NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser peymanên navneteweyî û daxwazên ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan hatin rêzkirin.
Parastvanên mafan û komeleyên mafên zarokan bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan.
AMED
Tora Mafên Zarokan a Amedê, li pêşliya edliyeyê daxuyanî da. Nûnerên gelek saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê xebatkarê Ma Music Centerê Ferhat Ertaş û Tirkiya wê jî hevberdevka torê Berfîn Elçî.
Ertaş, anî ziman ku dîroka 20’ê Mijdarê, du qonaxên bingehîn ên têkoşîna mafên zarokan a li ser asta cîhanê nîşan dide û wiha dom kir: “Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1959’an de Danezana Mafên Zarokan û di sala 1989’an de jî Peymana Mafên Zarokan qebûl kir. Ev her du dîrok, ji bo parastina zarokan û her wiha naskirina wan wekî kesên xwedî maf, xwedî girîngiyeke krîtîk in. Ji ber vê yekê 20’ê Mijdarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye; di esasê xwe de rojeke bîranîna erkên dewletan ên li hember zarokan û banga pêkanîna mafên zarokan li ser asta gerdûnî ye.
PEYMANA MAFÊN ZAROKAN
Peymana Mafên Zarokan; dewletên alîgir dixe bin barê parastina zarokan ji tundî, cudakarî û kedxwariyê û di heman demê de erkê avakirina şert û mercên ku bihêlin zarok di çarçoveya prensîbên aştî, azadî, rûmet û wekheviyê de mezin bibin jî li wan bar dike. Pêşgotina Peymanê, têkiliyeke rasterast di navbera mafên zarokan û aştiyê de datîne. Ji ber ku bêyî hawîrdoreke aştiyane, pêşveçûna saxlem a zarokan, mezinbûna wan di nav ewlehiyê de û pêkanîna mafên wan bi temamî ne pêkan e. Ji ber vê yekê dabînkirina mafên zarokan û civakîbûna wan tenê bi avakirina aştiyeke mayînde pêkan e.
BANGA LI TIRKIYEYÊ KIR KU ŞERHA LI SER PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ RAKE
Dewleta Tirkiyeyê, şerh daniye ser xalên 17, 29 û 30’emîn ên vê Peymanê û bi taybetî di gihîştina agahiyê, armancên perwerdeyê, mafên çandî û zimanî de helwesteke cudakar û astengker nîşan daye. Ev şerh, di pratîkê de bi taybetî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re bûn yek û rê li ber sûdwergirtina zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê girt; mafê wan ê parastina nasnameya çandî, domandina pêşveçûna zimanî û xweîfadekirina bi nasnameya xwe binpê kiriye. Ev rewş ne tenê astengiyeke pedagojîk e; di heman demê de pirsgirêkeke bingehîn e ku bandoreke neyînî li mafê zimanê dayikê, aîdiyeta civakî, xwebawerî, pêşveçûna nasnameyê û jiyana hevpar a di nav aştiyê de dike.
MESEM KEDA ZAROKAN WEKE KEDA ERZAN BI KAR TÎNE
Wekî salên borî, di sala 2025’an de jî tabloya binpêkirina mafên zarokan giran e. Bi dehan zarokên ku ji ber sedemên tên pêşîlêgirtin jiyana xwe ji dest dane; ji ber îhmalkarî, cînayetên kar, kêmasiya kontrolê û tevnegerîna hêza giştî ya ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafên zarokan nehatine parastin. Dema ku raporên binpêkirina mafên zarokan tên lêkolînkirin, bi zelalî tê dîtin ku mirina zarokan ne munferîd e, berevajî wê polîtîk û sîstematîk e. Karkeriya zarokan bi xizaniyê re zêde bûye, saziyên wekî MESEM’ê bûne pêkanîneke ku keda zarokan vediguherîne hêza kar a erzan. Mexdûriyeta zarokên keç jî ji ber dûrxistina ji perwerdeyê, îstîsmara zayendî, rîska zewaca di temenê zarokatiyê de û bêcezakirinê gihîştiye asteke gelekî xeter.
PÊKANÎNA MAFÊN ZAROKAN YEK JI ŞERTÊ BINGEHÎN Ê AŞTIYÊ YE
Dema ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd de tê nirxandin; binpêkirina mafên zarokan hîn kûrtir dibe. Astengiya perwerdeya bi zimanê dayikê, nenaskirina mafên çandî û pêknehatina wekheviya welatiyan a fîzîkî, pêşveçûna nasnameyî ya zarokan, aîdiyeta wan a civakî û hesta ewlehiya wan a ji bo pêşerojê lawaz dike. Ev rewş ne tenê binpêkirina mafekî ye; di heman demê de bandoreke wisa dike ku hêviyên civakî yên ji bo aştiyê, îradeya jiyana hevpar û çanda jiyana di nav aştiyê de zedele dike. Di hawîrdoreke ku zarok nikaribin bi nasnameya xwe di nav ewlehiyê de mezin bibin, ne mimkun e ku aştî domdar be. Ji ber vê yekê pêkanîna mafên zarokan, yek ji şertên bingehîn ên pêkanîna mafê aştiyê ye.
MAFÊN ZAROKAN TENÊ BI AŞTIYÊ PÊKANIN
Binpêkirina mafên zarokan êdî bi qasî ku nayê hejmartin curbecur bûye û kûr bûye. Em dizanin ku esasê pêşîlêgirtina van binpêkirinan, berî her tiştî di polîtîkayeke bi bandor a li ser bingeha mafên zarokan û dabînkirina hawîrdoreke aştiyê ya mayînde re derbas dibe. Wekî mafên bingehîn ên mirovan, mafên zarokan jî tenê bi aştiyê pêkan in.
Wekî Tora Mafên Zarokan a Amedê, em careke din bi bîr dixin ku zarok kesên xwedî maf in û divê Dewlet prensîba berjewendiya bilind a zarok esas bigire. Mezinbûna zarokan di nav ewlehiyê de, bi zimanê xwe yê dayikê, wekî kesên wekhev û azad; ji bo avakirina aştiyeke mayînde li vê cografyayê jêneger e. Hêzdarkirina mafên zarokan hem berpirsyariya îro ye û hem jî tevkariya herî girîng e ku wê ji bo aştiya civakî ya pêşerojê bê kirin.
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
Wekî Tora Mafên Zarokan a Amedê, bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê em daxwazên xwe yên der barê mafê aştiyê yê zarokan û mafên bingehîn ên zarokan de pêşkêş dikin;
* Divê hemû şerhên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li ser Peymana Mafên Zarokan hatine danîn, bên rakirin; ji bo bidestxistina mafên ku zarok ji ber van şerhan jê bêpar mane, divê verastkirinên qanûnî û îdarî yên pêwîst bên kirin; her wiha divê ji aliyê desthilatdariya siyasî ve polîtîkayên li gorî vê bên bipêşxistin. Di van rojên ku hêviya ji bo atmosfera aştiyê zêde bûye de; em bi taybetî banga xwe dubare dikin ku şerhên li ser wan xalên ku mafê aştiyê û mafên zarokan di warê bandorê de digihîjin hev, bên rakirin.
* Di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, divê perspektîfa mafên zarokan li pêvajoya aştiyê ya ku didome bê zêdekirin; daxwazên li ser bingeha mafan ên zarokan, ku yek ji mezintirîn mexdûrên şer in, divê bi awayekî esasî bandorê li pêvajoyê bikin. Di vê mijarê de; em dubare dikin ku daxwazên di raporên ku Tora Mafên Zarokan a Amedê û saziyên pêkhateyên wê bi awayekî xaricî şandine TBMM’ê, dikarin bibin çarçoveyek. Her wiha bi vê daxuyaniyê; li derveyî raporên navborî, wekî rêxistinên civaka sivîl ên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, em daxwaza xwe ya cihgirtina di xebatên ku dikarin tevkariyê li aştiyê bikin dubare dikin.
* Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin; amadekariya hiqûqî, aborî û çavkaniya mirovî ya vî mafî divê bi lez bê cih. Divê dev ji sipartina hincetên li hember daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî bingehîn e û encamên polîtîkayên asîmîlasyonê ew derxistine holê, bê berdan.
* Ji aliyê desthilatdariyê ve; bi awayekî hevpar bi hemû partiyên siyasî yên xwedî nûnertî re, divê polîtîkayên ku mafê jiyanê yê zarok bixin bin ewlehiyê bên pêşxistin; divê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e bê parastin. Divê dev ji polîtîkaya parastina karmendên dewletê yên ku qest an îhmala wan heye, bi taybetî jî bêcezakirina piştî mirina zarokan, bê berdan.
* Divê dev ji wê têgihiştina ku di demên dawî de di hiqûqa înfazê de tê plankirin, darizandina zarokan wekî mezinan pêşbînî dike û têgeha ‘Zarokê ku ber bi sûc ve hatiye kaşkirin’ vedike nîqaşê, bê berdan; sîstema edaleta zarokan divê bi pêşxistina prensîbên wê bê parastin.
* Divê MESEM bê betalkirin, pêkanînên mîna wê yên ku ji armanca pîşedayînê dûr dikevin û keda zarokan îstîsmar dikin divê ji ber çavan bên derbaskirin û bi awayekî bi bandor têkoşîn li dijî karkeriya zarokan bê kirin.
* Ji bo gihîştina zarokên keç a perwerdeyê û parastina wan, divê hêza giştî bi awayekî çalak bikeve tevgerê û pêkanîna perwerdeya bi veguhastinê divê di berjewendiya zarokan de bê revîzekirin.
* Sîstema edaleta zarokan divê li ser bingeha edaleta sererastker (çêker) ji nû ve bê avakirin; girtîgehên zarokan divê bên girtin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
BAROYA AMEDÊ DAXUYANÎ DA
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Endama Lijneya Rêveber Ayşegul Morayê daxuyanî xwend. Ayeşgul Morayê binpêkirinên mafên zarokan rêz kir û daxwaz wiha rêz kir;
*Li dijî karkeriya zarokan divê polîtîkayên civakî bên pêşxistin, mekanîzmayên venêrînê bên pêşxistin û derfet bên amadekirin ku her zarok di şertên bi ewle de jiyana xwe bidomîne.
*Her mirineke zarokan dikare rê li ber were girtin; lewma jî divê dewlet bêyî ku vehêle, demildest hemû tevdîrên ji bo parastina mafê jiyanê ya zarokan bixe meriyetê.
*Hemû zagonên têkildarî zarokan, hewceye piştî nêrîna saziyên di mafên zarokan de pispor bên amadekirin.
*Ji bo parastina zarokên li herêmên şer û pevçûnan divê mekanîzmayên navneteweyî çalak bin; di serî de Xeze hewceye hemû binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li dijî zarokan tavilê bên sekinandin.
*Zarok xwedî wî mafî ne ku li welatekî biewle, li bajarên biewle, li malên biewle û di pêşerojeke biewle de bijîn.”
EDENE
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Bêrîtan Kolen daxuyanî xwend û got ku di sala 2025’an de hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê binpêkirinên mafên zarokan zêde bûne. Bêrîtan Kolenê got ku li gel pirsgirêkên weke şer, xizanî, krîza aborî, zextên siyasî û krîzên avhewayê, newekhevî, polîtîkayên tundiyê û necezakirinê yên li Tirkiyeyê jî gefeke mezin li ser mafê jiyanê yê zarokan xwariye.
Bêrîtan Kolenê bal kişand ser rapora Navenda Mafên Zarokan a FÎSA’yê ya têkildarî mafê jiyanê yê zarokan û got ku di meha dawî de herî kêm 700 zarok bi sedemên dikariya pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dane.
HATAY
Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Endama MYK’a ÎHD’ê Servet Ustun Akbaba daxuyanî xwend û got ku divê neyê jibîrkirin ku zarok kirdeya aştiyê ne û dê ji bo veguherîna bingehîn a civakî, hiqûqî û çandî têkoşîna xwe bidomînin.
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirinên li dijî mafên zarokan.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li avahiya xwe ya li Konakê daxuyanî da. Heberdevkê Komîsyona Zarokan a ÎHD’a Îzmîrê Caner Bostanci metna hevpar a Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê xwend. Bostanci, got ku divê maf û azadiyên zarokan bên paratin, divê weke kesên wekhev û azad bên qebûlkirin û ji bo bikarin adilane, birûmet û rêzdar bijîn têbikoşin.
RIHA
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên li dijî mafên zarokan ên li bakurê Kurdistanê. Berdevka Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê Demet Aykut daxuyanî xwend û da zanîn ku şer, xizanî, newekhevî û polîtîkayên dewletê gefê li mafê jiyanê yê zarokan dixwin.
WAN
Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Metna hevpar ji hêla endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxê Leyla Çakir ve hate xwendin.
