EDENE – Fregmana belgefîlma “Birîn” a ji bo bibîranîna balevkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu hatiye amadekirin, hat weşandin.
Belavkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu, di 14’ê Cotmeha 2014’an de li taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema belakariya rojnameyê dikir, hat qetilkirin. Fragmana belgefîlma bi navê ‘Birîn’ a ku qala têkoşîn, şahidi û jiyana Bagdu dike, hat weşandin. Di belgefîlma ku ji aliyê rojnamevan Hamdullah Yagiz Kesen ve hatiye amadekirin de, wêneyên xebatên belavkirina Bagdu yên bi salan û vegotinên xizmên wî hene.
Di belgefîlmê de malbat û hevalên Bagdu banga ronîkirina cînayetê û aşkerakirina berpirsyaran dikin.
