Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin

  • rojane
  • 11:12 4 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclisa Parlamenteran a KE’yê Laura Castel Fort destnîşan kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan tê sepandin li tu derekî cîhanê mînaka xwe nîn e û wiha got: “Li Guatemalayê jî pergelekî tecrîdê ya wiha nehatiye dîtin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîfa F ya Îmraliyê de bi bin tecrîdekî giran de tê ragirtin û ev 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li dijî tecrîda zêdetirî 25 sal in ser Ocalan tê sepandin, saziyên navneteweyî bêdeng in. Çalakiyên di çorçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk ya di 10’ê cotmeha 2023’yan de wek navneteweyî hatiye destpêkirin berdewam dikin.
 
CPT BÊDENG E
 
Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.
 
Li dijî bêhiqûqiyê heyî gelek aliyên civakî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatin cem hev û di asta navneteweyî de pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. Ev aliyên civakî, ji bo şikandina tecrîda girankirî xebatên xwe yên hiqûqî û dîplomatîk didomînin.
 
Yek ji navendên ku tecrîda Îmraliyê lê bû rojev, navenda Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Tevgera Dostatiya Navbera Gelan a li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku di binesaziya Neteweyên Yekbûyî de xebat dimeşîne, di çerçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 18’ê Hezîranê de destpê kir û wê di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe, bi konferansa ku lidar xist, bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan.
 
Yek ji qisekera vê konferansê Endama Meclîsa Nûneriya Spanyayê Senatora Katalan û Endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel Fort e.  For têkildarê tecrîda li Îmraliyê  meşandin ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. 
 
Laura Castel Fort, da zanîn ku şert û mercên tecrîdê yên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin ti eleqeya wê bi hiqûq û aliyê mirovî re nîne û wiha got, "Li gorî min li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û hikûmeta li Tirkiyeyê jî ji rejîmeke tecrîdê pêk tê. Me di xebatên xwe yên beriya niha de bi awayekî zelal dîtibû ku Birêz Ocalan bi êşkenceyeke giran re rû bi rû ye."
 
‘OCALAN DI BIN TECRÎDEKÎ GIRAN DE YE’
 
Senator Laura Castel Fort, destnîşan kir ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û wiha domand, "Salên 1970-80'î li Guatemalayê jî sîstemek û rejîmeke bi vî rengî ya tecrîdê nehate dîtin. Di wan deman de jî her tim bi girtiyan re têkilî dihat danîn. Lê belê agahî ji Birêz Ocalan nehatiye girtin û di rewşeke tecrîdê ya giran de ye. Ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e û bêdengî nabe."
 
‘BÊDENGÎ PARASTINA ÎŞKENCEYÊ YE’
 
Laura Castel Fort, bêdengiya rayedarên navneteweyî ya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî rexne kir û got, "Bêdengiya li pêşberî binpêkirineke bi vî rengî ya mafên mirovan, di rastiyê de tê wateya parastina berpirsyarê vê êşkenceyê. Saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewropayê û NY dibêjin ku ew li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikevin, lê li pêşberî mijara Abdullah Ocalan hê jî bêdeng dimînin. Ev yek standartên dualî yên sazî û dewletan bi awayekî vekirî nîşan dide."
 

Sernavên din

06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir