Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin

img
WAN - Karker û kedkarên tev li mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê bûn anîn ziman ku ew li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê daketine qadan û li dijî bûdçeya ji bo şer tê xerckirin banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Ji ber polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê ferz dike, krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe, gel û kedkar êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bikin. Karker û kedkarên tev li mitînga herêmê ya 1’ê Gulanê ya Wanê bûn, diyar kirin ku bûdçe ne ji bo gel lê ji bo şer tê xerckirin û xwestin her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike. 
 
‘TEKANE ÇARESERÎ ÎMRALI YE’
 
Ji welatiyan Ayten Sargul anî ziman ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê Îmrali ye û wiha got: “Krîza aborî ya heyî bandorê li her kesî dike. Em bang li îktîdarê dikin ku dawî li van polîtîkayên xwe bîne. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin. Ji bo vê jî divê şerê li dijî gelê kurd ê bi sala ye tê domandin bi dawî bikin. Dema ev pirsgirêka çareser kirin dê her tişt li welêt pir baştir bibe. Divê tavilê deriyên zindanan bên vekirin û girtiyên di tecrîdê de bên berdan. Ya herî girîng jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtin pê re bên kirin.” 
 
‘BILA POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN LI KURDISTANÊ BI DAWÎ BIBIN’ 
 
Mûrat Balikesîr jî da zanîn ku ji bo polîtîkayên şer ên bi sala ye li Kurdistanê di meriyetê de bi dawî bibin li qadê ye û wiha dom kir: “Weke kedkar û karkerek em xwedî li tişta aydê xwe derdikevin. Tekane daxwaza me ew e ku tişta em heq dikin wergirin û bi awayekî herî baş bijîn. Heta pergala em dixwazin ava dikin em ê li qadan bin û têbikoşin. Em dixwazin zexta li ser kesên xwedî kar û keda xwe derdikevin û şerê li ser xaka me bi dawî bibin. Bi taybet jî em dixwazin polîtîkayên şerê taybet ên bi sala ye li ser xaka Kurdistanê tên meşandin bi dawî bibin. Em îro ji bo şer û ev polîtîkayên qirêjî bi dawî bibin li qadan e.” 
 
‘BÛDÇEYA WELAT JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN’
 
Têkildarî mijarê Hasan Duman jî diyar kir ku tevahiya bûdçeya welêt ji bo şer tê xerckirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ked pîroz e û tevahiya kedê encama têkoşînên domdar e. Ev bi sala ye em ji bo ji kedxwariyê re bibêjin ‘bisekine’ li qadan e û mafê xwe diparêzin. Mafên kedkaran bi rêya şerên ji hêla serdestan ve tên meşandin tên xespkirin. Em êdî cîhan û welatekî bêkedxwarî û şer dixwazin. Em cîhan û welatekî li gel aştiyê dixwazin. Em ji tevahiya şerên li welat û herêma me re dibêjin ‘na.’ Bi vê daxwazê li qadan e. Ji bo bûdçeya welat ji bo şer, tank, top û tifingan neyê xerckirin em li qadan e. Bila bûdçeya ji bo şer tê veqetandin pêşkeşî xizmeta gel bê kirin.” 
 
LI DIJÎ KRÎZÊ DAXWAZA SERERASTKIRINÊ
 
Mehtap Işik jî ji ewil 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir û wiha pê de çû: “Divê gel li dijî krîza aborî, mirinên karkeran ên di demên dawî de û derhiqûqiyên heyî nerazîbûna xwe zêde bikin û dakevin qadan. Ji bo mirina karkeran bi dawî bibin û mafên kedkaran em ê her tim li qadan bin. Ji ber krîza aboriyê ya dawî, beşeke mezin a gel jê bibandor dibe. Piraniya gel nikare debara xwe bike. Di esasê xwe de aboriya Tirkiyeyê têk diçe. Pêdiviyên sereke yên weke xwarin û vexwarinê nikarin pêşwazî bikin. Ji bo vê jî divê qanûnên girîng bên derxistin, mafên karker û kedkaran bên dayîn, karsaz jî dev ji mobbîng û kedxwariya li dijî karkeran berdin. Her wiha ji bo krîza aborî divê sererastkirinên zêdek bên kirin.” 
 
‘EM CÎHANEKE BÊŞER Û BÊKEDXWARÎ DIXWAZIN’ 
 
Sema Aktaş jî anî ziman ku daketina wan a qadan pir girîng e û wiha derbirî: “1’ê Gulanê ji bo jinan pir girîng e. Ji ber ku divê em keda xwe vebêjin, daxwaza heqdestê wekhev û di hemû qadên jiyanê de cih bigirn. Ev yek girîng e.” 
 
Serdar Îşçe jî bi lê vv kir ku li dijî şer divê her kes bi hev re tevbigere û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye kedkar li dijî pergalê û îktîdarê li ber xwe dide û xwedî li keda xwe derdikeve. Em êdî welat û cîhaneke bêşer û bêkedxwarî dixwazin.” 
 

Sernavên din

16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê