EDENE - Mehmet Durak û Mehmet Emîn Siraç ku piştî 30 salên di girtîgehê de çendek roj berê hatin berdan, li Edeneyê bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Mehmet Durak ku di sala 1995’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hate binçavkirin û piştre bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê hate birîn, di 9’ê Îlonê de ji Girtîgeha B Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê hate berdan. Mehmet Emîn Siraç ku di heman dîrokê de hatibû girtin û bi heman îdiayê cezayê muebbedê lê hatibû birîn, di 10’ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hate berdan. Durak û Siraç ku piştî 30 salan hatin berdan, çûn cem malbatên xwe yên li navçeya Yuregîr a Edeneyê.
Durak û Siraç, ji hêla endam û rêveberên AATUHAY-DER, DEM Partî, DBP, AKKAY-DER, Dayikên Aştiyê yên Edeneyê, Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek kesan ve bi girseyî hatin ziyaretkirin. Durak, di serdanê de got ku ji bo pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin divê her kes peywira dikeve ser milê xwe bicih bîne û got: “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya civakê ye.”
Siraç jî hêvî kir ku pêvajo bi aştiyê encam bibe. Bozan jî got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes zêde bixebite.