ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku daxwaza wî ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêj li holê ye û got ku ji bo pêvajoyê divê yasayên taybet bên çêkirin.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, Tevgera Azadiyê ya Kurd gaveke nû ya dîrokî avêt. Di daxuyaniya li quntarê Qendîlê hate dayin de Tevgera Azadiyê ya Kurd ragihand ku dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Piştî vê gava dîrokî, berê her kesî dîsa li gavên îktîdar û dewlet biavêje ye.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir kir ku li hemberî gava dîrokî ya hatiye avêtin, hewceye îktîdar û dewlet jî têkildarî gavên şênber nêrînên xwe parve bike.
‘NEDIYAR E DÊ HIKÛMET ÇI BIKE’
Tahmaz, anî ziman ku pêvajo yekalî nameşe û têkildarî bangê wiha got: “Weke di daxuyaniya li Qendîlê hate dayin de hatiye destnîşankirin, pêdiviya pêvajoyê bi yasayên taybet heye ku divê tavilê bên çêkirin. Hem di daxuyaniya Çelîk de hem jî di ya Qendîlê de behsa provokasyonê tê kirin û heke provokasyonek hebe, heke dînamîkên herêmî û pirsgirêka bekayê hebe, wê demê ji bo pêşîlêgirtina vê hewceye gava herî girîng, yasayên taybet ên têkildarî pêvajoyê bin. Divê ev yasa pêşkeşî Meclisê bên kirin. Biqasî ku em dibînin, di Paketa Darazê ya 11’an de ev tune ye û em hêj nizanin ka dê hikûmet di vê mijarê de çi bike. Ev jî ji bo kesên pêvajoyê dişopînin, pirsgirêk e.”
'DAXWAZA HEVDÎTINA BI OCALAN RE HÊJ LI HOLÊ DISEKINE’
Tahmaz, bal kişand ser banga di daxuyaniyê de ku dixwest şert û mercên azad ên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demeke dirêj e behsa vê tê kirin. Dema em çûn Meclisê jî me got ku divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê di vê mijarê de heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Qonaxa ewil bi dawî bû. Lê ev daxwaz hêj li holê ye. Heta ku ev daxwaz li holê be dê di mijara baweriyê de pirsgirêk hebin. Gelo ev dikare wiha bidome? Mînakên vê heta niha nehatine dîtin. Em niha nabêjin ‘nadome’ lê pêvajo didome û tu mînakên mîna vê li cîhanê nînin. Hikûmet vê bi hinceta bekayê, bi hinceta provokasyonên herêmî dibersivîne û ev jî dike ku em bi baldarî nêzî pêvajoyê bibin.”
