AMED - Parêzer Rana Mîne Kahramanoglû ku doza têkildarî qetilkirina Narîn Guranê dişopand, diyar kir ku ew ê ji bo guherandina pergalê biguherin û got: “Ji bo êdî tu bûyerên mîna ya Narîn Guranê neqewimin em ê bixebitin.”
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlona heman salê de hate dîtin. Têkildarî cînayeta Narîn Guranê der heqê 15 kesan de bi sedema “veşartina sûcdaran” doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê ya di 30’ê Gulanê de biryar hate dayin. Danişîn, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Di dozê de 3 sal û 6 meh cezayê hefsê li Bîrsen, Maşallah û Fuat Guran hate birîn û biryara domandina rewşa wan a girtî hate dayin.
Dadgehê, 3 sal û nîv cezayê hefsê da Muhammed Kaya, Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoy û biryara tehliyekirina wan da. Her wiha 3 sal û nîv cezayê hefsê li keçmeta Narîn Guranê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran birî. Dadgehê ji bo zarokê bersûc R.A. sal û mehek, ji bo 2 zarokên din jî salek û 8 meh cezayê hefsê da û ev ceza taloq kir.
Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM’ê parêzer Parêzer Rana Mîne Kahramanoglû ku ji destpêkê heta niha dozê dişopîne, têkildarî biryarê axivî.
Parêzer Rana Mîne Kahramanoglû, da zanîn ku nakokiyên di îfadeyên bersûcan de li dadgehê jî domiyane û got: “Di her rûniştinê de rêzebûyerên ku sûc û sûcdar tên veşartin derketin holê. Ev nakokî hatin tespîtkirin. Danişîna dawî jî bi parastinên dubareyî yên parêzerên bersûcan domiya. Divê em vî dengê Narîn ji tevahiya civakê re gotî û mirina wê ya hovane ku wijdana cemaweriyê êşandî bibihîsin. Divê pergal tavilê bi leha zarok biguhere û em ji bo vê têbikoşin. Me bi xwe dît ku divê hem aliyê pêşîlêgirtinê, hem jî aliyên lêpirsîn, hêzên ewlekariyê û şopandinê yê pergalê bi hev re bê domandin. Divê bal bi temamî li ser zarok be ku mixabin her kesî bi vê bûyerê re ev yek hîn kir. Weke UCÎM’ê em dixwazin hem di dema pêşîlêgirtinê de hem jî dema piştre divê rêzeparastineke xurt ji bo zarokan bê avakirin. Di mijara bûyerên ku ber bi îstîsmarê ve diçin de beriya her tiştî divê di tevahiya civakê de hestiyariyek bê avakirin, saziyên têkiliyên wan bi zarokan re hene bala wan li ser zarok be û divê pergal menfaeta zarok berçav bigire.”
Parêzer Rana Mîne Kahramanoglû, daxuyand ku ji bo edaleteke zarok esas digire û hestiyariyê ava dike ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: “ji vir û şûnde em ê îtîrazên xwe yên li dijî derhiqûqiyên di dema dadgeha bilind de bikin û pêvajoyê bişopînin. Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê neqewimin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”