ENQERE - Saruhan Olûç ê DEM Partiyî, diyar kir ku divê deriyên sînor ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bên vekirin û Cengîz Çandar jî destnîşan kir ku divê Tirkiye dest ji politikaya xwe ya berê ya der barê Sûriyeyê de berde.
Di çarçoveya hevdîtinên Komîsyona Plan û Budçeyê de, li ser budçeyên Wezareta Parastinê û saziyên girêdayî wê hat sekinandin. Di hevdîtinan de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saruhan Olûç û Cengîz Çandar mafê axaftinê girtin û têkildarî Pêşniyaza Qanûnê ya Budçeya 2026'an de nirxandin kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Olûç anî ziman ku çendî li cîhanê behsa "pergaleke nû" bê kirin jî, lê ya derketiye holê bêpergaltiyeke nû ye. Olûç destnîşan kir ku siyaset jî li gor vê rewşa nû şikil digire û got: "Hêzên mezin di navbera xwe de lêgerîna serdestiyê didomînin û hêzên hevpar li gor pozisyona hêzên mezin û berjewendiyên xwe siyaseteke rojane dişopînin. Belkî mirov karibe Tirkiyeyê di nava van hêzên hevpar de binirxîne. Hêzên biçûk û qels jî ji xeynî kirina tiştên tên gotin ne xwedî îradeyeke din in. An wê li gor geşedanan tevbigerin yan jî wê tüne bibin. Gava mirov li seranserê cîhanê meze dike, êdî bawerî bi saziyan nayê, bêhiqûqîtî heye û dîplomasî jî wekî bazarî û hêza gefxwarinê tê xebitandin."
'DIVÊ TIRKIYE POLÎTÎKAYÊN XWE BIGUHERÎNE'
Olûç di nirxandina xwe de ragihandin ku cîhan ber bi bazirganî, teknolojî û ewlehiyê ve diguhere û di vir de li ser pozisyona Tirkiyeyê sekinî.
Olûç destnîşan kir ku li cîhanê û Rojhilata Navînê têkoşîna hegemonyayê didome û di encama vê de dewlet an diguherin an jî hildiweşin û got ku li Rojhilata NAvînê aktören li derî dewletê tên ser rêveberiyê û ji bo vê îşaret bi Suriye û Afxanistanê kir.
Olûç, li Îran, Iraq, Suriye û Tirkiyeyê weziyeta Kurdan nirxand û got: "Kurd, li kîjan aliyê van geşedanan dimînin? Kurd, wekî aktorekî çalak ên şikil didin van geşedanan vê pêvajoyê dijîn û wekî kirdeyekê cih digirin."
Olûç destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navînê kirdeyek e ku karin hevsengiyê biguherînin û got ku ev rewş ji bo Iraq, Sûriyeyê û Îranê derbasdar e. Olûç anî ziman ku fêmkirin û pêkanînan polîtîkayên veguherîner ên serdema nû girîng e û got: "Lê Enqere hê jî wekî berdewamkerê polîtîkayên kevneşopî tevdigere. Divê dest ji vê politikaya kevneşopiyî ya he rcure maf û destkeftiyên Kurdan qebûl nake bê berdan û pozîsyoneke erênî bê girtin."
'DIVÊ DERIYÊN SÎNOR BÊN VEKIRIN'
Olûç diyar kir ku divê Tirkiye bi Kurdên Sûriyeyê re danûstendinê û dîplomasiyê xurt bike. Olûç her wiha bal kişand ser deriyên sînor û got ku divê deriyên sînor ên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bên vekirin.
Olûç got: "Pêşxistina bazirganî, aborî, dîplomasî û karen çandî ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelen li wir, pir girîng e."
LÊÇÛNÊN PARASTINÊ
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî bertek nîşanî budçeya jib o wezaretê hatiye veqetandin da. Çandar diyar kir ku ji sedî 2,13'yê hasilaya neteweyî ya xeyrîsafî ji bo parastinê hatiye vqetandin. Çandar destnîşan kir ku divê Tirkiye dest ji tiştên xwe yên berê yên di politikaya xwe ya Sûriyeyê de berde û got: "Divê ji bo Sûriyeyê zimanekî gefxwarinê neyê bikaranîn; divê unsur û aktören li wir hemû bi zzimanekî teşwîqker bên pêşwazîkirin."
