NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski, ragihand ku ji bo hevdîtinên dîplomatîk dê sibê were Tirkiyeyê.
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski, ragihand ku dê sibê ji bo hevdîtinên dîplomatîk were Tirkiyyê. Zelenskî, da zanîn ku hewl didin muzakerayan jinûve zindî bikin û got: “Ez ê sibe li Tirkiyeyê hevdîtinan bikim. Em haziriyan dikin ku muzakereyan jinûve zindî bikin û ji bo pêşkeşî şirîkên xwe bikin, me çareseriyên nû pêşxistin. Ji bo anîna dawiya şer, weke Ûkraynayê çi ji destê me were em dikin. Her wiha ji bo dîlgirtiyan pev biguherînin em di nava hewldanan de ne.”
