NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Bahçelî, got ku di Tifaqa Cumhurê de pirsgirêk nînin.
Bi domdarî Bahçelî bal kişand ser pêvajoya piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Piştî vê pêvajoyê dê Tirkiye ji xûza xwe xelas bibe. Çi dibêjin bila bibêjin, dê asoya Tirkiyeya bêteror derkeve. Divê nexşerêya pêşerojê bi tecrûbeyên me were xêzkirin û ji bilî vê tu vebijêrkên me nînin. Her ku Tirkiye ji xûzên xwe xelas dibe, gotinên eletewş ên hin derdoran derdikevin lûtkeyê. Gelek gotinên ku ez ji bo têjikê şêr ê hatiye bişaftin ku dibêje ‘Tu bûyî Îmrali’, ‘Dema hûn hebin hewcehî bi PKK’ê nîne’ hene lê belê ez li gotinê dinêrim ka gotine yan na, li mirov dinêrim ka mirov e yan na. Di her du rewşan de jî ez kesekî cidî bigirim li pêşberî xwe nabînim.”
Di berdewamê de Bahçelî ev tişt anî ziman: “Kesên li dijî Tirkiyeya bêteror derdikevin bila li xwe mikûr bên; ka teror xelas bibe yan na? Di demeke li ser maseya siyasetê ya kûrewî û herêmî qert tên belavkirin em bibin menu yan na? Kesên di asta xiyanetê de bila vê bibêjin ku em jî hîn bibin.”
Bahçelî, got: “Ev welat welatê me tevan e. Bikaranîna zimanekî baş, empatî, fezîlet, berpirsyartiya hemû partiyên siyasî û her kesî ye. Dijminatiya li dijî hev, berpirsyartiya her kesî ye. Pêvajoya Tirkiyeya bêteror ber bi dawiyê ve tê. Meseleya me ew e ku Tirkiye derkeve lûtkeyê.”
