MÊRSÎN - Parêzer Abdulselam Duran diyar kir ku mafê hêviyê bêyî hewcehî bi guhertina di çarçoveya xala 90'emîn a Destûra Bingehîn hebe, dikare bi verastkirinên qanûnî were kirin û got: "Ji bo vê tenê hewcehî bi îradeyeke siyasî û avakirina zemîneke daraza serbixwe heye."
Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir, piştî gavên Tevgera Azadiya Kurd, endamên DEM Partî, MHP û AKP'ê yên di nava Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di 24'ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin a ku wekî destpêkeke nû ya pêvajoya xitimî hat nirxandin, di heman demê de Meclisê cara yekemîn di pirsgirêka Kurd de Abdullah Ocalan di asta fermî de wekî muzakerevanê sereke nas kir. Parêzer Abdulselam Duran ê ku hevdîtin nirxand, got ku hevdîtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
‘HEVDÎTIN XALA DESTPÊKÊ YE’
Duran, hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re "erênî" dît, bal kişand ku hevdîtin xwedî "girîngiyeke dîrokî" ye û ev tişt got: “Ger bibe wesîleya avêtina gavên piştre, li gorî fikra min ev hevdîtin xala destpêkê ye. Di vê qonaxa dîrokî de divê CHP jî bi vê berpirsyariyê tevbigere. Helwesta bêdeng a CHP'ê ya li hemberî qeyûmên berê li aliyekî, civakê hîna gotina 'li dijî destura bingehîn e lê em ê bibêjin erê' ji bîr nekiriye. Îro helwesta CHP'ê ya li hemberî vê firsenda dîrokî ne rast e, bi awayekî hêsan û pragmatîst nêzîk bibe û bibêje 'li dijî me bêhiqûqî heye, em vê jidil nabînin'. Li aliyê din rola CHP'ê li vir diyarker e û girîng tê dîtin.”
'HEVDÎTIN JI BO ÇARESERIYÊ GAVA YEKEM E'
Duran, hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re wekî "destpêk" pênase kir û di çareseriya pirsgirêka Kurd de wekî "gava yekem a hatiye avêtin" nirxand û wiha pê de çû: “Hevdîtina komîsyonê bêguman girîng e lêbelê tişta ku divê ji îro û şûnde were kirin ew e di çarçoveya qanûnî û destura bingehîn de ji bo çareseriya van pirsgirêkan binesaziya pêwîst bê amadekirin û verastkirinên qanûnî yên hewce bên amadekirin. Piştî ku ev zemîna hiqûqî pêk hat, çareseriya pirsgirêkan dê pêş bikeve û di warê encamgirtinê de jî wê ser bikeve. Êdî divê binesaziya hiqûqî û polîtîk a pêwîst di çarçoveya qanûnî, xebatên Meclisê û komîsyonan de dest pê bike. Destûra bingehîn a 1921, 1924, 1960, destura bingehîn a 1982 a darbeyê tevî ku bi hezaran car hatiye pînekirin hîna jî radiweşe. Bi vê destura bingehîn ne pêkan e ku verastkirinên hiqûqî bigihîjin serkeftinê. Di serî de divê teminata hiqûqî, temînata destura bingehîn pêk were. Veguhertineke destura bingehîn pêwîst e. Divê destura bingehîn demokratîk be û hemû pêkhateyên civakê di nava xwe de bihewîne, hemû pêkhate karibin xwe tê de bibînin.”
JI BO MAFÊ HÊVIYÊ XALA 90'EMÎN A DESTÛRA BINGEHÎN BES E
Duran diyar kir ku mafê hêviyê, bêyî hewcedariya guhertinên qanûnî di çarçoveya xala 90'emîn a Destûra Bingehîn de verastkirin dikarin werin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xala 46'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) heye. Şert datîne ku biryarên ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dayîn dewletên endam, dewletên alîgir eleqedar dike. Rewşên cûrbecûr yên bicihneanîna biryarên DMME'yê hene. Hişyarî heye, şermezarkirin heye. Herî dawî cezayê mueyîdeyê û derxistina ji Konseya Ewropayê (KE) heye. Heta îro welatê ku herî zêde nêzî derxistina ji KE'yê bûye Tirkiye ye. Bi taybetî di çarçoveya biryarên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de, dîsa di warê bicihanîna biryara binpêkirinê ya der heqê Abdullah Ocalan de ez ê heman bersivê bidim. Jixwe Tirkiye mecbûr e ku biryarên binpêkirinê yên DMME'yê bi cih bîne. Ji bo vê yekê hewce bi verastkirinên cuda nîne. Îradeyeke siyasî ya têrker, zemîneke darazê ya serbixwe bes e. Di esasê xwe de çavkaniya vê pirsgirêkê di warê bicihanîn an bicihneanîna hiqûqê de ye. Welatekî ku berê xwe daye Yekitiya Ewropayê (YE), girêdariya PMME'yê qebûl kiriye, heke hiqûqen bibêje ‘ez vê biryarê pêk nayînim’ ev keyfî ye. Li derveyî hiqûqê ye.”
‘DI GUHERÎNA DESTÛRA BINGEHÎN DE DIVÊ HIQÛQA TEVAHÎ ESAS BÊ GIRTIN’
Duran bal kişand ser nirxandina Abdullah Ocalan a “Pirsgirêka Kurd bi hiqûqa tevahî dikare bê çareserkirin” û dawî l axaftina xwe anî: “Di dîroka hiqûqê de, di dîroka felsefeya hiqûqê de an jî di lîtreratura mafên mirovan a de der barê hiqûqê de, der barê çavkaniya wê de 2 nêzîkatiyên bingehîn hene: Yek jê hiqûqa pozîtîf e, ya din hiqûqa xwezayî ye. A em jê re dibêjin hiqûqa pozîtîf temamiya qaîdeyên ku dewletê danîne ne; qanûn, destûra bingehîn, rêzikname, çavkaniya xwe ji qaîdeyên ku dewletê danîne digire. Hiqûqa xwezayî jî çavkaniya xwe ji derveyî qaîdeyên nivîskî ji xwezayê, ji mirov, ji exlaq û ji rêgezên edaletê digire. Hiqûqa tevahî di vê çarçoveyê de dikare wekî parçeyekî hiqûqa xwezayî were nirxandin. Lewra hiqûqa tevahî hem hiqûqa normatîf hem jî hiqûqa pozîtîf esas digire, li aliyê din jî dîroka civakê, çanda wê, sosyolojiya wê, heta adet û kevneşopiyên wê yên herêmî, taybetmendiyên wê yên mirovî, serboriya wê ya dîrokî û şert û mercên wê, derûniya mirovê ku bi cezayê hiqûqê re rûbirû maye, serboriya malbatê, mercên hawîrdorê li ber çavan digire û hiqûqê şîrove dike. Dibêje ku çavkaniya hiqûqê li vir e. Hiqûqa tevahî her çiqas di warê têgehî de nû be jî pergaleke hiqûqê ye ku pêkhateya civakê li ber çavan digire. Pergaleke hiqûqê ye ku exlaqê civakê, rêgezên gerdûnî û li aliyê din jî rêgezên herêmî li ber çavan digire. Mirov û edaletê digire navendê. Entegrasyona demokratîk jî di nav de gelek pergalan di nava xwe de dihewîne, lê di cewherê xwe de ji hiqûqa normatîf û hiqûqa pozîtîf cudatir vê dibêje: Mirovê ku rûbirûyê hiqûqê, rûbirûyê cezayê hiqûqê maye, rûbirûhiştina wî ya bi hiqûqê re bêyî ku mercên wî yên civakî li ber çavan bên girtin, bi rêgezên edaletê re, bi rêgezên wîcdanî re, bi hestên mirovî re nagunce. Di verastkirinên hiqûqê yên ku di demen pêş de tê plankirin, pêwîst e ku di vê çarçoveyê de hiqûqa tevahî esas bê girtin. Li gorî fikra min, divê verastkirin li gorî têkiliyên mirovî, têkiliyên sosyolojîk û mercên dîrokî werin çêkirin, nexwe dê tevkariyê li vê pêvajoyê nekin.”
MA / Mehmet Guleş
