STENBOL - “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” du rojan domiya û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû. Konferansê careke din nîşan da ku tevî tecrîdê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan li dinyayê belav bûye.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Ji Efrîqaya Başûr heta Meksîka, Belçîka, Îtalya, Katolanya û Hindistanê, ji gelek welatên cuda kes tev li bûn. Di konferansê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin, tecrûbeyên şer-çareseriyê yên cîhanê hatin parvekirin û li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin.
Çendek nîşeyên di konferansê de derketin pêş ev in:
* Têkildarî azadiya Abdullah Ocalan peyamên girîng hatin dayin.
*Beşdarên konferansê di tevahiya konferansê de ji eywanê derneketin.
*Balkêş bû ku piraniya beşdaran têkildarî pêvajoyê û şert û mercên Abdullah Ocalan ji endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol û Veysî Aktaş ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de mabû pirs kirin.
*Peyama Abdullah Ocalan di her du rojên konferansê de di sihbetan de hate nîqaşkirin.
*Beşdaran got ku têgehên Abdullah Ocalan di peyama xwe de qal kirî yên weke ‘sosyalîzma civaka demokratîk’, “qanûna hemwelatiya azad’, ‘qanûnên azadiyê’, ‘jinûveavakirina ser bingeha civaka demokratîk’ û hwd. dê rê li ber nêrînên nû veke.
* Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di axaftina xwe de got ku hewl didin rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê ava bikin û dixwazin pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re hebin. Îlham Ehmed, got: “Divê dengê hêj daxwaza şer dikin bên qutkirin. Tirkiye dikare vê bike. Divê bêyî tirs daxwaza aştiyê bike.”
* Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî di peyamên xwe de piştgiriya xwe ya bi pêvajoyê re careke din nîşan dan.
*Axaftina Ozgur Faîk Erol bi baldarî hate guhdarîkirin û got ku Kurd ‘li derveyî fermiyetê’ hatine hiştin û got Abdullah Ocalan hewl dide Kurdan daxilî hiqûqê bike.
*Rûniştina ku tecrûbeyên şer-çareseriyê yên cîhanê dihat parvekirin, rastî eleqeya herî mezin hat. Mohamad Bhabba ku ji Efrîqaya Başûr hatibû got: “Ji kêliya em zagonî kirin ve êdî her tişt guherî. Carnan di muzakereyan de rewş xerab dibin lê dîrok deriyên mirov qet ne li bendê yên nû vedike. Û divê hûn jî li wir amade bin.”
* Serokê Netewî yê Sinn Feinê yê Îrlandayî Declan Kearney jî got ku muzakereyên herî baş bi nirxan tê kirin û got: “Divê pêvajoyên muzakereyan bi temamî berfireh bin, hemû mijar bi aşkerayî bên nîqaşkirin, her du alî jî bi başniyet tev li bibin, bi hev re baweriyê ava bikin, biryaran cîbicî bikin û berê wan li hedefên aşkera be. Divê civaka sivîl û gel were daxilkirin.” Kearney, daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare kir.
* Igor Zulaika jî tecrûbeya Baskê vegot, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev tişt anî ziman: “Divê êdî her kes piştgiriyê bide aştiya li Kurdistan û herêmê.”
*Serokê Katalonyayê yê berê Pere Aragonès jî got ku di pêvajoya muzakereyê de hewcehî bi vîzyoneke demdirêj heye û got: “Pevçûnên bi sedan salane didomin, mirov nikare di salekê de çareser bike. Girîng e ku peyvên rast bên dîtin. Ya herî girîng jî peymana we ya bi gel re ye.”
*Gurkan Çarkiroglû ku ji kevneşopiya ulkucuyan tê û di demên dawî de bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî pirsgirêka Kurd tê nasîn jî got: “Ji bo dijminê xwe baştir nas bikim û li dijî wî baştir têbikoşim min dest bi xwendina Ocalan kir. Lê hem di xwendinên Ocalan hem jî di ya dîroka Tirk de min dît ku kesên em weke dijminên xwe dibînin, ev hezar sal in xizmên me ne.” Çakiroglû, di navberan de bi Erol re sihbet kir û Erol got ku Abdullah Ocalan nivîsên Çakiroglû dixwîne.
*Di roja duyemîn a konferansê de jî nîqaşên girîng hatin kirin. Peyamên Norman Paech û John Holloway bal kişand.
*Norman Paech, diyar kir ku divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin û got: “Ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê veguhere pêvajoya demokrasiyê, divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî gotin ku pêvajo dê rê ne li ber parçebûnê lê yekitiyeke birûmet veke û bi banga Abdullah Ocalan deriyê serdemeke nû vebûye.
* Fîlozofê Marksîst John Holloway ku 11 hezar km’an dûr hatibû jî got ku ronahiya Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bandor li wî kiriye û got: “Aştiyeke watedar, divê li ser bingeha veguherîneke civakî were avakirin.”
*Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî ku peyama bidîmen ji konferansê re şand jî got: “Azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Ez, hezkirinên xwe ji her kesên çek berdayîn û li şûna wan pênûs hilbijartin re dişînim.”
*Di nîqaşên her du rojan de hat destnîşankirin ku pêvajoya çareseriyê dê domdirêj be û divê muzakere û têkoşîn bi hev re were meşandin.
*Konferans, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû û hat dîtin ku tevî şertên giran ên tecrîdê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye.
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî
