ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva pêvajoyê û bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Mijara sereke ya civînê jî geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne.
Yek ji mijarên sereke ya civînê dê bibe civîna komîsyonê ya bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Koordînasyona ku partiyê ji bo komîsyonê ava kiribû, duh bi vê rojevê bi hevserokên giştî re hevdîtin kiribû. Li gel nirxandinên koordînasyonê, MYK jî dê nirxandinên xwe bike û têkildarî serdaneke îxtîmal haziriyên xwe bike.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û partiyên din ên siyasî, biryara vekişîna hêzên gerîla ya ji herêma Zapê, bandora vê biryarê ya li ser qadê û berpirsyartiyên dikevin ser milê dewletê dê bi berfirehî bên nirxandin.
AMADEKARIYÊN ZAGONÎ DÊ BÊN NIRXANDIN
Yek ji rojevên din ên civînê jî qonaxa pêvajo gihiştiyê, pêwîstiyên hiqûqî û amadekariyên lijneyên hiqûqê yên partiyê yên ji bo verastkirinên zagonî ye.
Mijara din a rojeva civînê jî hevdîtinên budçeyê ne. MYK dê encamên kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku...” jî binirxîne.
Di civînê de her wiha dê encamên cîbicînekirina biryara DMME’yê ya têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bên nîqaşkirin.
