STENBOL - Rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên sendîkayan kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di çalakiyê de ji bo aştiyê banga daketina qadên 1’ê Gulanê hate kirin.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), kesên di 1’ê Gulana 1977’an a li Hevrazê Kazanci ya Stenbolê hatin qetilkirin û Mehmet Akîf Dalci yê di 1989’an de li Hevrazê Şîşhaneyê hatibû qetilkirin, bi bîr anîn. Girseya ku li Qada Taksîmê hatî gel hev, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştre jî navên kesên hatine qetilkirin hatin xwendin. Nûnerên Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê jî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bi tenê xelasî nîne yan bi hev re yan jî tu kes ji me” hatin berzkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû di bîranînê de got ku Qada Taksîmê bi biryara dadgehê teqez bûye ku qada 1’ê Gulanê ye. Arzu Çerkezoglû, diyar kir ku kesên ji bo pîrozbahiya li Qada Taksîmê bang kirin îro hatine binçavkirin û got: “Mafê qanûnî yê karker û kedkarane ku 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin. Em careke din soz didin ku dê Taksîmê azad bikin û vî welatî demokratîk bikin. Em hevalên xwe yên me winda kirin bi bîr tînin û soza azadkirina Taksîmê û avakirina welatekî aştiyane û bi xwişk-biratî didin. Bijî Yekê Gulanê.”
Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak jî got ku Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û dê her tim wisa bimîne. Ayfer Koçak, got ku berhemên zîhniyeta tarî ya sala 1977’an îro bi polîtîkayên qeyûm, binçavkirina rojnamegeran û girtina sendîkavanan derketiye pêşiya wan û got: “Weke kedkarên cemaweriyê em heqê keda xwe dixwazin. Dixwazin kedeke cemaweriyê ya biwesf biafirînin. Em dixwazin xelkê xizan xizmet jê re were kirin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Tu caran aştî ewqas bi aşkerayî nehatibû vegotin. Em ji bo aştiyê her kesî vedixwînin qadên 1’ê Gulanê.”
Girseyê qurnefîl danîn cihê bîranînê û ber bi Hevrazê Şîşhaneyê ve meş li dar xist. Mehmet Akîf Dalci ku di sala 1989’ê de li Hevrazê Şîşhaneyê hatibû qetilkirin jî hat bibîranîn û qurnefîl danîn cihê bîranîna wî.