Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 09:41 4 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Viyan Tekçe ya li Stenbolê hevdîtinên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm bi dawî kirin, diyar kir ku têkiliyên wê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û TBB'ê re dê bidomin û anî ziman ku pirsgirêka qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye. 
 
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ya tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û dûrxistina ji wezîfeyê ya Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û hevdîtinên xwe yên li Stenbolê nirxandin, bi lêv kir ku bêhiqûqiyên bi hilbijartinê dest pê kirin bi darbeya li vîna gelê Colemêrgê encam girtin. Tekçe, axaftina xwe wiha domand: “Desthilatê di pêvajoya hilbijartinê de hemû çavkaniyên dewletê ji bo xwe bikaranîn. Saziyên dewletê ji bo vê hilbijartinê seferber kirin. Tevî van hemûyan gelê Colemêrgê vîna xwe danî holê û di hilbijartinan de deng dan me.”
 
Tekçe, bi bîr xist ku bi tayînkirina qeyûm a dawî ya li Şaredariya Colemêrgê cara 3’yemîn qeyûm hate tayînkirin û got: “Navê vê darbeya siyasî ye, dagirkerî ye, penasekirineke din nîne. Ji roja ewil ku qeyûm gav avêt şaredariyê , şaredarî di bin dorpêçê de ye. Li dora wê polîsên çevîk û gelek polîs hatine bicihkirin. Em û endamên me yên meclisa şaredariyê nêzî şaredariyê nekirin. Şaredariyeke ku ya gel e ji gel re girtin.”
 
‘DESTHILAT AMADEKARIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ DIKE’ 
 
Tekçe, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û gel bertek nîşanî vê yekê dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat amadekariya şerekî navxweyî dike. Ji bo bingeha vê yekê ava bike, ji bajarên sînor dest pê dike. Em jî dê teqez destûrê nedin vê yekê. Em ê ji bo şaredariyên xwe bigirin heta dawiyê şer bikin. Em dizanin ku hemû polîtîkayên şer li ser şaredariyên li ser sînor bi rê ve dibe. Colemêrg ji bo AKP’ê gelekî girîng e ji bo ku bajarekî ku sînorê wê bi du welatan re heye, plan dike ku hemû amadekariyên şerê navxweyî ji vir bi rê ve bibe.”
 
Tekçe, bi lêv kir ku piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tiryak û fihûş zêde bûye û wiha pê de çû: “Berê li Colemêrgê ne dihate zanîn ku fihûş û tiryak çiye, ligel qeyûman ev rewş gelek asayî bûye.”
 
‘MAFÊ ME YÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ JI DESTÊ ME TÊ GIRTIN’ 
 
Tekçe ya anî ziman ku di tayînkirina qeyûman de hiqûq li Tirkiyeyê cuda li Kurdistanê cuda tê birêvebirin, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê şûna 15 şaredarên ku ji wezîfeyê hatin girtin meclisên şaredariyê şaredarên nû hilbijartin û wiha domand: “Di rewşeke asayî ku şaredarî were girtin jî meclisa şaredariyê di nava xwe de şaredarekî nû dihilbijêre, qanûn wiha tê bicihanîn. Lê desthilat şûna ku hiqûqê bicihbîne, bi lez û bez qeyûm tayîn kir. Helbet mesele ne tenê tayînkirina qeyûm e, mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me tê wergirtin. Ligel tayînkirina qeyûman ne tenê mafê min ê bijartin û hilbijartinê mafê hemû gelê Colemêrgê yê bijartin û hilbijartinê ji destê wî hate wergirtin. Em vê qebûl nakin. Waliyê Colemêrgê ji bo me pûç û vala ye. Divê êdî dest ji feraseta xwe ya desteserkirin û diziye ya qanûnên xwe bi xwe jî nas nakin bê berdan.”
 
Tekçe, bi lêv kir ku qeyûman saziyên jinan, çanda kurd hedef digirin û ji aliyê qeyûman ve mêrek tayînî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Binevşê hate kirin û hate pasîfkirin û bi bîr xist ku navê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran weke Rengî Hakkarî hatiye guhertin. 
 
‘PEYAMA HEVKARIYÊ Û DENGÊ JI STENBOLÊ TÊ GIRÎNG E’ 
 
Tekçe, diyar kir ku ji piştevaniya dema di hevdîtinên Stenbolê de hate nîşandan keyfxweş in lê divê ev piştevanî hêj zêdetir bê mezinkirin û ev tişt got: “Yek ji bajarên me yê herî zêde dengê xwe ji bêhiqûqiyan re derdixîne Stenbol e. Em bi hêzên demokrasiyê, hiqûqnas, partiyên siyasî, nûnerên saziyan ên li vir re dan û standina fikran kir ku em dikarin li dijî bêhiqûqiyê hevkariyê û têkoşînê çawa mezin bikin. Herkesê fikir û pêşniyarên xwe pêşkeş kir, ev gelekî bi qiymet e. Piştevanî û dengê ji Stenbolê hat ji aliyê hevkariya têkoşînê ji bo me girîng e. Bûyîna li vir ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê ve gelekî girîng e. Ji ber ku em dixwazin nîşanî herkesê bidin ku desthilat nikare me bêdeng bike. Ji bo ku dest ji van polîtîkayên qeyûm bê berdan, me têkoşînek da destpêkirin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hevdîtinên me yên li vir erênî derbas bûn. Me dît ku gel xwedî li vê têkoşînê derketin. Di gel de xwedî derketineke mezin heye.”
 
Tekçe, anî ziman ku di hevdîtinan de lihevkirinek çêbû ku divê her kes li dijî tayînkirina qeyûman hîn bêhtir dengê xwe bilind bike û got: “Ev deng têra vê zilma desthilatê nake. Divê gel zêdetir xwedî lê derkeve û vîna xwe deyne holê. Ev ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Îro Colemêrg sibê dê bandorê li hemû Tirkiyeyê bike.”
 
‘EM BI HEV RE DENG DERXÎNIN’  
 
Tekçe, ya têkildarî hevdîtinên xwe yên bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re agahî dan, wiha domand: “Hevdîtin êrênî derbas bûn. Wî bi xwe jî got qeyûm li Tirkiyeyê ji bo herkesê gefeke û dê vê bihiqûqiyê ji rayagiştî re bêjin. Me jî jê re got ku têkildarî xespa qeyûm em ji wî piştgiriyê hêvî dikin. Hevdîtinên me dê li gorî pêvajoyê û rewşa heyî berdewam bikin. Niha ne pêkane derbarê çarçoveya wê de agahiyê bidim. Li gorî pêvajoyê dê plansazî were kirin.”
 
Tekçe, da zanîn ku “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ya ji bo 6 rojan ji bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hatiye dest pê kirin didome û dê mafên xwe yên protestoyê bikarbînin û bang li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî qeyûm bibin deng. 
 
MA / Esra Solin Dal

Sernavên din

06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir