WAN - Di meşa bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelan ber bi azadiyê ve dimeşin” a bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de, li Wanê bi hezaran kesî daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşîne ser “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelan ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek li dar xist. Bi hezaran kes ji pêşiya Wan AVM'ê heta Kent Meydaniyê meşiyan. Di meşê de flama û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Bi hezaran welatî tev li meşê bûn. Di meşa bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dest pê kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan na be” û “Bê Serok aştî bi rê ve naçe” hatin berzkirin.
Meşa ku ji her temenî beşdar tê de hebûn, bi çepik, nîşanên serketinê û qorneyên wesayîtan gihişt Kent Meydaniyê. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr ku li vir axivî. Demîr da zanîn ku tevî provakasyonan jî wan meşa xwe li dar xist û bertek nîşanî êrîşa provakasyona polîsan da. Demîr anî ziman ku tevî êriş û provakasyonan jî ew dê di aştiyê de bibiryar bin û got: “Dewlet ji bo aştiyê çû ber pêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rêber Ocalan ev pêvajo bi vî rengî da destpêkirin. Em jî niha bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne.”
Dû re Hevberdevka Platforma Saziyên Demokratîk û Parlamanetera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku ew bi sedsalan e li ser axa xwe bi azadî najîn. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku 52 salên dawî yên têkoşînê nîşan dide ku divê li ser van axan aştiyek bi rûmet were avakirin û got: “Birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de banga xwe bi tevahiya cîhanê re parve kir. Birêz Ocalan gelek caran gotiye ku ev şer dikare biqede, lê divê şert û mercên guncaw ji bo vê yekê werin afirandin. Ji bo cara yekem e ku gelê Kurd evqas nêzîkî aştî û azadiyê ye. Biryara DMMEyê hîn jî nayê bicîhanîn. Em dixwazin aştiyê bînin ser rastiyê. Ji bo ku ev pêk were, divê Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Birêz Ocalan qet azadiya xwe ya şexsî nexwestiye. Lê em azadiya wî wekî ya xwe dibînin. Divê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan, bi taybetî jî ji bo Birêz Abdullah Ocalan were sepandin. Li ser banga Birêz Ocalan komîsyonek hat avakirin, lê hîn jî bi aktorê sereke yê aştiyê re hevdîtin nekiriye. Divê komîsyon di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Me li van axan ji bo aştî, azadî, edalet û wekheviyê şer kiriye û em ê berdewam bikin, lê daxwaza me ya îro zelal e, divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”