NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê yên li ser kampê meş lidar xistin.
Zêdetirî du sal in nasnameyên penaberên Wargeha Penaberan a Mexmûrê nayên nûkirin. Bi vê sedemê jî gelek caran di rêyên hatin û çûnê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tên derxistin. Di heman demê de ji 10 Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyên hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê kontrolkirin, nahêlin kel û pelên avahîsaziyan bikevin wargehê. Her ku diçe zext û ambargoya li ser wargehê tê girankirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan. Bi sedan şêniyên Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest bi meşê kirin.
Xelkê Mexmûrê niha li ber benda kontrolê ya hêzên leşkerî yên Iraqê rawestiyane û dirûşma “Bijî berxwedana Mexmûrê” berz kirin.
Li gorî agahiyan; niha hewl tê dayîn ku şandeyek hevdîtin bike. Her wiha tê payîn li wir daxuyaniyek were dayîn.