Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye

  • rojane
  • 14:59 21 Gulan 2024
  • |

AMED - Di doza têkildarî kuştina Hantaş hatiye vekirin de polîsê bersûc ceza negirt. Parêzer Ercan Yilmaz bertek nîşanî biryara dadgehê da û anî ziman ku biryar derveyî qanûnê ye. 

 
Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de xurdevan Recep Hantaş (20) bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Di doza derbarê bûyerê hatiye vekirin de dadgeh biryar da ku hewcehî bi cezakirinê nîn e. Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî biryarê axivî. 
 
KUŞTINA HANTAŞ WEK ‘PARASTINA CEWHERÎ’ HATE DÎTIN
 
Yilmaz diyar kir ku biryar bikaranîna çekê rewa dike û ev tişt gotin: “Di biryara ewil de ji ber ji ber nehat zanîn ku ji 5 polîsan kê gule berdaye, di çarçoveya “ji gumanbariyê bersûc sûd digire” biryara beraetê hatibû dayîn. Me ji ber vê yekê îtîraz kir û îstînaf biryar betal kir û dosye paş ve şand. Di danişîna îro hatiye lidarxistin de dadgeh diyar kir ku polis ji sînorê rayeya bikaranîna çekê derneketiye, di çarçoveya ‘parastina cewherî’ de çek bi kar aniye.” 
 
‘MÎNAKA BÊCEZAHIŞTINÊ’
 
Yilmaz diyar kir ku ew wek ÎHD ev demekî dirêj e ku dozên bi vî rengî dişopînin û axaftina xwe wiha domand: “Pratîkekî darazê heye ku bi salan e polîtîkaya bêcezahiştinê didomîne. Ev doz jî mînaka herî baş a bêcezahiştinê ye. Qeydên kamerayan hene, her tiştek pir zelal dişibe dosyeya Kemal Kûrkût. Bi awayekî zelal tê dîtin ku polîs hedef digire û dibe sedema kuştina mirovekî lê biryarekî wiha hate dayîn. 
 
HINCETA DADGEHÊ
 
Yilmaz derbarê rapora ATK’ê amade kiriye de ev tişt gotin: “ATK di rapora xwe de aniye ziman ku di kêliya Recep Hantaş hatiye kuştin de 5 polîs hene, di nav wan de polîsê berê çeka xwe dirêjî Hantaş kiriye tê darizandin. Hat destnîşankirin ku ji ber vê yekê biryara beraetê nayê dayîn. Lê belê vê carê di biryarê de tê gotin ku polîs neçar maye ku çekê bikar bîne. Dadgeh hincetekî wiha dît. Em vê yekê qebûl nakin.” 
 
‘MUDAXILE LI DOSYEYÊ KIRIN’
 
Yilmaz da zanîn ku tê ferqkirin ku di dema darizandinê de mudaxile li dosyeyê hatiye kirin û bi bîr xist ku bersûc tenê 40 rojan girtî ma. Yilmaz diyar kir ku faîl tê parastin û axaftina xwe wiha domand: “Bi salan e ev sepan hene. Dema ku rayedarên cemaweriyê sûcekî dikin, bûyer çiqas zelal jî be, çiqas delîl jî hebin mafên mirovan datînin li aliyekî. Bi feraseta domdariya dewletê tevdigerin û polîs û leşkerean diparêzin. Em ê serî li riyên hiqûq ber me vedike bidin.”
 
‘BIKARANÎNA ÇEKÊ DERVEYÎ QANÛNÊ YE’  
 
Yilmaz da zanîn ku dadgeh bi şîroveya “neçar bû ku çekê bikar bîne” biryarê daye û bal kişand ser kanûnên bikaranîna şert û mercên çekê diyar dike. Yilmaz axaftina xwe wiha domand: “Divê polîs ewil guleya “raweste” bi kar bîne. Piştre ji bo kesên behsê xeberê nekuje, gule berdide cihekî ku nekuje. Kanûn rê dide vê yekê. Li vê derê zelal e ku polîs rasterast Recep Hantaş hedef girtiye û gule berdayê. Ji ber vê yekê şert mercên bikaranîna çekê çêbûbin jî bikaranîna çekê ne li gorî şert û mercên hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê biryara hatiye dayîn derveyî qanûnê ye.” 
 
MA / Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’ | HATE NÛKIRIN
15:12 Li Amedê tayînkirina qeyûm tê protestokirin
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê de 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye | HATE NÛKIRIN
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN