ENQERE - Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatiye entubekirin, giran e.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Di dema dermankirinê de enfeksiyon girt û dermakirina wî didome.
Bijîşk diyar kir ku rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome.
