ENQERE – Merasîma şewata çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi merasîma şewitandina çekan gaveke dîrokî avêt. Merasîm di manşetên rojnameyan de cih girt.
Merasîm di menşetên rojnameyan de wiha cih girt:
Yenî Yaşam: Gerîla gaveke dîrokî avêt
Evrensel: PKK’ê dest bi danîna çekan kir
BirGun: Têkoşîneke hevpar ji bo welateke demokratîk, wekhev û azad
Hurriyet: Bila ev bibe şewata dawî
Sabah: Ji çekan xatir hat xwestin
Aydinlik: Niha dema yekparebûna bi dewlet û bi miletê ye
Mîllî Gazete: Gava yekemîn a çekdanînê hate avêtin
Yenî Şafak: PKK’ê dest bi danîna çekan kir
Cumhuriyet: Divê dengê her kesê bê bihîstin
Mîlliyet: 40 sal deh meh û 26 roj
Turkiye: Agirê aştiyê