MÊRSÎN - Azat Taş, rexmê rapora xwe ya astengdariya zihnî ya ji sedî 62 û nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jî sê caran hatiye girtin. Malbata Taş bertek nîşan da û ev bang kir: "Hemû girtiyên nexweş serbest berdin."
Li gorî qeydên rêxistinên mafên mirovan, di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş ên giran û yên ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, hene. Tevî ku rêxistinên mafên mirovan û malbat ji bo girtiyên nexweş her hefte çalakiyan dikin jî, gaveke şênber nayê avêtin. Azat Taş ê ku navê wî di lîsteya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê de heye û li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Tarsûsê tê ragirtin, tevî ku ji sedî 62 astengdarê zihnî ye û nexweşe epîlepsiyê ye, nayê berdan.
SÊ CARAN HAT GIRTIN
Taş, cara ewil di Sibata 2018'an de bi îdiaya “peydakirina madeyên xeternak” hat girtin. Tevî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya ji sedî 62 astengdarê zihnî û “ehliyeta wî ya cezakirinê tuneye” jî, ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nehat berdan û nêzî 3 salan di girtîgehê de ma. Di Adara 2021’ê de hat berdan. Taş, vê carê di Hezîrana 2023’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” careke din hat girtin. Piştî ku nêzî 8 mehan girtî ma, hat berdan. Lêbelê, di Sibata 2024’an de dîsa hat girtin û ev sal û nîvek e li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Tarsûsê tê ragirtin.
DI ROJÊ DE GELEK CARAN DIXEWIRE
Dayika Taş Sultan Taş, bi bîr xist ku ji ber nexweşiya epîlepsiya kurê wê, dema li derve jî bû di rojê de gelek caran dixewirî û diyar kir ku şert û mercên girtîgehê jiyana wî dixe xetereyê û ev tişt got: “Dê bi vê rewşa nexweşiyê çi bike? Kurê min nikare li girtîgehê bimîne. Ev sal û nîvek e li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin. Rojê gelek caran dixewire, nikare derkeve werzîşê jî. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.”
Sultan Taşê destnîşan kir ku pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo wan girîng e û got: “Daxwaza me, encamdana vê pêvajoyê bi aştiyê ye. Di serî de girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Bi Rêbertiya me re li ser maseyê rûnin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê Rêbertiya me azad be. Bila bi vê aştiyê ve êdî ne dayika Tirk ne jî dayika Kurd bigirîn. Em mirinê naxwazin.”
MA / Mehmet Guleş
