi dawî kirin. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Kedkarên çapemeniyê Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayumat, di Roja Rojnamegeriya Kurd de hatin binçavkirin û pişt re hatin girtin. Em erişên li dijî kedkarên çapemeniyê şermezar dikin. Ji ber baweriya têkoşîna azadiya jinê em heta wan rojan hatin. Em ê bi vîna jinê hem bajarê xwe û hem jî xwe bi rêve bibin. Me got em ê qeyûman ji Kurdistanê derxin û me gotina xwe jî kir, em bi ser ketin. 
 
HER ROJA KU DIÇE XIZANIYA JINÊ KÛR DIBE
 
Li welat her roja ku derbas dibe xizaniya jinê kûr dibe. Lê belê qeyûmên ku dijminatiya jinan dike çawa dizî kirine? Duh hevşaredarên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê qeyûman de bi belgeyan bêhiqûqiya ku hatî kirin ragihandin û çawa hatiye talankirin anîn ziman. 
 
LI DIJÎ TECRÎD Û ŞER DÊ BI RÊXISTINEKE XURT TÊBIKOŞIN
 
Hêza me ya jinan heye ku li dijî polîtîkayên şer, tundî, xizanî û kedxwariyê têbikoşe. Li dijî polîtîkayên tecrîd û şer bi rêxistineke xurt têbikoşîn. Li her derê mal bi mal bigerin û polîtîkayên desthilatê teşhîr bikin. Paradîgmaya Birêz Ocalan dê li her derê bên gotin û bên pratîzekirin. Ev têkoşîn têkoşîna nan, azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet e. Têkoşîna edaletê ye. 
 
Li vî welatî tecrîd bingeha hemû qeyranan e. Bêedaletî û bêhiqûqî ji ber tecrîdê pêk tê, heke tecrîd bê bidawîkirin dê rê li ber azadî, wekhevî û demokrasiyê vebe. Di tecrîdê de israr, di şer û tundiyê de israr e û ew yek jî tê wateya xizaniyê. Tê wateya dizîna jiyana jinan, kûrkirina xizaniya jinan û mafê jinan. Lê belê em destûrê nadin vê yekê. 
 
EM Ê BI HEV RE BAJARÊN XWE JINÛVE AVA BIKIN
 
Em jin bêtir bajarê xwe nas dikin û em dizanin hewcedariyên me çi ne. Em ê bi hev re bajarên xwe ji nû ve avabikin. Hevalên me hemû jî dê bi vê hesasiyetê nêz bibin. Dem dema avakirina bajarên azad ên jinê ye. Em ê li her cihên bi rêxistinkirî bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Em bi saziyên demokratîk, rêxistinên sivil û rêxistinên jinan re bi ser ketin. Niha em dibêjin dem dema jinûveavakirinê ye. 
 
Em ê cihên ku jin bikare behnê bigire û hilberînê bike, ava bikin. Navendên li dijî şîdetê, stargehên jinan, marketên xemrî, malên tenûrê û koperatîfan vekin û bixebitin. Em ji aliyekî qadên hilberînê yên herêmî vekin û ji aliyên din jî li dijî îktîdara serdest têbikoşîn.
 
EM Ê KONGREYÊN XWE PÊK BÎNIN 
 
Piştî hilbijartinê em ê li gelek navçe û bajaran kongreyên xwe pêk bînin û rêveberiyên xwe xurt bikin. Heke jin di rêveberiyan de bi hêz bin dê bikarin di avakirina bajarên azad ên jinan de ji bi hêz bin. Di kongreyan de em ê hêza jinê xurtir bikin û em ê rengê temsîliyeta jinê bêtir derxin holê. Hemû hevserokên me yên jin dê bi vê motîvasyonê tevbigerin. 
 
Rastiya me ya têkoşînê ew e ku bêyî ziman, nasname û baweriyê bi cudahiyên xwe re werin cem hev û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Li dijî şer avakirina tifaq û torên hevgirtinê yên jinan ên herî xurt e. Em baş dizanin ku jin di lêgerîna jiyana azad û wekhev de israr dike û ev yek ji bo jinan ferz e. Rêya me ew e ku em bi hemû jinan û siyaseta xwe ya demokratîk re jiyaneke alternatîf li hev bikin. Hevdîtina li ser rêya 3’yemîn a li dijî polîtîkayên tune hesibandin û cudakeriyê yên serdest a mêr tê wateya avakirina jiyaneke bê şîdet û bê kedxwarî.
 
Tişta ku li ser me tê ferzkirin em jin qebûl nakin û ne jî mecbûr in. Li Tirkiye û Kurdistanê me got 'Ev rewş wiha nabe'.  Bijî hevgirtina jinan, jin jiyan azadî.”
 

Sernavên din

07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin